Here naverokê

Heciyê Cindî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B paqijî, replaced: (z. → (jdb., 8]]'a → 8]]a (2), 1ê gulanê 1990 → {{dîrok|1|gulan|1990}}, m. {{dîrok| → m. {{mirin|, ( → (, jidayîk → jidayik, typos fixed: Kurdî → kurdî AWB
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 8: Rêz 8:
}}
}}


'''Heciye Cindî''' (jdb. [[1908]] – m. {{mirin|1|gulan|1990}}) [[fîlolojî|fîlolog]], [[wergêr]] [[zargotinzan]] û [[nivîskar]]ê êzîdî bû. Cindî nivîskarê kitêba ''[[Ûsiv û Zelîxe]]'' ye.
'''Heciye Cindî''' (jdb. [[1908]] – m. {{mirin|1|gulan|1990}}) [[fîlolojî|fîlolog]], [[wergêr]] [[Folklor|zargotinnas]] û [[nivîskar]]ê êzîdî bû. Cindî nivîskarê pirtûka ''[[Ûsiv û Zelîxe]]'' ye.


== Jînenîgarî ==
== Jînenîgarî ==

Guhartoya 15:02, 8 kanûna paşîn 2022

Heciyê Cindî
Jidayikbûn1908
Mirin1ê gulana 1990an
Esilkurd
Pîşefîlolog, terciman, nivîskar
biguhêreBelge

Heciye Cindî (jdb. 1908 – m. 1ê gulana 1990an) fîlolog, wergêr zargotinnas û nivîskarê êzîdî bû. Cindî nivîskarê pirtûka Ûsiv û Zelîxe ye.

Jînenîgarî

Heciyê Cindî di sala 1908a li gundê Emançayîra girêdayî Dîxora Qersê, li Bakurê Kurdistanê ji malbateke êzîdî ji dayik bûye. Zarokatiya wî li gund derbasbûye. Lê di salên 1918a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala 1929a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930a de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930î de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya kurdî ya li Ermenistanê bû. Di sala 1938a de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek kitêbên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend kitêbên ji zimanên din wergerandin zimanê kurdî, gelek kitêbên berhevkariyê çap kirin. Di aliyê din de jî, di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, di Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di Akademiya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn Kurd li Qafqasya ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qafqasya ku keçên xwe bêyî qelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Sovyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Heciyê Cindî, di 1ê gulana sala 1990î, çavên xwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.

Li pey xwe zêdetirî 110 kitêb, berhevok û lêkolîn hîştin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.[çavkanî hewce ye]

Berhem

  • Kolxozvanê derbdar, elifba, bona mezina (1933)
  • Ktêba zmanê kurmancî, bona koma sisya (1933)
  • Nvîsarkarê kurmanca, efrandina duya (1934)
  • Kitêba zimanê kurmancî, bona dersxana sisya (1935)
  • Kitêba zimanê kurmancî, bona dersxana şeşa (1935)
  • Folklora kurmanca (tevî Emînê Evdal, 1936)
  • Kilamên kurdî yên gelerî (tevî kompozîtor Karo Zakaryan, 1936)
  • Hikyatên kurdî yên gelerî (1940, bi ermenkî)
  • Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî (lêkolîn û têkst, 1941, bi kurdî û ermenkî)
  • Folklora Kurdî (1947, bi ermenkî),
  • Şaxên êposa Koroxliyê kurdi (lêkolîn û têkst, 1953, bi ermenkî)
  • Memê û Zînê (lêkolîn û têkst, 1956, bi ermenkî)
  • Folkilora kurdî (1957),
  • Beyt-serhatiyê kurdi (1962, bi wergera ser rûsî ya bi destî nivîskar û zanyarên cuda-cuda, bi amadakirin û pêşgotina Heciyê Cindî, Moskova),
  • Kilamê cimeta kurdaye lîrîkiyê (1975)
  • Şaxên êposa “Rostemê Zalê kurdi" (tekst û lêkolîn, cilda 1ê, 1977),
  • Şeş cildên “Hikyatên cimeta kurda”,
  • Ûsiv û Zelîxe (lêkolîn û tekst, 2003),
  • Dimdim, lêkolîn û têkst (Yêrêvan, sala 2005 û Êrbîl, sala 2007),
  • Şaxên êposa “Rostemê zale kurdî”,(cilda nû, ya 2-a, Duhok, sala 2006) û hwd
  • Folklora Kurmanca, 2008, Weşanên Avesta.

Girêdanên derve