Evdilsemedê Babek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Evdilsemedê Babek
Navê rastî Evdilsemedê kurê Babekê kurê Ebdulqasimê kurê Mensûr
Pîşe Helbestvan, Alim û Nivîskar
Zayîn 972
Colemêrg
Mirin 1019
Bexda ?
Hevwelatî Kurdistan
Esil  Kurd
Zimanê nivîsê Kurdî (Kurmancî)
Tevgera wêjeyî   Olî, Xweristî
Bandorker Sadiq Behaedîn Amêdî
Berhemên navdar
  • Dîwan
Agahiyên din

Helbestvanê kurd ê herî pêşîn yê zaravayê kurmancî nivîsiye

biguherîneBelge

Evdilsemedê Babek (b. 972, Colemêrg - m. 1019, Bexda ?) helbestvan û nivîskarê kurd e ku herî pêşîn bi zimanê kurdî bi zaravayê kurmancî helbest nivîsandiye.

Evdilsemed kurê Babekê kurê Ebdulqasimê kurê Mensûrê hozanvan e.
Leqeba wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran cîhên wek; Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û geriyaye.

Gorî Îbn Xelikan di pirtûka xweya Wefat el-Eyan de dinivîse ku Ew di sala 972'an li Colemêrgê tê dinê û di 1019'an de jî wefat dike. Lê gorî hin çavkaniyên din ew navbera salên 938 û 995'an de jiyabûye. Evdilsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû û ji hêlê xelk de jî pir dihat hesibandin û xwendin.

Sadiq Behaedîn Amêdî wî wek helbestvanê kurdê pêşin bû ku ji Îslamê şunda pêşde der ketibû. Dîsa Amêdî dibêje ku bixwe sê dîwana Babek ditiye. Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xweristî nivisîne.

Çavkanî[biguherîne]