Şikoyê Hesen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şikoyê Hesen
Navê rastî
Şikoyê Hesen
Jidayikbûn1928
Mirin1975
EsilKurd
Hevwelatî Ermenistan
PîşeHelbestvan û wergêr
DînÊzîdîtî
biguhêreBelge

Şikoyê Hesen (z.1928-m.1975) Mîrê helbesta kurdî, Helbestvanê nenas heta roja îro, xwediyê helbesta "Zimanê Kurdî" [1], û ji aliyê gelek hunermendan hatîye xwendin [2] li gundê Camûşvana Biçûk navbera Gundê Sîpan ê û Gundê Elegezê yan Alagyaz, yê navçeya Axbaranê ya Ermenistan ê di sala 1928an de di malbateka êzidî de ji dayik bû

Binemala wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mala bavê Şiko di eslê xwe de ji gundê navçeya kars ê ye ,Hesen di 17ê hizêrana,1928 de li vî gundê çêbû. Gava 5 salî bû, bavê wî Axmed nexweş ket û 25 salî bû. Piştî mirina bavê wî, mamê wî Sofî ew xwedî dike

Xwendina û destpêka nivînsandina xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

li gor pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” ya Maruf Khaznadar [3] ,Qonaxa navendî di xwendegeha Elegeza Kurdan pêk anîye ,Bi temam kirina xwendina navendî re, di sala 1948an de di Zanîngeha Êrîvanê Beşê Rojhilatnasîyê de bûye xwendekar, di sala 1953an de bawernameya wê dezgeha zanistîyê wergirtîye,Di sala 1965an de xwendina bilind temam dike Şiko di sala 1954an de li gundê Begnarê yê navçeya Gagirayê (Ebxazya Gurcistan ê) bûye mamosteyê xwendegeha wî gundî, dersê ziman û edeba êrmenkî gotîye heta sala 1957an di wî karî de maye Li akademîya zanistî ya Peterburgê li enstîtûya rojhilatnasî di beşê Kurdnasîyê de tê bi cih kirin,Di nîvê salên şêstî yên sedsala 20an de ji alîyê desthilata Bexdayê ve dihat bombebaran kirin, Şorişe Îlona 1961an di şer de bû Rojnameyên Ewropayê nûçeyên wêrankirina Kurdistanê diweşandin, piranîya sernivîsên rojnameyan bi navê “Kurdistan Dişewite” bû ,di sala 1965an de Şiko ev helbesta li bajarê Yerevan ê nivîsandîye û hestên helbestvanekî li hemberê erdê xwe,warê bav û bapîrên xwe raber dike Sala 1973 dibe Endamê Yekîtiya Nivîskarên Gurcistanê

Berhem û helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xeyala nivîsandinê li ba Şiko di serdema xwendekarîya wî de pêşkevtî bu ,Hinek helbest di rojnameya Zanîngeha Êrîvanê de hatine weşandin ,Her wiha helbestên Şiko di Rojnameya Rya Teze cîheki sereke digirtin ,Piştre helbestên wî yên hatine weşandin û helbestên nû di dîwana wî ya taybetî de hatine weşandin ,Ji van komek helbest bi navê “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970) weşandine ,Beşek ji van berheman bi zimanê Rûsî, Gurcî û Ermenî li St: Petersburgê, Tiflîsê û Êrîvanê hatine weşandin

"Payîz û Ba[4] komek e ji helbestên bijartî yên Şiko hate çapkirin sala 2008 an.

Berhemên Şiko : “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970), Perwaza Weten 1977

çend helbestên Şiko [5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.helbestakurdi.com/helbest/sikoye-hesen-zimane-kurdi.html
  2. ^ https://www.youtube.com/watch?v=_Pw1a30sssQ
  3. ^ https://en.wikipedia.org/wiki/Maruf_Khaznadar
  4. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 5 tebax 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 tebax 2019.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 tebax 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 tebax 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]