Kurmancî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdiya bakur hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Kurmancî (cudakirin) binêre.
Kurmancî
Kurdiya Kurmancî
Welatên lê tê axaftin Kurdistan Kurdistan
Tirkiye Tirkiye
Îran Îran
Iraq Îraq
Sûrî Sûrî
ErmenistanErmenistan
Gurcistan Gurcistan
Azerbaycan Azerbaycan
Îsraêl Îsraêl
Rûsya Rûsya
Ewropa Ewropa
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA
Awistralya Awistralya
Herêm Kurdistan
Diyasporaya kurdan
Axiverên zimanê zikmakî 28-32m

mîlyon[1] (2019)
[2][3]

Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî, erebî û kîrîlî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Kurdistan Kurdistan
IraqIraq
SûrîSûrî
Rojavaya KurdistanêRojava
ErmenistanErmenistan
Cihê lê zimanê kêmnetewe Tirkiye Tirkiye
Îran Îran
Azerbaycan Azerbaycan
Sazkerên zimên Îraniya berê
Kodên zimanî
ISO 639-1 ku
ISO 639-2 krd
ISO 639-3 kmr


Kurmancî, Kurdiya jorîn yan jî Kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî li herçar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin û rêjeya zêde ya kurdan bi zaravayê kurmancî diaxivin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cuda cuda hatiye binavkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başurê Kurdistanê jî wek badînî hatiye binavkirin.

Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurmancî[4][5] = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd[çavkanî hewce ye] xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû "ev axên me ne, em neherrin"[çavkanî hewce ye].

1. Peyva kur kurd e, lê em baş dizanin ku diroka peyva kur gelek kevn e ji ber ku 3000 salan berê zayînê ev peyv hebû. Bi zimanê sûmeran em dibêjin kur ji bona "welat, çiya, erd" .[6] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[7] û ji bo "erd" em dibêjin lur [8][9] (bi ermenî çiya = lêr[10]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[11] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî [12] ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord [13] dibînin.

2. Peyva man [14] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî [15] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere [16].[17] Bi ermenî em dibêjin mnal [18] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men [19] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".

3.Peyva [20] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [21]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [22] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.

Belavbûna kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di roja me de kurmancî di gelek welat û axan de ji alî gelê kurd ve tê axaftin. Belavbûyîna zarava, ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sînorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Xinûs, Mûş, Bedlîs, sînorê Sêrtê Kozluk, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meledî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Afrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek herêmên Sêwazê ev zarava tê bikaranîn.

Deverên kurmancîaxiv[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ergin Öpengin û Geoffrey Haig, du zimannasên Zanîngeha Bambergê (Almanya), li lêkolîneke (Öpengin & Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş dikin[23]:

Devera zaravayên başûrrojhilat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera zaravayên başûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera zaravayên bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera zaravayên başûrrojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera zaravayên bakurrojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devokên kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurmanciya rojhilat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Botanî, serhedkî, torî, şîkakî, behdînî, qerejdaxî, wanî, hekarî

Kurmanciya navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin

Kurmanciya rojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dersimkî, kurmanciya Dêrsimî
  • Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
  • Reşoyî (li Anatolya Navîn, Semsûr, Dîlok, Meletî, Gurgum û Efrîn)
  • Sêwasî
  • Meletî, entebî, efrînkî, kobankî
  • Urfî, kurmanciya Anatolyayê

[24][çavkanî hewce ye]

Kurmanciya Xoresan û Deylaman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ameranlûyî, qoçanî
  • Bocnûrdî, canbegî, modanlûyî
  • Reşwanlû (Reşoyî)
  • Kelûn Abdû (li Farsê)[25]

Dengnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîpên dengdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengên vokal ên kurdî[çavkanî hewce ye]
Pêş Navend Paş
Nêzik 'i'
î
'ʉ'
u
'u'
û
Nîvek 'e'
ê
'ɪ̈'
i
'o'
o
Vebûyî 'æ'
e
'a'
a
 

Tîpên bêdeng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengên konsonant ên Kurdî
Lêvî Diranî Pidûyî Arikî Zimanokî Hefikî Gewriyî
Pozî m n ŋ
Teqînok Bêdeng p t t͡ʃ k q
Dengdar b d d͡ʒ ɡ
Bêhndar t͡ʃʰ
Pêhntar d͡ʒʱ ɡʱ
Arînok Bêdeng f s ʃ x ħ h
Dengdar v z ʒ ɣ ʕ
Nêzok w l j
Wîçînok r
Civînok ɾ

Alfabe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Edebiyata herî pêşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên pîroz ên êzdiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilwe[çavkanî hewce ye] û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin[çavkanî hewce ye].

Şerefxanê Bedlîsî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.

Eliyê Herîrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.

Ehmedê Xanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an[çavkanî hewce ye].

Erebê Şemo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.

Destanên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Memê Alan, Mem û Zîn, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş ji wan destanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.

Navgînên ragîhandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Med TV[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.ethnologue.com/country/TR/languages
  2. ^ https://www.researchgate.net/figure/Map-of-major-regional-dialects-in-Kurmanji_fig1_297789163
  3. ^ https://www.academia.edu/9265566/Regional_variation_in_Kurmanji_A_preliminary_classification_of_dialects
  4. ^ http://www.ezdixandi.com/forum/48-1146-1 Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine (Li ser maplea Yezidiyan. Li gora dîroknas "MICHAIL FAROE " peyva kur-d-man-cî = ciya-man-cih e)
  5. ^ http://www.blueglobetranslations.com/about-kurdish-kurmanji-language.html Girêdana arşîvê 2013-06-18 li ser Wayback Machine (li gora malpera blue globe translations, kurmancî= kurd+man+cî)
  6. ^ http://psd.museum.upenn.edu/epsd/epsd/e3180.html (li ser ferhenga sûmerî-îngilîzî peyva kur bi 5000 salî ye)
  7. ^ http://www1.euskadi.net/morris/resultado.asp (ji bo welat bi baskî em dibêjin "herri" = kur)
  8. ^ http://translate.google.com/?hl=fr#eu%7Cen%7Clur
  9. ^ http://projetbabel.org/basque/dictionnaire.php?q=terre&c=fra
  10. ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=montagne&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
  11. ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech = terre
  12. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  13. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 23 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  14. ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=man
  15. ^ http://starling.rinet.ru/cgi-bin/response.cgi?single=1&basename=/data/nostr/nostret&text_number=+561&root=config
  16. ^ http://translate.google.com/?hl=fr#en%7Cla%7Cstay
  17. ^ http://www.latin-dictionary.net/q/latin/manere.html
  18. ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=rester&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
  19. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  20. ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=yer
  21. ^ http://www.iranicaonline.org/articles/deylamites
  22. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  23. ^ Ergin Öpengin & Geoffrey Haig, Reginal variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects. Li Kurdish Studies, 2:2014, r. 143-176.
  24. ^ Izady, M.R.: The Kurds, Washington 1992???
  25. ^ Mann, O.: Kurdische Mundarten der Kälun-Abdû, IN: Kurdisch-Persische Forschungen II.1: Die Tajik-Mundarten der Provinz Fars.