Ebdulkerîm Findî
Ebdulkerîm Findî | |
---|---|
![]() Ebdulkerîm Findî (2003) | |
Navê rastî |
Ebdulkerîm Findî |
Jidayikbûn |
22ê sibata 1946an (74 salî) |
Netewe | Kurd |
Bernav | Kerîm Findî |
Hevwelatî | Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq |
Pîşe | Pêşmerge, siyasetmedar, Nivîskar, Rojnamevan, rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî Hikûmeta Herêma Kurdistanê |
Bandorbar | Ehmedê Xanî, Bekir Begê Erizî |
Dîn | Îslam |
Zarok | 5 zarok (4 kur, 1 keç) |
Malper | www.findi.info |
biguherîne![]() |
Ebdulkerîm Findî (z. 1946 li gundê Qarqarava, Duhok) nivîskarekî kurd e.
Jînenîgarî[biguherîne]
Di gel xêzana xwe li bajarê Duhokê akincî dibe, û li wir xwendina xwe ya seretayi û amadeyi dike. Endamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bû, û tê de gihiştiye pîla endamê mekteba sekreteriyatê (1959 - 1974). Di sala 1974´an de, zankoya Musil / koleja wêje / beşa zimanê îngilizî bi dawî aniye.[1]
Herwekî[biguherîne]
- Wek mamoste tê damezirandin li amadeya Birayetî / Duhok, paşshan di sala 1984´an de dibe rêveber li navinciya Memê Alan / Duhok.
- Di roja 8.4.1993´an de wek rêveberê giştî yê çand û hunerî di wezareta çanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê damezrandin û ta niha berdewame di vî karê xwe de.
- Her ji roja 11.10.1970´an de bûye endamê Yekîtiya Nivîserên Kurd. Di piraniya desteyên rêveber ên Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê de hatiye hilbijartin wekî sekreter. Her wisa hatiye helbijartin wekî endam di desteya rêveber a Yekîtiya Nivîserên Kurd li herêma Kurdistanê her ji sala (1984-1991). Wek nûnerê tayê Kurdistanê hatiye hilbijartin û wekî endam di civata navîn a Yekîtiya nivîserên Iraqê her ji sala 1986 - 1991 cih girtiye.[2]
- Di biyave rojnamevani u niviskariye de ji pir kar encamdayne u ci stendine, weke Endamê desteya nivîsîna kovara Beyan bûye , ya ku ji aliyê dezgehê çand û balavkirina kurdî li Bexda ve dihate weşandin. her wisa Endamê desteya nivîsîna kovara Nûserî Kurd xula sisyan bûye, Endamê nivîsîna kovara Peyv bûye , ya ji aliyê Y.N.K /Duhok tê weşandin, Wek sekreterê nivîsînê di kovara Metîn de xula sisyan karkiriye ji hejmar 1-18.[3]
Di sala 1997´an de sernivîserê kovara Karwan bûye , ji hejmar 107 - 114 , ya ji aliyê Wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin. Her wisa Sekreterê nivîsîna kovara Karwanî Ekadîmî bûye , ya ji aliyê wezareta çanda hukmeta herêma Kurdistanê ve tête weşandin, disan Sernivîserê kovara Dicle ye , her ji weşana wê û ta niha. Di piraniya kovar û rojnameyên kurdî de yên ku li Iraqê hatine weşandin berhemên xwe (vekolînên wêjeyî , rexneyî , zargotinî , babetên dîrokî li ser dîroka Kurdan) weşandine.[4]
Berhemên çapkirî[biguherîne]
- Dîwana hozan Bekir Begê Erizî, komkirin û tujandin 1982
- Meyro , komeka çîrokên mamoste Mihemed Emîn Bozarslan, ji pîtên latînî vegûhastîne ser pîtên erebî 1985
- Gulçîn a mamoste Ordîxanê Celîl , ji tîpên eklirlî (Sulavî) vegûhastiye ser pîtên Erebî 1988
- Şoreşa Îlonê li Kurdistana Iraqê, Danan ( Fisol mîn Sewret Eylul fî Kkurdistan El-Iraq / Bi Zimanê Erebîye ) 1995
- Rêberê Parêzgeha Duhokê, Danan ( Delîl Muhafezet Duhok / digel çend nivîserên din - Bi du çapan yek bi zimanê Erebî û yek bi zimanê Ingilîzî ) 1995
- Hozêt Kurdî li Bakurê wilayeta Musil, wergerandin ji zimanê ingilîzî 1996
- Festîvala Xanî , berhevkirin û çapkirin , 1996
- Partî li ser demê mişextbûna Barzanî, Danan , 1998
- Amediyê di çend çerxên cuda cuda de, danana Ebas Ezawî , tujandin (Omadîye fî muxtelef el-isor), Bi Zimanê Erebîye.
- Yobîla Zêrîna Pêşmergeyî , berhevkirin: şewket şêx Yezdîn , vegûhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo ser pîtên latînî û zaravaya kurmanciya jorî 1999
- Barzanî Xwe Nade Dest Kesê, wergêran: şewket şêx Yezdin , veguhastin ji pîtên Erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo ser tîpên latînî û diyalêkta kurmanciya jorî 2001
- Kelên Badinan û Çend cihên wê yên Şûynwari (Kila' Badinan we be'iz mewaqi' eleserîye fîha), Danan, Bi Zimanê Erebîye, Duhok - 2012)
- Kelên Badinan û Çend cihên wê yên Şûynwari (Kila' Badinan we be'iz mewaqi' eleserîye fîha), Danan, Bi Zimanê Erebîye, Lenden - 2013)[5]
- Zimanê kurdî li devera Badînan, wergêran, (Bi Zimanê Erebî ye) 2012.[6]
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Hevpeyvîn bi Ebdulkerîm Findî , Rojnama Evro, Hijmar:1109, Sêşemb 22/01/2013
- ↑ Jiyannama Ebdulkerîm Findî , Findi Info
- ↑ Hevpeyvîn bi Ebdulkerîm Findî , Kovara Nûbun, Hijmar: 121, Havîna 2012
- ↑ Hevpeyvîn bi Ebdulkerîm Findî , Kovara Peyv, Hijmar: 43, 2007
- ↑ Badinan Castles, amazon.com
- ↑ Kurte jiyannameya Ebdulkerîm Findî, Rojnama Cavdêr, Hijmar:56, Sêşemb 15/01/2008