Melayê Cizîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Jiyana Melayê Cizîrî hat beralîkirin)
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Navê rastî
Ehmed
Jidayikbûn1570
Mirin1640
Cizîr
EsilKurd
HevwelatîKurdistan
PerwerdeMedreseya Sor,
Medreseya Strabadê
DestûrnameMele Taha
PîşeHelbestvan û Nivîskar
SerdemSedsala 16an u 17an
BandorkerEhmedê Xanî, Şêx Memdûhê Birîfkanî, Seîdê Nûrsî, Hejar
Dê û bav
  • Muhemmed (bav)
biguhêreBelge
Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî, li Cizîra Botan.

Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî (jdb. 1570, Cizîr – m. 1640, Cizîr) yek ji helbestvan û nivîskarekî mezin yên kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Melayê Cizîrî zanyarekî kurd e ku di sala 1570 an de ji dayîk bûye. Mela Ehmedê Cizîrî ji xeynî zimanê kurdî zimanê erebî û farisî dizanî û bi tenê bi zimanê kurdî xwe bi wêjeyî xwe îfade kiriye. Li bajarê Cizîrê dest bi xwendina xwe dike û ji bo perwerdeya felsefe, stêrnasî û dînîvasyonê (pêşdîtina bûyeran) li Bexda, Sûriye, Misir û Farisan berdewam kiriye. Di vê serdemê de bi Hafizê Şîrazî ku jê bi bandor dibe û di helbestên wî de dibe xwedî bandor, nas dike.[1] Bandorên din jî Rûmî, Saadê Şîrazî û Camî bûn.[2]

Bi hizir û ramana ji xwe re jî mezin bû. Dema xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde nehatin dema me. Gelek hê jî winda ne. Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 16an de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ewçend jî rastiya wî û pêşketinên ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bêne dîtin.[3][4]

Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe.

Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dijlê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê re, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman.

Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîn û mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wir e. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan jî heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne, êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve.

Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew jî digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew jî dixweze ku xwe bigihinê wanderan.

Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê jî, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe, êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê nakê û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew tê wan herêmên Kurdistanê, yên ku navê wan hene û di wan de zanist jî hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.

Li wir, li cem Şêx Hisên demeke dirêj li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre tê Amede. Li Amedê, di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe mirovekî pir mezin û zane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî jî weke demekê dimene. Li wir jî xwe bi pêş dixe. Pir dixwîne. Pir eşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê, piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di îlmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî Mele Taha qinyatê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqiyan. Ew jî, ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew jî bi dilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.

Piştî ku demekê li wir dimene, êdî careke di tê Amedê û li wir hinekî di jî li civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê û li wir jî demekê dimene. Piştî ku demeke dimene, duvre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibînê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe.

Meleyê Cizîrî, piştî ku divegerihê, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîra Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de jî dinivîsene. Biqasî ku em zanin, wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gihana roja ma. Lê gelek ji wan jî, yên ku gihana îro, bidev gihana. Haya dawiya umrê xwe li Cizîre Botan dimîne. Li wir, li Medresa Sor jî, demeke dirêj seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqiyên wî jî, piştre dibine zanistvanên mezin. Piştî vêqasê, heya ku digihê dilovaniya xwe, li wir dimene. Piştî ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqiyan û şîret li mirovan dikirin, naveqetênin. Mezele wî li Medresa Sor tê çêkirin û ew li wir tê bicihkirin.[5][6]

Hê jî, haya îroj mezele wî li wir e û haya îroj jî dimene.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên wî
  • Dîwana Melayê Cizîrî, Dîwan 114 beş in.

Pirtûk ji aliyê nivîskar Celaleddin Yöyler ve bi navê "Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî" hatiye neşrkirin....[bi giştî çar cureyên helbesta kurdî hene: 1. helbesta QEHREMANÎ-NETEWÎ ku mînaka wê ya herî berceste di zimanê kurdî da Mem û Zîn e 2. helbesta AWAZÎ-STRANKÎ ku mînaka herî berçav, xezelên Cizîrî ne 3. Helbesta AMOJGARÎ-PERWERDEYÎ û 4. helbesta NIMAYIŞÎ...her yek ji van cureyên helbestan hêman û girovên xwe ne...her wiha di wêjeya kurdî da pênc rêbazên sereke hene: 1. rêbaza kevin ku pêşengê wê Ebdusemmed Babek e 2. rêbaza Êzidiyan 3. Rêbaza Botanê ku her yek ji kenkeneyên wekî Feqî, Cizîrî û Xanî bavê çiqeke vê rêbazê ne 4. rêbaza wêjeya kurdên Xorasanê ku pêşengên wê Ibni Xerîb û Ce'fer Qulî Zengî ne 4.rêbaza nû ku ji 1900 vêvetir bi destê Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî wek yekemîn nûxwazê kurd di qada wêjeyê da tê hisabê, dest pê bûye..înstagram: usibe_bemal]

Pêşangeha wêneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ Qasida poetry in Islamic Asia and Africa. 1: Classical traditions and modern meanings. Studies in Arabic literature. Leiden: Brill. 1996. ISBN 978-90-04-10295-8.
  3. ^ Martin Hartmann: Der Kurdische Diwan des Schech Ahmed von Geziret Ibn ’Omar genannt Mala’i Gizri. S. Calvary und Co, Berlin 1904.
  4. ^ Ahmad b. al-Mulla Muhammad al-Buhti Al-Zivingi: Al-’Iqd al-Jawhari fi sharh Diwan al-Shayk al-Jazari, 2 Bände. Qamislo 1959, 2. Ed. 1987
  5. ^ Kreyenbroek, Philip G. (2005). Kreyenbroek, Philip G. (ed.). On The Kurdish Language. Routledge. p. 56. ISBN 978-1-134-90766-3.
  6. ^ ^ a b Shakely, Ferhad (1996). Sperl, Stefan (ed.). The Kurdish Qasida. Brill Publishers. p. 336. ISBN 978-90-04-10295-8.
  • Çavkaniya vê nivîs pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a bi navê `melayê Cizîrî ya. Pirtûk di tirmeha 2013an de hatiya nivisandin. Nivîs weke çend beşan ji navaroka pirtûkê hatiya berhevkirin.