Ebdurehman Mizûrî
Ebdulrehmanê Mizûrî, anku Evdirehmanê Mizûrî[1], di sala 1946an de, li gundê Êtotê (Êtûtê), li bajarê Dihokê, ji dayîk bûye.[2] Xwendina xwe li Dihokê dest pê kiriye û di sala 1969an de zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Yekem helbesta xwe di sala 1967an de, di rojnameya Birayetî de belav kiriye, lê ew dibêje: "Sala 1970ê, destpêka rast ya helbestvehandinê ye li cem min."
Mizûrî, di destpêkê de, hozanên klasîkî divehandin. Paşî karî rêya xwe ya taybetî bigire û dest bi nivîsîna helbestên bi kêşa serbest bike.
Wî bi dehan gotarên edebî jî di rojname û kovarên kurdî de belav kirine. Di piraniya mîhrecanên edebî de beşdarî kiriye. Endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e li Kurdistana Îraqê. Heta niha du dîwanên helbestan bi pîtên erebî çap kirine.
Dîwanên helbestan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta niha du dîwanên helbestan bi pîtên erebî çap kirîne:
Berhemên ji bo çapê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Twêjandina dîwana Şêx Nûredînê Birîfkanî.
Niha jî li Kurdistana Îraqê ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Dildar Şeko (1996). Şiîrek û şaîrek: Bilbilekî şeyda, Evdirehmanê Mizûrî. Azadiya Welat, 31:1996, r. 10.
- ^ https://www.dengeamerika.com/a/duhok-mizouri/4269073.html
| Ev gotara li ser helbestvanekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |