Mele Ebdulhadiyê Comanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Ebdulhadiyê Comanî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Ebdulhadiyê Comanî (1917-2003) nivîskar û alim e kurê Mele Teyîb e, neviyê Mele Seîd e û di 1917an de li Comanîyê hatiye dinyayê.[1] Comanî, gundek e ku li Herêma Xerzanê dimîne û grêdayê bi qeza Misircê (Kurtalan) ve ye. Ji vî gundî, pir kesên zana, rewşenbîr xasma jî mela rabûne. Mele Evdilhadî xwendina xwe ya medreseyê li ba dersdarê bi navûdeng Mele Muhyedînê Hawêlî temam kiriye. Wî piştre li çend gundan meletî kiriye û dersa gelek feqîyan jî daye.

Mele Ebdulhadiyê pirtûkek bi navê Sêkeşan bi zimanê kurdî bi tîpên erebî nivîsiye û di 1998an de ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve bi latînî hatiye tîpguhaztin û di 1998an de ji aliyê weşanxaneya PENCINAR[1][Girêdan daimî miriye] ve li Swêdê çap bûye. Herweha gelek helbestên seyda Comanî jî hene. Helbesta wî ya menşûr, li ser şîna Mele Seîdê Kurdî ye. Mele Ebdulhadî di sala 2003an de li Misircê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sêkeşan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bîlal Zîlan, Kitabê Muhemmedê Şêx Ensarî: "Raro Raşt" û "Meʿlûmatê Dînîye", r. 24