Here naverokê

Şêx Rizayê Talebanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêx Riza hat beralîkirin)
Şêx Rizayê Talebanî
Şêx Rizayê Talebanî
(ji pirtûka D. Mukerrem Talebanî)
Jidayikbûn1835
Kerkûk, Qirix
Mirin1909
Bexda
EsilKurd
HevwelatîÎmparatoriya Osmanî
PîşeHelbestvan
Dê û bav
  • Şêx Ebdurehmanê Talebanî (bav)
biguhêreBelge

Şêx Rizayê Talebanî (jdb. 1835 Kerkûk − m. 1909 Bexda) helbestvanê kurd e.

Şêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar aniye. Çi merivên hikûmetê bin û çi jî merivên wî bi xwe bin, kê neheqî an xetayek li dij wî an jî li dij xelkê kiribe, Şêx Riza bi hicîvên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.

Şêx Rizayê Talebanî kurê Şêx Ebdirehmanê Talebanî ye, di 1835an de li hêla Kerkukê li Qirixê hatiye dinyayê. Pêşî li ber destê bavê xwe xwendiye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkuk, Koye û Silêmaniyê.

Şêx Riza di 1860î de diçe Helebê, paşê diçe Stembolê. Du salan li Stembolê dimîne, pişt re vedigere Kerkukê. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe bajarê Koyeyê cem apê xwe Şêx Xefûr. Kaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela rêzek jê weha ye:

Mamekem qehpejine dewletî Şeddadî heye
Talihî rahber û bextî xuda dadî heye


Şêx Riza di 1866 an de diçe Erzîromê û di wir re jî diçe Stembolê. Çi li Stembolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Stembolê dimîne. Paşê di 1874an de vedigere Kerkukê. Pişt re ji karbidestên Kerkukê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkukê diqehire, ji Kerkukê bar dike diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de weha dibêje:

Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk
Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk.


Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Şêx Hesen re weha dibejê:

Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen
Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere.


Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Sidqî Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza welê li ser wan nivîsiye ku êdî herdu helbestvanan jî ji ber Şêx Riza pes kirine. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî weha dibêje:

Pûre Şukrî besîye ba netgêm û şemet leq nekem
Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem.

Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîr î
Ger kuzî xuşkit wekû eywanî Kesra şeq nekem.


Dîsa di helbestek xwe de henekê xwe bi hin şaîran dike û weha dibêje:

Çunkî şa'îr zor bûwe lem 'esre da
Bote heşrî nêreker lem hucre da.


Şêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 saliya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra (mezelê) Evdilqadirê Geylanî vedişêrin.

Şêx Rizayê Talebanî bi kurdî, farisî, erebî û tirkî helbest nivîsîne. Ev helbestên wî hemû wek dîwan cara pêşî di 1935an de li Bexdayê hatiye çapkirin.