Hecî Fetahê Hezroyî
Jump to navigation
Jump to search
Hecî Fetahê Hezroyî yek ji zana û rewşenbîrên kurd ê Sedsala 20'an e. Hecî Fetah di sala 1892an de li gundê Zuxra Hezroyê hatiye dinyayê û di 21ê Sibata 1975an de jî ku roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana bajarê Hezroyê ketiye wargeha xwe ya sermedî. Fetah Hezroyî kurê Sofî Muhemmed e û bi eslê xwe ji Hezana Licê ye. Di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye naskirin.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
![]() | Ev gotar şitlekê girêdayî ji bo nivîskarekî/e kurd ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |