Occo Mahabad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Occo Mahabad
Jidayikbûn1977 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Occo Mahabad (jdb. 1977, li Wanê) helbestvan, bernamenivîs, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Occo Mahabad di sala 1977an de li Wanê hatiye dinê. Zanîngeha Stembolê qedandiye. Di kovarên wekî Çirûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, dîsa di çend malperan de nivîskariyê dike. Pirtûka wî ya yekem Helbestên Dînik e. Pirtûk ji Weşanxaneya AVAyê derketiye. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Albûmên xwe yên helbestan bê mafên telîfan di înternetê de parve kiriye. Mîna WinRAR û Defragglerê gelek bernameyên kombersan kurdî kiriye. Ji bo standardkirina têgihên kurdî yên ser teknîkî bi navê Nivîsên Teknîkî û Ferhenga Termên Kompîtûrê ceribandinek amade kiriye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên wî
Pirtûkên wî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]