Damaw Husênê Mukriyanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Husênê Mukriyanî
Husênê Mukriyanî
Bernavk Husên Hûznî Mukriyanî,

Damawî Mukriyanî

Zayîn 12’ê îlona 1883'an
gônde boxdekendî, bokan
Mirin 20’ê îlona 1948
Bexda, Iraq
Hemwelatî Kurdistan
Esil  Kurd
Pîşe Dîrokzan
biguherîneBelge

Damaw Husênê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (12’ê îlona 1883'an, li gundê boxdekendî bokanê - 20’ê îlona 1948'an, li Bexdadê) dîrokzan û rojnamevanekî kurd e. Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Pişt ra, 12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva (Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd) geriya.

Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.

Wî berhemên wêjeyî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.

Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand

Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara "Zarî Kurmancî" derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.

Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.

Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir

Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.

Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdadê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veşartin.

Berhem[biguherîne]

  • Gevherê Yekane Heleb 1914
  • Mêrgeya Dilan Heleb 1920
  • Xunçeyî Biharistan Heleb 1925
  • Pêşkevtin Revandiz 1927
  • Avirekî Paşev Revandiz
  • Mêjûyî hukimdaranî Baban Revandiz 1931
  • Navdaranî kurd Revandiz 1931
  • Mîranî Soran Revandiz 1935
  • Şahenşahanî kurdî Zend 1936
  • Kurd û Nadirşahî Hevşar 1936
  • Kurdistanî Mokriyan Revandiz 1938
  • Be kurtî hekayetî dîrokî rojnamekan da 1947

Dîsa jî kitêbên Mamosta Seyid Hosên Hoznî wekû:

  • Eilamî Kurd
  • Tarîxî Baramî Çûbîn
  • Tarîxî Kurdistan III
  • Mêjûyî Koyê
  • Sablax (Mehabad) û Şêx Obeydollahê Nehriyê
  • Selaheddînê Eyûbî li mêjû da
  • Neteveyê kurd
  • Elmiretolakise li tarîx Şarezor û Meşahîroha
  • Mêjûyî Aşoriyekan
  • Caf û Dizlî li mêjû da
  • Simko û Seyid Tahayê Şemzînan
  • Mêjûyî Hewlêr
  • Mêjûyî Şarî Kerkûk
  • Mîranî kurd le Îraq da
  • Îmadiyê. Behdînan,Êzidî û Baban
  • Kurd û serfirazî
  • Kurdistan le şerekanî cengî cihanî yekom da

Çavkanî[biguherîne]