Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva qebûlkirin peyva pejirandin nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva kitêbok peyva pirtûkçe nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 257: Rêz 257:
Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo minak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tûfane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin<ref>Abdusamet Yigit, ''Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd''</ref>.
Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo minak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tûfane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin<ref>Abdusamet Yigit, ''Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd''</ref>.


Kurd, gelekî dêrin ê herêma ([[Mezopotamya|Mezopotamyayê]]) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. [[Alfabe|Alfabeyên]] ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan [[xetên|xet]] [[aramî]], [[suryanî]] û [[grekî]] jî bi kar anîne.
Kurd, gelekî dêrin ê herêma ([[Mezopotamya|Mezopotamyayê]]) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev pirtûkçe ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev pirtûkçe dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. [[Alfabe|Alfabeyên]] ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan [[xetên|xet]] [[aramî]], [[suryanî]] û [[grekî]] jî bi kar anîne.


=== Zimanê kurdî di dema Şadadî û Merwaniyan de ===
=== Zimanê kurdî di dema Şadadî û Merwaniyan de ===

Guhartoya 10:32, 27 çiriya pêşîn 2018

Kurdî
Navên xwemalî
  • Kurmancî (Kurmanciya jorîn, behdinanî)
  • Soranî (Kurdî, Kurmanciya jêrîn)
  • Kurdiya başûrî (Kurdí Xwarig, Pehlewanî)
  • Goranî (hewremanî)
  • Kirmanckî
  • Dimilkî
  • Kirdkî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
 Îran (weke zimanê herêmî)
 Îraq
 Sûrî
 Ermenistan
 Azerbaycan
 Gurcistan

Asyaya Navendî
Di diyasporaya kurdan de

Herêm Kurdistan
Anatoliya Navîn
Xorasan
Asyaya Navendî
Axiverên zimanê zikmakî Hejmara fermî nayê zanîn, lê çend çavkanî hejmarê di navbera 28.820.000 û 36.000.000 de dihesibînin.[1]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kurtî
Zarava Kurmancî
Soranî
Kurdiya Başûrî
Zaza-Goranî
Sîstema nivîsê Alfabeyên kurdî:
- Alfabeya latînî li Tirkiye, Azerbaycan, Sûrî û Ermenistanê
- Alfabeya erebî li Iraq û Îran
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye  Îraq

 Kurdistan Rojava (bi rastî)

Cihê lê zimanê kêmnetewe  Ermenistan
Sazkerên zimên Sazkirina fermî nîne
Kodên zimanî
ISO 639-1 ku
ISO 639-2 kur
ISO 639-3 kurMacrolanguage
individual codes:
ckb – Soranî
kmr – Kurmancî
sdh – Kurdiya başûr
diq – Dimilkî
kiu – Kirmanckî
hac – Goranî

Firehbûna zimanê kurdî

Zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Zimanê kurdî

Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê Kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vî navçê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li Tirkiyê dijîn. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliyaya Navîn û Qerejdaxê, ku şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr « behdînî » û li rojhilat jî « şikakî » tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, « kurmanciya xwarû », « soranî » tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî « kirdkî », « kirmanckî », « dimilî », « dêrsimkî », « sobê » hwd. têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê « goranî » tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in. [2] [3] [4] [5]

Kurmancî

 Gotara bingehîn: Kurmancî

Kurmancî an kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye.

Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûrê rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyazporayê (Ewropa, Amerîka) pê tê axaftin.

Soranî

 Gotara bingehîn: Soranî

Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmaniyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Zazakî

 Gotara bingehîn: Zazakî

Zazakî (yan jî dimilî, kirdkî, ginî, kirmanckî) yek ji zaravayên zimanên kurdî ye.

Gorî hin fîlologên rojavayî dimilkî ne zarava, lê zimanakî kurdî ye. Ango gorî wan her zaraveyekî kurdî bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û mirov ji bo zimanê kurdî divê bêje "zimanên kurdî".

Goranî

 Gotara bingehîn: Goranî

Goranî an jî Hewramî yek ji zimanên kurdî ye.

