Ebdulbaqî Huseynî
Ebdulbaqî Huseynî (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abdulbaqi Hussaini), nivîskarekî kurd e ku di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê.
Perwerdehî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Huseynî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlokê xwendiye.[1]
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Jiyana wî li Norwêcê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji sala 1999an û vir ve li Norwêcê dijî. Di sala 2006-2009 mastera xwe di warê duristkirina Stadyoên Golf de ji Zanîngeha Osloyê wergirt.[çavkanî hewce ye]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîrokên mîran, pirtûkeke folklorî ye ku ji 20 çîrokan pêk tê. Di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Berpirsyariya kovarên kurdî Gurzek Gul (1989–1991) û Zanîn (1991–1997) dikir.
Ji sala 2011 ve serokê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) ye. Berpirsê beşê kurdî yê rojnameya (Pênûsa Nû) bû.
Hin berhemên wî li ber çapê ne.[çavkanî hewce ye]
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojname, kovar û malperên Înternetê de belav dike.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |