Kurdistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
ShewanKara (gotûbêj | beşdarî) BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
{{Parastin|small=yes}} |
{{Parastin|small=yes}} |
||
{{Ev gotar| derbarê welatê kurdan e. Ji bo wateyên din ên '''Kurdistan''' bibîne: [[Kurdistan (cudakirin)]]}} |
{{Ev gotar| derbarê welatê kurdan e. Ji bo wateyên din ên '''Kurdistan''' bibîne: [[Kurdistan (cudakirin)]]}} |
||
[[Wêne: |
[[Wêne:20190115-kurds-map.png|thumb|Nexşeya Kurdistana rastîn]] |
||
[[Wêne:Old Kurdistan Map, Ibn Hawqal.png|thumb|225px|Nexşeya Kurdistanê ya [[Ibn Hewqal]] (sala 977an piştî zayînê)]] |
[[Wêne:Old Kurdistan Map, Ibn Hawqal.png|thumb|225px|Nexşeya Kurdistanê ya [[Ibn Hewqal]] (sala 977an piştî zayînê)]] |
||
[[Wêne:Kashgari map.jpg|thumb|Nexşeya ku [[Mehmûd Qeşqerî]] di pirtûka xwe [[Divânu Lügati't-Türk]] de xêz kirî. Li ser nexşeyê Erdu'l-Ekrad ("Axa Kurdan") lêkirî yê (sedsala 11em).]] |
[[Wêne:Kashgari map.jpg|thumb|Nexşeya ku [[Mehmûd Qeşqerî]] di pirtûka xwe [[Divânu Lügati't-Türk]] de xêz kirî. Li ser nexşeyê Erdu'l-Ekrad ("Axa Kurdan") lêkirî yê (sedsala 11em).]] |
||
Rêz 8: | Rêz 8: | ||
[[File:View of Sulaymaniyah (Sulaimani) City , Kurdistan.jpg|thumb|Bajarê Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê)]] |
[[File:View of Sulaymaniyah (Sulaimani) City , Kurdistan.jpg|thumb|Bajarê Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê)]] |
||
[[File:Centrum van Duhok.jpg|thumb|Bajarê [[Dihok]]ê ([[Badînan]], Başûrê Kurdistanê)]] |
[[File:Centrum van Duhok.jpg|thumb|Bajarê [[Dihok]]ê ([[Badînan]], Başûrê Kurdistanê)]] |
||
[[File:SnahCity.JPG|thumb|Bajarê [[ |
[[File:SnahCity.JPG|thumb|Bajarê [[Sina]]yê, [[Rojhilatê Kurdistanê]]]] |
||
[[File:Kamishly view.jpg|thumb|Bajarê [[Qamişlo]], [[Rojavayê Kurdistanê]]]] |
[[File:Kamishly view.jpg|thumb|Bajarê [[Qamişlo]], [[Rojavayê Kurdistanê]]]] |
||
[[File:Bêrîtanî-4.jpg|thumb|Nîştecihekî Kurdistanê (kurd)]] |
[[File:Bêrîtanî-4.jpg|thumb|Nîştecihekî Kurdistanê (kurd)]] |
Guhartoya 14:31, 3 sibat 2021
Kurdistan (کوردستان; i/kʊrdɪstɑːn/), Ew welatê kurda ye û welatekî kevnar yê Rojhilata Navî ne. Kurdistan di navbera welatên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye parçekirin. Li gor vê parçebûnê jî, beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.
Peyvnasî
Navê Kurdistanê yê kevn Kardox [1][2][3][4][5][6][7] bû.
bi yewnanî: Κορδυηνή Kordyinî,
bi îbranî:[8] קרטיגיני, Kirtîgînî
bi ermenî: Կորճայք, Korçayk
li kelaka Kardoxê sumeriyan ji welatê kurdan re digotin Kur-a, Gutiyum û Welatê Karda elamîtan jî Kurdasu, akadiyan jî Kurtey asûriyan jî Kurtî û babîliyan jî Qardo digotin Romiyan jî Corduene bikarandin.
Piştî firehbûna erebên misilman (633-650 piştî zayînê) jî welatê kurdan re digotin Erdu'l-Ekrad (Axa Kurdan) û Biladu'l-Ekrad (Warê Kurdan). Tirkên oẍiz jî navên erebî yên "welatê kurdan" bi kar anîne[çavkanî hewce ye].
Berî dagîrkirina selcûqiyan, dîroknivîs Matthiasê Edessayî di dîroknameya xwe yê bi ermenî de navê K'rdstanac dabû hêremeke di nav Amed û Siverekê de[9]
Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye bikaranîn. Selcûqiyan navçêya Bahar li başûrê Hamedan, "Kurdistan" lê nav danîn. Li gorî Şerefxan herêma mîrgeha Melkişî ya Dêrsimê wek Kurdistan dihat nasîn.
Dîrok
- Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Eger em bixwazin bi avayekî zanistî û li gor datayên şûnwarnasiyê ji dîroka Kurdistanê re binêrin gelek tiştên nû eşkere dibin. Li gor Projekta Şûnwarnasiya Zagrosa Navendî (CZAP) Kevintirîn cih li rojhilata Kurdistan û Îranê gundê Şîxawa (Sheikh-e Abad)ê ye li parêzgeha Kirmaşanê ku dîroka wî vedigere 9810±60 berî zayîn an 11825±60 sal berî niha. Lewra dîroka şaristaniyeta Kurdistanê gelek kevintir e ji Împeratoriya Medya û hatina gelên biyanî bo Kurdistanê. [10]
Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
Ziman
- Gotara bingehîn: Zimanê kurdî
Erdnîgarî
- Gotara bingehîn: Erdnigariya Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Rûerdên bajarên kurdistanî
- Gotara bingehîn: Çemên Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Çiyayên Kurdistanê
- Ji bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê
Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.
-
Nexşeya Kurdistanê
Beşên Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.
Başûrê Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Başûrê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.
Rojhilata Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Rojhilata Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.
Rojavaya Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Rojavaya Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.
Dîn
- Gotara bingehîn: Dînên kurdan
- Gotara bingehîn: Belavbûna Îslamê li Kurdistanê
Li Kurdistanê Ji xeynî misilmanan gelek olên dinên cuda jî hene. Weka êzîdî, zerdeşt, xiristiyanî, cihû û çend olên din jî.
Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînê Zerdeşt bûn navê dînê Zerdeşt Behdîn e, piştî ku Îslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan hatine misilman kirin.
Civak
Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.
Pêkhateya neteweyî ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) [11] |
% |
---|---|
Kurd | 85,9% |
Tirk | 5,3% |
Ereb | 3,6% |
Ecem | 3,1% |
Fars | 2,9% |
Asûrî | 2,2% |
Ermen | 1,5% |
Tirkmen | 1,4% |
Neteweyên din | 4,1% |
Çand
- Gotara bingehîn: Çanda kurdî
Ala
- Gotara bingehîn: Alaya Kurdistanê
Alaya kurdan ya ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zere bi 21 tîrêjan e. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kevnên Kurdan de çevenga vejînê ye.[12] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.
Ramana rengan ji eve:
- Sor: xwîna canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin.
- Spî: azadiya li Kurdistanê
- Kesk: sirûşta Kurdistanê
Sirûda netewî
Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.
Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) ve di sala 1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.
Cihên dîrokî
- Gotara bingehîn: Cîhên dîrokî yên Amedê
Galeriya wêneyan
-
Avahîsaziya rûsî li Qersê (Bakurê Kurdistan)
-
Gola Wanê ji ezman (Bakurê Kurdistan)
-
Wêneyek xwezayî ji Rojhilatê Kurdistanê
-
Zincîra Zagros ji ezman
Çavkanî
- ^ N. Maxoudian, Early Armenia as an Empire: The Career of Tigranes III, 95–55 BC, Journal of The Royal Central Asian Society, Vol. 39, Issue 2, April 1952 , pp. 156–163.
- ^ A.D. Lee, The Role of Hostages in Roman Diplomacy with Sasanian Persia, Historia: Zeitschrift für Alte Geschichte, Vol. 40, No. 3 (1991), pp. 366–374 (see p.371)
- ^ M. Sicker, The pre-Islamic Middle East, 231 pp., Greenwood Publishing Group, 2000, (see p.181)
- ^ J. den Boeft, Philological and historical commentary on Ammianus Marcellinus XXIII, 299 pp., Bouma Publishers, 1998. (see p.44)
- ^ J. F. Matthews, Political life and culture in late Roman society, 304 pp., 1985
- ^ George Henry Townsend, A manual of dates: a dictionary of reference to the most important events in the history of mankind to be found in authentic records, 1116 pp., Warne, 1867. (see p.556)
- ^ F. Stark, Rome on the Euphrates: the story of a frontier, 481 pp., 1966. (see p.342)
- ^ Efraim Elimelech Urbach, I. Abrahams, The Sages, 1089 pp., Magnes Press, 1979, ISBN 965-223-319-6, p.552
- ^ Garnik Asatrian: Die Ethnogenese der Kurden und frühe kurdisch-armenische Kontakte, erschienen in Iran & the Caucasus, Vol. 5 (2001), S. 41–74
- ^ [https://web.archive.org/web/20160818192022/http://www.czap.org/sheikh-e-abad Girêdana arşîvê 2016-08-18 li ser Wayback Machine
- ^ Ebdulla Xefur (1996). Cugrafyay Kurdistan. APEC, Swêd.
- ^ Dr. M. R. Izady. "The National Flag of Kurdistan". Encyclopaedia Kurdistanica. Ji orîjînalê di 1 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 sibat 2008.
Girêdanên derve