Ferhadê Içmo
Ferhadê Içmo | |
---|---|
Jidayikbûn | 1960 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ferhadê Içmo (jdb. 1960, Qamişlo - m. 8ê xizîrana 2017, Qamişlo[1]) helbestvanekî kurd bû.
Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zaningeha Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.
Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Lêmişta Zozan, 1988
- Pişti Çi, 1995
- Evîna te, 1998
- Landik I, Helbestên zarokan, 1998
- Pelên Sipî, 2000
- Landik II
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çend helbestên Ferhadê Içmo Girêdana arşîvê 2004-12-06 li ser Wayback Machine
- Roka evînê Girêdana arşîvê 2004-12-26 li ser Wayback Machine
- Gotareke ser wî Girêdana arşîvê 2004-12-20 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |