Here naverokê

Kurmancî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanê kurdiya kurmancî hat beralîkirin)
Kurmancî
Kurdiya kurmancî
Welatên lê tê axaftin Kurdistan Kurdistan
Tirkiye Tirkiye
Îran Îran
Iraq Îraq
Sûrî Sûrî
ErmenistanErmenistan
Gurcistan Gurcistan
Azerbaycan Azerbaycan
Îsraêl Îsraêl
Rûsya Rûsya
Ewropa Ewropa
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA
Awistralya Awistralya
Herêm Kurdistan
Diyasporaya kurdan
Axiverên zimanê zikmakî 28-30

milyon [1][2][3]

Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî, erebî û kîrîlî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Kurdistan Kurdistan
IraqIraq
SûrîSûrî
Rojavaya KurdistanêRojava
ErmenistanErmenistan
Cihê lê zimanê kêmnetewe Tirkiye Tirkiye
Îran Îran
Azerbaycan Azerbaycan
Sazkerên zimên Îraniya berê
Kodên zimanî
ISO 639-1 ku
ISO 639-2 krd
ISO 639-3

Belavbûna zimanên kurdî

     Kurmancî      Soranî      Zazakî

     Xwarîn (zimanê Goranî jî di nav de ye)      Herêmên tevlîhev

Kurmancî, kurdiya jorîn yan jî kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku li devereke berfirehê Kurdistanê tê axavtin.[4] Zaravaya Kurmancî li gel deverên Kurdistanê li herêmeke berfirehê Anatolyaya Navîn, li Xorasanê û li diyasporaya kurdan tê bikaranîn. Kurmancî li hinek herêmên Kurdistanê bi navên cihêreng hatiye binavkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başûrê Kurdistanê jî wek badînî hatiye binavkirin.

Li ser nexşeyê belavbûna kurmancî.

Kurmancî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku yek ji zimanên îranî ya zimanmalbata zimanên hind û ewropî ye. Zaravayê kurmancî di nav komziman a kurdî de zaravaya bakurê zimanê kurdî pêk tîne. Zarava ji rojhilat ber bakur, ji bakur ber bi rojava ve li herêmeke berfireh ê Kurdistanê, li Anatolyayê û li Xorasanê ji aliyê 28-30 milyon kesan ve tê axaftin ku zaravaya herî berfireh ê Kurdistanê ye.[1][2][3]

Zaravayê kurmancî bi kêmanî bê jî li hinek welat û deverên cihêreng bi alfabeyên cihêreng tê nivîsandin. Di roja îro de alfabeya standard a kurmancî alfabeya hawar e ku yekem car di 15ê gulana sala 1932an ji aliyê kovara Hawarê ve hatiye bikaranîn.[5]

Yekem car di sedsala 10an de di gotara wî yê di derbarê alfebeyan de ku ji aliyê nivîskarê kildanî ya serdema navîn Ibn Wehşiye (j. 930/1) ve hatiye nivîsîn behsa zaravaya kurmancî hatiye kirin. Dîroknasê awistirî Joseph Hammer di tomarên xwe de behsa hebûna alfabeyekê zaravaya kurmancî kiriye.[6]

Tê texmîn kirin ku kurmancî ji sedsala 10an heta sedsala 12an bi damezrandina gelek xanedanên kurd ên wekê Hesenweyhî, Rewadî, Eyûbî û bi taybetî di bin desthilatdariya Merwaniyan de ku geşedaneke aborî û çandî ya berbiçav bi dest xistine, ji wê demê heta niha wekê zimanekî edebî hatiye bikaranîn. Di bin serweriya eyûbiyan de, gelek zanyar destnîşan dikin ku kurmancî statuyeke taybet bi dest xistiye lê qebûl dikin ku ji ber nebûna belgeyên nivîskî yên kurmancî yên ji qesrên eyûbiyan, delîl kêm in.[6]

Yekem belgeya nivîskî ya kurmancî ya ku tê zanîn, di sedsala 12an de di berhema erdnîgarî ya Mu'cem ul-Buldān a Yaqut el-Hemawî hatiye dîtin ku tê de hinek peyvên kurmancî di nivîseke bi piranî neşirovekirî ye hatine dîtin.[6]

Eleqeya li ser bikaranîna kurmancî di wêjeyê de ji sedsala 14an pê ve dest pê kiriye ku di vê serdemê de Kurdistan aramiyeke siyasî û geşedana aborî bidestxistiye. Lêbelê heta sedsala 16an kevneşopiyeke edebî ya kurmancî dernakeve holê. Di vê serdemê de Şerefxanê Bidlîsî ji Mîrektiya Bidlîsê nivîsandiye ku serokê Keleha Derzinê piraniya helbest û şîroveyên xwe yên teolojîk bi kurmancî nivîsandiye. Her wiha di dema gera xwe yê li Kurdistanê de, gerok Ewliya Çelebî pesnê saziyên perwerdehiyê yên herêmên Amêdî û Akrê daye û di geroknameya xwe de helbesteke kurmancî ya helbestvanekî herêmî nivîsiye.

Zanyarên navdar ên vê serdemê ku heta roja îro berhemên wan ê kurmancî hatine parastin, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Teremaxî û Ehmedê Xanî ne. Berevajî zanyarên vê serdemê, Ehmedê Xanî ji bo kodkirina kurmancî wekî zimanekî nivîskî xebitiye.[6]

Yekem berhemên ku bi tîpên latînî ya kurdî (kurmancî) hatiye nivîsandin kovara Hawar e ku di 15ê gulana 1932an de li Şamê dest bi weşana xwe kiriye û heta 15ê tebaxa 1943an (12 sal) 57 hejmarên hatine weşandin.[7][8] Alfabeya latînî ya ku di kovara Hawarê de hatiye bikaranîn di îro de wekê alfabeya latînî kurmancî tê bikaranîn.

1. Peyva kur, peyveke gelek kevn e ku di 2000 salên b.z. de ev peyv ji aliyê sûmeriyan ve ji bo ravekirina "welat, çiya û erd" hatiye bikaranîn.[9] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[10] û ji bo "erd" em dibêjin lur [11] (bi ermenî çiya = lêr[12]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[12] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî [13] ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord [14] dibînin.

2. Peyva man [15] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî [16] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere [17].[18] Bi ermenî em dibêjin mnal [19] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men [20] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".

3.Peyva [21] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [22]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [23] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.

Belavbûna kurmancî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurmancî zaravaya herî berbelav û berfirehê zimanê kurdî ye ku li devereke berfirehê Kurdistanê belav bûye. Zaravaya kurmancî ji xeynî deverên Kurdistanê li herêmeke berfireh ê Anatolyaya Navîn û li Xorasanê jî tê axavtin.[24]

Li deverên Kurdistanê belavbûyîna zaravaya kurmancî ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sinorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Xinûs, Mûş, Bedlîs, sinorê Sêrtê Hezo, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meletî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Efrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek deverên Sêwazê belav bûye.[24]

Deverên kurmancîaxiv

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ergin Öpengin û Geoffrey Haig ku du zimannasên Zanîngeha Bambergê ne (Almanya), di lêkolîneke de (Öpengin & Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş kirine.[25]:

Devera devokên başûrê rojhilat

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera devoka başûr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera devoka bakur

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera devoka başûrê rojava

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera davoka bakurê rojava

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devokên kurmancî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurmanciya rojhilat

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Botanî, serhedkî, torî, şîkakî, behdînî, qerejdaxî, wanî, hekarî

Kurmanciya navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tetwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin

Kurmanciya rojava

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Dersimkî, kurmanciya dêrsimî
  • Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
  • Reşoyî (li Anatolya Navîn, Semsûr, Dîlok, Meletî, Gurgum û Efrîn)
  • Sêwasî
  • Meletî, entebî, efrînkî, kobankî
  • Urfî, kurmanciya Anatolyayê

[26][çavkanî hewce ye]

Kurmanciya Xoresan û Deylaman

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Ameranlûyî, qoçanî
  • Bocnûrdî, canbegî, modanlûyî
  • Reşwanlû (Reşoyî)
  • Kelûn Abdû (li Farsê)[27]

Tîpên dengdar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dengên vokal ên kurdî
Pêş Navend Paş
Nêzik 'i'
î
'ʉ'
u
'u'
û
Nîvek 'e'
ê
'ɪ̈'
i
'o'
o
Vebûyî 'æ'
e
'a'
a
 

Tîpên bêdeng

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dengên konsonant ên Kurdî
Lêvî Diranî Pidûyî Arikî Zimanokî Hefikî Gewriyî
Pozî m n ŋ
Teqînok Bêdeng p t t͡ʃ k q
Dengdar b d d͡ʒ ɡ
Bêhndar t͡ʃʰ
Pêhntar d͡ʒʱ ɡʱ
Arînok Bêdeng f s ʃ x ħ h
Dengdar v z ʒ ɣ ʕ
Nêzok w l j
Wîçînok r
Civînok ɾ

Kurdiya kurmancî bi alfabeya latînî ya berfireh tê nivîsandin ku ji 26 tîpên alfabeya latînî ya bingehîn ya ISO û ji 5 tîpên bi diyakrîtîk pêk tê ku bi giştî ji 31 tîpan pêk tê.

Alfabeya Hawar
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31
Formên mezin (tîpên mezin jî tê gotin)
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
Formên biçûk (tîpên biçûk jî tê gotin)
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Di kurmancî de demên borî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê kurdî de (kurmancî) pêvek ên wekê -um,-ne, -ye demên borî rave dike.

Tabloya dem ên borî
Kes çûyîn hatin dîtin
1. Kesê yekjimar (Ez) çûbum hatibum dîtibum
2. Kesê yekjimar (Tu/Te) çûyî hatî dîtiye
3. Kesê yekjimar (Ew/Wî/Wê) çûye hatiye dîtiye
1. Kesên pirjimar (Em/Me) çûne hatine dîtiye
2. Kesên pirjimar (Hûn/We) çûne hetine dîtine
3. Kesên pirjimar (Ew) çûne hatine dîtine

Di kurmancî de dema niha

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tabloya dema niha
Kes çûyîn hatin dîtin
1. Kesê yekjimar (Ez/Min) çûm hatim dît
2. Kesê yekjimar (Tu/Te) çûy hat dît
3. Kesê yekjimar (Ew/Wî/Wê) çû hat dît
1. Kesên pirjimar (Em/Me) çûn hatin dît
2. Kesên pirjimar (Hûn/We) çûn hatin dît
3. Kesên pirjimar (Ew/Wan) çûn hatin dît/dîtin

Di kurmancî de dema ku tê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tabloya dema ku tê
Kes çûyîn hatin dîtin
1. Kesê yekjimar (Ez/Ez ê) herim bêm bimînim
2. Kesê yekjimar (Tu/Te) çûyî werî dîtiye
3. Kesê yekjimar (Ew/Ew ê) here were bibînine
1. Kesên pirjimar (Em/Em ê) herin werin bibînin
2. Kesên pirjimar (Hûn/Hun ê) herin werin bibînin
3. Kesên pirjimar (Ew) herin werin bibînin

Edebiyata herî pêşî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên pîroz ên êzdiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilwe[çavkanî hewce ye] û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin.[çavkanî hewce ye]

Şerefxanê Bedlîsî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.

Eliyê Herîrî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.

Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an.[çavkanî hewce ye]

Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.

Destanên sereke

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Memê Alan, Mem û Zîn, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş ji wan destanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ a b "Etnolojî". Ethnologue (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  2. ^ a b "Figure 1. Map of major regional dialects in Kurmanji". ResearchGate (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  3. ^ a b Opengin, Ergin; Haig, Geoffrey. "Regional variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects". Acamedia.
  4. ^ institutkurde.org. "La Langue Kurde". www.institutkurde.org (bi fransizî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  5. ^ Galip, Özlem Belçim (2015). Imagining Kurdistan: identity, culture and society. Written culture and identity. London New York: I.B. Tauris & Co. Ltd. ISBN 978-1-78453-016-7.
  6. ^ a b c d Sheyholislami, Jaffer (2021). Gunes, Cengiz; Bozarslan, Hamit; Yadirgi, Veli (edîtor). The History and Development of Literary Central Kurdish. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 633–662. doi:10.1017/9781108623711.026. ISBN 978-1-108-47335-4.
  7. ^ Galip, Ozlem Belcim (30 gulan 2015). Imagining Kurdistan: Identity, Culture and Society (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-78453-016-7.
  8. ^ admin (28 tebax 2018). "Does not KAL think that combined letters will make the learning process". Kurdish Academy of Language (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  9. ^ http://psd.museum.upenn.edu/epsd/epsd/e3180.html (li ser ferhenga sûmerî-îngilîzî peyva kur bi 5000 salî ye)
  10. ^ "Morris Student Plus". www1.euskadi.net. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  11. ^ "terre - Dictionnaire étymologique basque-français-espagnol-anglais". projetbabel.org. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  12. ^ a b Scuti. "Dictionaric". www.dictionaric.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  13. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  14. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 23 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  15. ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=man
  16. ^ http://starling.rinet.ru/cgi-bin/response.cgi?single=1&basename=/data/nostr/nostret&text_number=+561&root=config
  17. ^ http://translate.google.com/?hl=fr#en%7Cla%7Cstay
  18. ^ http://www.latin-dictionary.net/q/latin/manere.html
  19. ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=rester&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
  20. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  21. ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=yer
  22. ^ http://www.iranicaonline.org/articles/deylamites
  23. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  24. ^ a b "Kurdish, Northern Language (KMR) – L1 & L2 Speakers, Status, Map, Endangered Level & Official Use | Ethnologue Free". Ethnologue (Free All) (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  25. ^ Ergin Öpengin & Geoffrey Haig, Reginal variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects. Li Kurdish Studies, 2:2014, r. 143-176.
  26. ^ Izady, M.R.: The Kurds, Washington 1992???
  27. ^ Mann, O.: Kurdische Mundarten der Kälun-Abdû, IN: Kurdisch-Persische Forschungen II.1: Die Tajik-Mundarten der Provinz Fars.