Kurdî (Mistefa Beg)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kurdî an jî Mistefa Beg (1808/1809 - 1848) helbestvanekî kurd e.

Kurdî yek ji helbestvanên pêşî yê Soranî li Silêmanî ji dayik bûye. Ji malbateke mezin û bi nav û deng e. Navê wî yê bi rastî Mistefa ye û li derdoreke ku gelekî li ser xwendin û gihandina zarokan radiwestîn mezin bûye. Ji vê derdorê (malbata mezin) gelek helbestvanên hêja derketine. Yên here bêhtir têne nasîn “Kurdî” û hemdem û pismamê wî “Salim” in. Perwerdeya Kurdî ya di warê wêjeyê (lîteratûrê) de gelekî bilind e, vê yekê meriv dikare li gor ku ew ketiye nav dîwana şahê Îranê û nav çînê helbestvanên Îranê, hezr bike. Wisa diyar e ku Kurdî zarokên şahê Îranê perwerde kirine. Kurdî bi farisî jî nivîsîye lê piraniya helbestên wî bi vî zimanî negihiştine îro. Bandora helbestvaniya farisî li ser wî gelekî hebû. Li ser jîyana Kurdî em kêm tiştan dizanin. Em çîroka li ser Qadir dizanin ku di jiyan û berhemên Kurdî de cihekî mezin digre. Qadir xulamê malbata Kurdî li Silêmanî bû û Kurdî dil ketibûyê û evîna wî hiş û aqlê Kurdî ji serê wî biribû. Em di derbarê vê tekiliya evîndarî gelek tiştan nizanin ji ber ku gelek wêjenas û şîrovegerên wêjeya kurdî nexwestine navê “Kurdî” bi lêv bikin. Hinek şîrove dibêjin ku Qadîr navekî xwedêye û Kurdî bi vî navî balê dikşîne ser evîna xwedê û sofîtiyê. Lê li gor nameyên ku di destê me de ne, ev yek ne rast e.

Sed mixabin ku îro hin berhemên kurdî bi temamî nayîne nasîn. Herdu diwanen çapkirî xwediye gelek kêmasiyan in. Li gor berhemên di destê me de Kurdî bi tenê xezal ango helbestên kurt yên evîndariyê nivîsîne.

Va ye helbesteke wî:

Çawekem zanî te bo çî xew le çawim nakewê
Çunke min pêşxizmet im peşxizmetan nanûn şewê
Roj û şew daîm le ber dîdey xeyalim hazir î
Sa çi ferqekî heye bo min îtir êre û ewê?
Bes niye lêre dewêrim car be car basit bikem
Nemdewêra qet le ber exyar nawit bem lewê
Dil le taw zamî fîraqit daîma yarî deka
Roj be roj mencî dekem baz derdî sext e û nasrewê
Aql û hoşim dawe pêt lêşî detorêy malwêran
Dewletêkî mift û bê sahib e bo qî natewê?
Ger muxeyyer bim le nêwanî beheşt û weslî to
Weslî to bo min cehennem pir le cennet namewê
Ey reqîb wêl im le destit lêre bo lêm nagerêy?
Bawkekuştit nêm erê hey bedmezeb çît lêm dewê?
Her wekû kêwî demawendê serim pir şoriş e
Qet temî hîcran û xem satê le dewrî narewê
Gerdenî “Kurdî” le kewî bêstûn mehkemtir e
Çunke çend sal e le jêrbarî xemaye nanewê

Bi Kurmancî:

Çavêm tu zanî ji ber çi xew bi çavêm nakevê
Ji ber ku ez xulam im, xulam nanivin bi şevê
Şev û roj tim li ber çavê xeyalên min amade yî
Ka çi cihêtî heye êdî ji bo min ev der û ew der
Qena livir diwêrim carina behsa te bikim
Nediwêram li ber dijminan qet navê te bêjim li wir
Dil ji ber taya birîna durîtiya te herdem dikule
Roj bi roj menca wî dikim, derdê giran e dîsa nahewise
Hiş û aqlê xwe min dane te laş diqehere malwêran
Dewleteke belaş, bê xwedî ye ji bo çi navî?
Heger bivê ku di navbera bihuşt û evîna te de hilbijêrim
Evîna te ji bo min cehennem, ji buhuştê pir navêm
Ey raqîb winda me ji berte li vir çima ji min nagerî?
Ne qatilê bavê te me herê hey deredîn tu çi ji min dixwazî?
Her weke çiyayê demawend li serê min pir şoreş e
Mija dûrîtiyê û xem qet seetekê ji dorê naçe
Gerdenê “Kurdî” ji çiyayê bêsitûn stûrtir e
Ji ber ku çend sal e ji ber barana xeman natewe

Çavkanî[biguherîne]