Kirmaşanî

 Gotara bingehîn: Kirmaşanî

Kirmaşanî li herêmên Kirmanşan, Loristan, Gûran û Îlamê tê axaftin. Zaravayeke kurdî ye, gelek nêzîkê hewramî û soranî ye, bi taybetî nêzîkê lekî ye.

Devokên zaravayên kurdî

Devok û zaravayên kurdî

Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîret û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.

Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.

Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de[6] zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:

Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya Kurdî xebatê wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wusa ji hev cuda dike.

Kurdiya bakûr Kurdiya navîn Kurdiya başûr Kurdiya Goran - Dimilî
Afrînî
Badînî
Bayezidî
Cizîrî û Botanî
Hekarî
Sincarî
Şikakî
Erdelanî
Germiyanî
Mukrî
Silêmanî
Sineyî
Soranî
Kirmaşanî
Feylî
Kulyayî
Kelhorî
Lekî
Sincawî
Beyrewendî
Xaneqînî
Geřûsî
Bacelanî
Gehwareyî
Hewramanî
Kenûleyî
Zengeneyî

Dabeşandina kurdî

Ciha zimanên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî...) li nav zimanên Rojhilata Navîn'ê


Cihê zimanê kurdî di dabeşandina zimanên hind û ewropî de wiha ye:

Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hind-ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji desteka îraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.

Dema mirov bala xwe dide zimanên îndo-ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e.

Li gorî lêkolinerên biyanî

Zimanê kurdî di dîroka nêzik de ji aliyê lêkolînerên biyanî ve cuda-cuda hatiye dabeşandin. Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje:

Di salên 1836-1837'an de G. Givrinli, di çend nivîsarên xwe de di babeta zimanê Kurdî û etnografya wî de zimanê Kurdî wek Kurdiya Xwarê û ya Jor ji hev cuda kiriye. Wî kurdiya jorîn wek; Mukrî, Hekarî, Şukakî û Bayezidî, Kurdiya xwarê jî wek; Lûr, Kirmaşanî, Lekî û Goranî ji hev cuda kiriye.

Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji bo konsolosê Erziromê Rûsyayê Alexsander Jaba di sala 1858'an de, ferhenga di naveroka wî de zaravaya Hekarî û ya Rewendî heye, amade kir. Bayezidî di nav vî namilkeya amade kiribû de rêzikên rêziman û ya ewil jî di pirtûkê de li gor cihêbûna herêm û aşîretên xwedî zaravayên cuda nivîsiye.

Peter Lerch, zimanê Kurdî wek Zaza, Kurmancî, Kirmaşanî, Goranî û Lor kiriye pênc beş.

Soane, di sala 1913'an de di berhema xwe de zimanê Kurdî bi sê zaravayan ji hev cuda dike: Kurmanciya Jorîn - Kurmanciya Jêrîn - Lûrî, Dimilî, Hewramî û Goranî

Herwiha, Elaeddîn Secadî di berhema xweya "destûr û ferhenga zimanê Kurdî, Erebî û Farisî" de wusa diyar dike:

"Di zimanê Kurdî de du zaravayên Kurdî hene. Îro zaravayê Badînan ku tê gotin zaravaya Botan ji alî Kurdên li Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûrê biçûk û li Başûr bi vî zaravayê tê axaftin. Soranî jî ku jê re dibên Mukri ji alî Kurdên Başûrê Kurdistanê û rojhilatê wî û ji alî Kurdên Erdelan û Mukriyan tê axaftin.

Nimûneyên ji zaravayên kurdî
Kurdiya Bakur Kurdiya Navîn Kurdiya Başûr Lekî Hewramî Zazakî
Êvar êware îware îware wêrega şan, êre
Bira bira bira bira bira bira
Tu, te tu tu tu to ti, to
Hesin asin asin asin asin asin
Erd/zemîn herd/zemîn/zewî or eriz zeü/zemîn zewî ? erd/hard
Vir êre îre îre îge îta/ewta
Hingiv hengwîn heseł ? ? hingimên
Kurt kurt kuł kul kurt kilm, kirr
Lêv lêw lîw lêw/liç lêw/lic lew
Meh mang maň mang mange aşme, mange
Nav naw naw nom nam name
Na na ne na na
Nû, nuh niwê, nêw, taze nû/ taze ? newe newe
Neh no no new/now/no
Parêz, bihişt perdêz/beheşt beheyşt ? ? behişt, cenet
Sipînax sipenax isfenac ? ? îspenax
Sitêr estêre sitare/hesare asare hesare estare
Keç, dot - düet dit - keyna/çêna
Dilop dilop tik ? dilop dalpa
Roj roj řûj řûj roj roj/roz/roc

Alfabeyên kurdî

 Gotara bingehîn: Alfabeyên kurdî
Tabletek antîk bi nivîsa mix

Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.

Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e [çavkanî hewce ye]. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Nîmûneyên alfabeyên kurdî

Rêzimana kurdî

 Gotara bingehîn: Rêzimana kurdî

Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".[8] Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.

Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.

Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek,du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.

Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengzanî ([[fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.

Rewşa zimanê kurdî

Belavbûna zimanê kurdî li Rojhilata navîn û Sovyeta kevin
Nexşeya erdan a Kurd

Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelên Sovyeta berê (Ermenistan, Azerbaycan, Nûhciwan û Gurcistan) Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn. Ji xeynî Îraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletan tirkî (Tirkiye), erebî (Sûrî) û farisî (Îran) e. Li Îraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.

Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiusa li Ermenistan, Pakistan, Efxanistan, Hindistan, Urdun, Filistîn, Misir û Lubnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Taran, Bexda, Şam, Enqere, Stenbol, Konya û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn.

Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka Awistralyayê jî dijîn.

Zimanê tirkî ji malbata zimanê ûral-altay, erebî ji ya semîtîk (samî) û farisî jî, ji ya hind-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne[9][10]. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya fars hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.

Berî zayînê

Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo minak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tûfane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin[11].

Kurd, gelekî dêrin ê herêma (Mezopotamyayê) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev pirtûkçe ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev pirtûkçe dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xet aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne.

Zimanê kurdî di dema Şadadî û Merwaniyan de

Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Evliya Çelebî di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatnameyê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike[12][13]. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, Şemsettin Sami, di pirtûka xwe ya bi navê Kamus’ül Alâm de û Ziya Gökalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê "Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler" de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yên osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.

Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mentiq, gramer, fiqih û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.[14] Ev medrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.

Ji sedsala 20an heta îro

Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.

Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimanzan xwe gihîştandine.

Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimanzanên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimanzanê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.

Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimanzanên Ewropî jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşîna Mele Mistefa Barzanî bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimanzan hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ên Asyaya Navîn dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek "Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye" daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.

Derheqê standardbûna zimanê kurdî

Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiştîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e.

Konferansa Zimanê Kurdî

Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana herî fireh û nûjên Konferansa Zimanê Kurdî ye.

Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve wê her sal pêk bê. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdolog li Amedê civiyan.

“Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” 3-5 roj didome. Di van rojan de panelên cuda pêk hatin. Digel bidawîbûna her konferansê encamnameyek ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tê weşandin.

Bide ber

Binêre

Çavkanî

  1. ^ https://www.academia.edu/10667133/The_Comparative_Study_of_English_and_Kurdish_Phonology
  2. ^ a b c Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
  3. ^ Mûrad Ciwan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992
  4. ^ Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992.
  5. ^ Emîr Hesenpûr, Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada 1992.
  6. ^ 11
  7. ^ Mehmed Uzun, Aslı Tohumcu, Küllerinden doğan dil ve roman, Ithaki Publishing, r.298, 2005.
  8. ^ Abdusamet Yigit, Şahmaran, roman, Weşanên Han
  9. ^ Philip Baldi, An introduction to the Indo-European languages, SIU Press, rûpelê 13., 1999.
  10. ^ Britannica - Indo-Iranian Languages
  11. ^ Abdusamet Yigit, Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd
  12. ^ Martin Van Bruinessen, Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan.
  13. ^ M.V.Bruinessen & H.Boeschoten, Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname, Brill Archive, 1988.
  14. ^ Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.36, 1992.

Girêdanên derve