Emîn Fewzî
Jump to navigation
Jump to search
Emîn Fewzî Beg | |
---|---|
Jidayikbûn |
1862 |
Mirin |
1928 Stembol, Tirkiye |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Pîşe | Felsefe, Kîmya, Fizîk û Wêje |
Serdem | Sedsala 19'an û 20'an |
Bandorker | Şêx Rizayê Talebanî |
Dîn | Îslam |
biguherîne![]() |
Emîn Fewzî an Emîn Fewzî Beg (z. 1862 , Silêmaniye - m. 1928 Stembol) zanistvanê kurd yê sedsala 19'an û 20'an e ku li ser felsefe, matematîk û fizîk xebitiye.[1]
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Emîn Fewzî sala 1862an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Demek di Artêşa Osmaniyan de jî xebitiye. Zanistvanek pir mezin bû li ser matematîk, fizik, kimya, felsefe û wêjeyê gelek berhem nivîsand. Bi fikr û ramanên xwe yên li ser fen û wêjeyê gelek ateîstan kerr kiriye. Ji bo heca xwe çûye Mekeyê jî, û ji wêderê çûye Hindistanê jî geriyaye. Piştî wextan çûye Viyana û Parîsê jî geriyaye. Emîn Fewzî di sala 1928an de nexweş dikeve û li Stenbolê wefat dike.[2]
Şêx Rizayê Talebanî di helbestek xwe de besna wî daye.
Pirtûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Encumenî Edebiyatî Kurd
- Îcmalû Ennea
- Hawayî Nesîmî
- Tefrîkatûn Riyaziye
- Şecerat