Merûfê Nûdhî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêx Marûf Nûrî hat beralîkirin)
Merûfê Nûdhî
Jidayikbûn1753 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1838 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Silêmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Merûfê Nûdhî yan jî Şêx Merûfê Nûdhî (jdb. 1753 Silêmaniye - m. 1837 ?) zimannas û wêjevanê kurd e.

Merûf di sala 1753an de li Silêmaniyê qeza Şehrezûrê li gundê Nûdî ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Şêx Seyîd Muhemmed e.[1] Navê bavê wî Şêx Mistefayê Nudhî ye.

Merûf Nûdhî perwerdehiya xwe ya pêşîn li Kalakoçanê di medreseya "El-Xaziye"yê de girtiye û piştî wextan koçî Hezarmerdê kiriye li wêderê jî li cem alim Mele Muhemmed el-Hacî ders girtiye li wan deran bi wêjevanê kurd Ebdullahê Beytûşî re tê naskirin û berhemên wî yên wêjeyê û helbestan xwendiye.[2]

Berhemên xwe bi zimanê kurdî, erebî û farisî nivîsiye. Tê gotin Zehawî telebeyê wî bûye.

Hêjmara pirtûkên wî 50yê zêdetir in, ji van berheman 30 heb li ser îslamê (fiqih, hedîs, kelam), 20 heb jî li ser wêje û yê helbestan e.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lûxametnameyî Ehmedî (Ferhengekî Kurdî ya zaravayê Soranî ye)

Pelek ji rûpela pirtûkê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mehmet Çaglayan, Şark uleması - r. 301
  2. ^ Faruk Bulut,  Kürt dilinin tarihçesi (Dîroka zimanê kurdî)