Qanatê Kurdo
Qanatê Kurdo | |
---|---|
Navê rastî | Kanat Kalaşeviç Kurdoev - Канат Калашевич Курдоев |
Jidayikbûn | 12ê îlona 1909an |
Mirin | 31ê çiriya pêşîn a 1985an (76 salî) Lenîngrad, Yekîtiya Sovyetan |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Yekîtiya Sovyetan |
Perwerde | |
Pîşe | Nivîskar, zimannas |
Bandorbar | Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Eliyê Teremaxî |
Dîn | Êzidî |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Qanatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev; z. 1909 li Qersê − m. 31ê çiriya pêşîn a 1985an) zimannas û nivîskarekî kurd [1] bû.
Jiyana Qanatê Kurdo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Sala 1922an bi înisiyatîva nivîskarê êzîdî Ehmedê Mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimannasê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê Semendê Siyabendov û gelekên din.
Sala 1928an komerkeziya Partiya Komûnîstên Ermenistanê bi pêşniyaza Erebê Şemo heş xortên kurd dişînin Lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li Unîversiteya Lenîngradê beşê ziman, dîrok û edebiyatê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên unîversiteyê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.
Ji pey xwendina unîversiteyê re ew aspîrantûra unîversiteyê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941ê bi babeta "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî da" têza doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike. Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatnasiyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê kurdî de dersê dide.
H. Orbêlî sala 1959an para rojhilatnasiyê ya Enstîtûya Lenîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdnasiyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê. Heta dawya jiyana xwe jî wî ew karê kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdnasiyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.[2]
Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monografiya, pirtûk û gotarên zaniyarî li ser ziman, zargotin, dîroka kurdî weşand, ji 20î zêdetir kurdnas hazir kirine.
Di 31ê çiriya pêşîn a 1985an de li Lenîngradê zaniyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zimanê Kurdî: Rêziman (Kurmancî) (1957),
- Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî (1960),
- Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî tevî Zara Yûsûpovayê (1983),
- Beranderkirina rêzmanên dîalêkta Kurdî (Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr) (1973),
- Tarîxa edebiyata Kurdî cilda 1 (1983), cild 11 (1985),
- Gramêra zimanê Kurdî (1990),
- Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn (1996)
Zarokên kurd li welatê sovyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên 1990î deh pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- http://www.peyama-kurd.com/9/14.pdf Girêdana arşîvê 2005-05-16 li ser Wayback Machine