Şêx Memdûh Birîfkanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şêx Memdûhê Birîfkî (1911-1976) nivîskarekî kurd e.[1]
Birîfkî di 1911-an de li gundê Badê ku girêdayê bi bajarê Dihokê ve ye, hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Muhsin e, bapîrê wî Şêx Ebdulcebarê kurê Evdilqeharê kurê Evdilahê kurê Evdilcebar e. Ew bi koka xwe, digîhîje malbata Şêx Nûredîn Birîfkanî yê bi navûdeng ku ew malbat bi koka xwe ji Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Xelatê ye. Şêx Memdûhê Birîfkî di Rêçika Qadirî de şêxekî navdar bû û li her çar beşên Kurdistana dabeşkirî rind dihate naskirin, du caran jî çûye Hecê. Ew malxweyê sê jinan, bavê yazdeh kur û pênc keçan bûye.

Şêx Memdûh Birîfkî piştî ku xwendina xwe kuta kiriye, çûye bingeha xwe li Dihokê vegirtiye û li jiyanê domandiye, herweha li wir bûye serokê Beşa Yekîtiya Nivîskaran a li Dihokê jî. Ji berhemên wî, agahdariya me tenê bi dîwaneke wî heye

Şêx Memdûhê Birîfkî di Yazdehên Nîsana 1976'an de li Bexdadê dinya ruhn lê tarî bûye. Niha laşê wî yê paqij li Goristana Dihokê dimîne û gora wî devereke bi navûnîşan e.

Şêx Memdûh pêşî li gundê Birîfkanê sê salan li cem Hacî Mela Evdilahê Ertûşî ku dersdarê Tekyeya Birîfkanê bû xwîndiye. Piştre çûye gundê Spîndarê û li wir jî nêzî salekê li cem Mela Ehmedê kurê Mela Evdilxaliq xwîndiye. Paştre çûye Hêşeta Mezin a li nêv Mizûriyan û li wir demekê maye, li Tekyaya Şêx Evdirehman Ertûşî li nik dersdar Hacî Mela Ehmed xwendiye. Piştî demeke dirêj ku li wir maye, îcar çûye gundê Kemekayê û li cem dersdarê hêja Hacî Mela Îsa kurê Salihê Kemekî xwendiye. Li Kemekayê nêzî du salan digel pismamên xwe Şêx Celaledînê kurê Şêx Nûrî, Zeynelabidînê kurê Mihyedîn, Evdilcebarê kurê Evdilqehar û birayê xwe Evdilhemîd xwendiye. Paştre Şêx Memdûh ji Kemekayê çûye Zaxoyê û li cem Seydayê zana Mele Ehmedê kurê Mela Evdilxaliq xwendiye, li wir domandiye heta ku xwendinnameya seydatiyê ji dersdarê hêja Mela Ehmed wergirtiye.

Şêx Memdûhê Birîfkî helbestvanekî desthel, pir jîr û zîrek bûye. Çewa ku di helbestên wî de jî diyar dibe, di vehandin û lihevanîn, kêş, nikl û darêjtinê de li ser cûreyên klasîkî yên kurdî çûye. Xasma ew di vehandin û kêş û sengandinên Melayê Cizîrî û yên Feqiyê Teyran de gelekî têgihaştî û zana bûye. Bi taybetî jî ew heyran û rêzevanê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî bûye. Herweha li ser rêça wan çûye, di babet û şûfê helbestên wan de jî helbest afirandine. Belam tiştê ku tête ber çavan; Birîfkî li ser awayên hozanvanên Sedsala Bîstî pir bizavker bûye û her li ser şopa wan çûye, heta ji dest hatiye helbestên xwe bi kurdiyeke safî ristine û bi bêje û hevokên kurdî xemilandine.

Herweha Şêx Memdûh bi xeysetê rêberek ji yên Rêçika Qadirî, li her çar beşên Kurdistanê jî pir geriyaye û di wan geryan û rêwîtiyên xwe de gelek destnivîs û berhemên kurdî berhev kirine û ew ji mirinê rizgar hiştine. Lê li gorî gotinan, gelek ji wan berhem û bermayên ku hatine berhevkirin, heta niha jî derneketine ruhniyê û nişa xwe danexistine nêv adana çanda kurdî.

Ev çend helbestên Şêxê Birîfkî li jêrê wek nimûne rûqalî çavan dibin. Xasma ya bi sernavê "Welatê Min" ku zêdetir balkêş e:

