Şêx Hesîbê Axtepî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêx Hesîb Axtepî hat beralîkirin)
Şêx Hesîbê Axtepî
Jidayikbûn1885 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şêx Hesîbê Axtepî (jdb. 1885 Amed - 1947 Amed) nivîskar û helbestvanê kurd e.

Di 1301ê Romî (di 1885-1886 Zayînê) de, li Axtepeya girêdayê bi qeza Çinara Amedê hatiye dinyayê û di 1947an de jî, li Çinara Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê, gora wî li goristana Şêx Hesenê Nûranî ku li gundê Axtepeyê ye dimîne. Hesîb kurê Şêx Mihemed Can û neviyê Şêx Hesenê Nûranî ye.

Şêx Hesîb Axtepî pêşî bi xwendina olî, li cem bavê xwe dest pê kiriye û piştê wî li Medreseya Axtepeyê domandiye.

Şêx Hesîb Axtepî piştî rûxandina Şoreşa Neteweyê Kurd a bi serokatiya Şêx Seîdê Pîranî (1925), ji aliyê Dewleta Tirk ve, tevê Mihemed Kerbelayî kurê Ebdurehmanê Axtepî, hatiye sirgûnkirin û li bajarê Uşaka Tirkiyê hatine bicihkirin, piştre Dewletê ew hinartine bajarê Edenê. Di 1928an de, dewletê destûr ji bo mehekî daye wan ku herim Amedê. Lê piştî hatinê, êdî venegeriyane cihê sirgûnê.

Şêx Hesîb Axtepî xwe ji mamê xwe Şêx Ebdurehmanê Axtepî re wek peyrew daye xuyakirin û sê pirtûk bi zimanê kurdî dinivîsine. Yek ji wan bi navê Simbil, yek dîwaneke helbestan û yek jî bi nave Dîwana Hesbî ye. Lê sed mixabin dîwana helbestan û pirtûka bi navê Simbil, di 1971ê de bi destê leşkerên dewleta Tirk hatine şewitandin, niha nusxeyên wan peyda jî nabin.

Dîwana Hasbî jî ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve hatiye veguhaztin bi alfabeya latînî û ji şewitandinê rizgar bûye.

Pirtûkên Şêx Hesîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîsteya zanyarên kurd

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]