Haris Bidlîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Haris Bitlîsî hat beralîkirin)
Haris Bidlîsî
Jidayikbûn1700
Bidlîs, Bakurê Kurdistanê
Mirin1775
PîşeNivîskar
NeteweKurd
Şêweyê wejêyîÇîrok
Tevgera wejêyî 
Berhemên navdar
  • Yûsif û Zûleyha
  • Destana Leyla û Mecnûn
biguhêreBelge

Haris Bidlîsî, anku Ḧaris Bidlîsî, helbestvanekî kurd bû.[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Haris di sala 1700an de (li gorî hin çavkaniyan 1738an hatiye dinê) li Bidlîsê hatiye dinê. Wî çîroka Yûsif û Zûleyhayê ku li ber wî ji hêla Selim Silêman hatibû nivisîn, bi paqijkirina ji peyvên erebî û farisî cardin nivisîye. Li gorî Auguste Jaba destnivîsa vê pirtûkê li Medreseyên kurdî dihatin xwendin. Li gorî hin kesan ew Sewadiyê ku Leyla û Mecnûn ji farisî wergera kurdî gorî bi Haris Bidlîsî re eynî kes bû. Lêkolîner Zeynelabidîn Zinar jî vê agahiyê dipejirîne. Hin kes tarîxa wî yê zayînê wek 1758an didin, lêbelê ger ku wî Leyla û Mecnûn jî nivisiye, ev tarîx nemimkin e. Çimkî Leyla û Mecnûn jî di eynî salê de hatiye nivisîn.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Harisî di sala 1775an de miriye. Gorî hin kesan navê wî Haris ne, Xaris bû ye[çavkanî hewce ye].

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Yûsif û Zûleyha
  • Destana Leyla û Mecnûn (1758-1759)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mehmed Uzun, Destpêka edebiyata kurdî