Here naverokê

Şêx Şemsedînê Exlatî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêx Şemsedînê Exlatî
Jidayikbûn1588
Xelat, Bidlîs - Bakurê Kurdistanê
Mirin1674
Dihok, Başûrê Kurdistanê
PîşeWêjevan, Helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
Şêweyê wejêyîEşq, Dîn, Felsefe
biguhêreBelge

Şêx Şemsedînê Exlatî (1588 Xelat - 1674 Dihok) Wêjevan û helbestvanê kurda ye. Şairê edebiyata kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di edebiyata kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.[1]

Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Xelatê ku îroj li ser Bidlîsê ji dayik bû ye. Ji ber şerên di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Xelatê ber bi çiyayên Oremarê koçberî bû ye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cîh bû ye.

Şêx Şemsedîn, perwerdehiya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, çûn li ser Xwedê xwe û li wê derê hatiye gor kirin

Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha ya hû Miṣr û Beġdad û Dimeşq im tenenaha ya hû Teşneê abê wiṣal im ji ġemê ‘işqê tinalim ‘Aşiqê Ḥeyyê Celal im tenenaha ya hû

Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş ne hatiye nasîn.

‘Alem eger çi qal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Qetl im eger ḥelal tikin ez tibêjim ji derdê ‘işq Munkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê dibêjin ew Xûnim eger tirêjin ew ez tibêjim ji derdê ‘işq

Ji hêla nirxandina edebî ve ziman û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çê kirine. Cihê wî di edebiyata kurdî de pir girîng e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bi kar anîn taybetê bi wî ye. Şêx Şemsedîn, bawerîya wî bi raman wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in.

Çûye ji min ṣebr û qerar tigrîm bi feryad û hewar Navête min ġeyrî dîdar ten tele lat la la

Dîwaneke wî heye helbestên kurmancî[2]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 19 sibat 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 hezîran 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)