Welatê Min

Şax û daxên welatê me pir e ji şengebiya

Çîçek û alal û beybwîn qul bi qul ketne çiya


Nêrgizên serdigiran şermendeê xemla te ne

Li çîmenêt nazik û ter sinbil diden avrwîya


Sorgulên sîmaê rengîn terzena girtî xunav

Daxedar im bo binevşên xurmeyî li ber keviya


Çarkinarê keviya sosin û sinbil xemilîn

Mêr û baxêt di beheştê didene ber çikiya


Heçî coma tu binê bexçeyê Ridwan e welat

Baxê Îrem te hebit dê bideyne mizgîniya


Rez û bax û çîmena şalwîl û balwîl dixwînin

Deng û awazê şirîn kevte nihal û geliya


Miriyê biyanî lê danî, sê şeva dê jîteve

Her dema binêrî bihar e, kanê noşdar e giya


Ax jê zêr e, çiya binêre durr û elmas in hemî

Çend cewher cumle yekser wê ji nik me çûn çiya


Kan û gencên di welatê me pir in, mal dane yek

Sedhezar in tev bijar in, makê kîmiya ye giya


Serwerê çendî cîhan heq bê guman erdê me ye

Qurteka (qurçeka) avê ji dola sax diket bitivariya


Heçî vî erdî bibînit paşî jê bibene derê

şêt dibit hadir di gavê û har dikevte riya


Bes bibêje, kêm birêje, Exlatî nasê ji mêj e

Cih biheşt e, çiya û deşt e, av heyat e li kaniya


Çewa ku ji van herdu helbestên li jêrê diyar dibe, Şêx Birîfkî ne tenê di welatparêziyê de, herweha di evîn û bengîtiyê de jî pir xametûjî kiriye û kela dilê xwe rijandiye:

Evîna Memdûh

Ev ro ji xeman bê çare û vanedil im ez

Agir di hinava wekî gazê disojim ez


Agir di hinava te kirî şibhê tenwîrê

Ser ta qedem rengê bîhê helpevijim ez


Jan têne giyanim weku bilbil bi fîxan im

Perwane ez im, sotim û bê deng dimirim ez


Xwînrêj e ji çavan wekî barana biharê

şev ta seherê dwîr ji xewê her digezim ez


şev gorî digel te ji me ra Eynîheyat e

Ger bêyî li ser min, li mirinê xwoş dibezim ez


Çavnêrî li te derdê evînê li me diyar kir

Her çendî veşêrim ji serî her dihejim ez


Deh sal in ji derdê te xem û tah diyar in

Ma hêj tu nuzanî dikelim ez


Memdûh ji derda dil û canê xwo di ser da

Ma hêj ne bes, dil sotî, sûretpel im ez.

Laleşîn

Ez çûme Laleşînê

Li nav Elkî û Bilîsa Min dî li wê cuwanek Wek fenerê teyîsa

Şengeşirîn û nazik Xunçeleba pelazik Derhal me can bû gazik Ji derdê evînê dîsa

Min gote wê: Tu rind î Şengeşirîn û qend î Li ber katuyê bilind î Wek Tûrê Nebî Mûsa!

Go: Ez şirîn û şepal im Bi qed û xet û xal im Kurdistana delal im Kevtime destê pîsa!

Şêxê Birîvkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gora nikl û mezeya helbestên Feqiyê Teyran ristiye:


Dîlberê

Dîlberê, dara şirînê

Jaro, bêmalo, dilo Kevtiyîne derdê evînê Ay dilê min, ay dilo!

Kevtine ber derd û janê Wek Memê sotî gumanê Ah! ji destê vê ciwanê Ay dilê min, ay dilo.

Şêx Birîfkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gorî nikla helbesteke Melê Cizîrî ristiye û wek diyarî pêşkêşê kovara HAWAR-ê kiriye:

Roj bête der, al sor û zer Ev ro li ser banê te bit Her dem bijî, bi keyf û xweşî Çejna te jî pîroz bibit

Li baxçê gulan, li nav sinbilan Seyran bikî şahê dilan Bi keyf û sema, dwîr bî ji xema Çejna te jî pîroz bibit

Heyva li ser te Çarde bit Daîm bihar li erdê te bit Li te çi mirad, her we bit Çejna te jî pîroz bibit

Hindî ku padişah hebin Hemî li ber pêyê te bin Daîm di ferwara te bin Çejna te jî pîroz bibit

Her dem şeva te ron bibit Ji dil şahya te xwoş bibit Çend roj hene her çejne bit Çejna te jî pîroz bibit

.......................

Memdûh divêt ev hal e bit Çejna te jî pîroz bibit.

Ev helbesta Birîfkî ya li jêrê jî, bo şadiya Beyannameya 11-ê Adarê 1971 hatiye ristin:

Spêdeya Yazdey Adarê Ron kirin li çiya û deşt Şahiya li serê Biharê Kurdistan dîsa bû rewşen

Kurdistan dîsa bû rewşen Mêrg û çîmen xemilîn Surperî hatine semayê Xwoş kirin sêran û geşt

Çejne bûn du li vê Biharê Nevroz û Yazdê Adarê Rabe da em biçine karî Serê sala me gehişt.

Berhem[biguherîne]

  • Laleşîn (Helbest, 1977 Stockholm, ji alîye Zahid Birîfkanî)
  • Berhevkirina Dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî
  • Berhevkirina Dîwana Şemsedînê Qutbê Exlatî (2001, Bi nave “Dîdarê Yar” ji alîye Zahid Birîfkanî)
  • El heqîqe wel beyan fî tercûmet sadat Birîfkan (verger, 1961)
  • Pêncî u Yek helbestvanên kurdî

Çavkanî[biguherîne]

Kovara Nûdem lêkolîna Zeynelabidîn Zinar