Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Adar
Di dîrokê de îro • Arşîv
Rêbendan – Reşemî – Adar – Avrêl – Gulan – Pûşper – Tîrmeh – Gelawêj – Rezber – Kewçêr – Sermawez – Berfanbar
| << | Di dîrokê de îro ji bo adara 2012'an | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | 2 | 3 | 4 | |||
| 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
| 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
| 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
| 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | |
1'ê adarê
Bûyer
- 1565 - Bajarê Rio de Janeiro hate avakirin.
- 1803 - Ohio, bû dewleta 17em a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
- 1867 - Nebraska, bû eyaleta 37em a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
- 1919 - Şerîf Paşayê kurd dosyayek di derbarê pirsgirêka kurd û nexşeya Kurdistanê de pêşkêşî Kongreya Aştî ya Parîsê kir.
- 1936 - Serhildana Dêrsimê dest pê kir.
- 1963 - Mele Mistefa Barzanî, ji ajansa amerîkan Associated Press'ê got ku, heke hikûmeta Iraqê otonomiyê nede kurdan, hêzên wî wê dîsa dest bi têkoşînê bikin. Berzanî herwiha got, ruxandina hikûmeta Qasim bi destê têkoşîna kurd pêk hatiye û got "Her kî li dijî xweseriya herêma Kurdistanê derkeve dawiya wan jî wê wisa bibe."
- 1983 - Filîmê bi navê "Li Colemêrgê demsalek" ku derhêneriya wê Erden Kıral dikir û lîstikvanê sereke Genco Erkal bû, li Festîvala Filîman a Berlînê 4 xelat wergirtin.
- 2001 - Rojnameya Dema Nû dest bi weşana xwe kir.
- 2004 - Roj TV'yê dest bi weşana xwe kir.
Jidayîkbûn
- 1864 - Frédéric Chopin, bestekarê polon
- 1922 - Îzhak Rabîn, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 - Aynur Doğan, hunermenda kurd
Mirin
- 1979 - Mistefa Berzanî, serokê nemir ê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
2'ê adarê
Bûyer
- 1836 - Komara Teksasê ji Meksîkayê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.
- 1910 - Li Washingtonê du trên li hev qelibîn û 118 kes mirin.
- 1925 - Hêzên Şêx Seîd dora Amedê girtin.
- 1933 - Li Japonyayê, erdheja herî dijwar ya 133 salan qewimî.
- 1943 - Li Sûtlûceya Stenbolê kargeha teqemeniyê teqiya, 27 kes mirin.
- 1945 - Li bajarê Kurdistan Bedlîsê erdhej çêbû.
- 1950 - Li bajarê Wanê 33 kurd ji aliyê artêşa tirk ve bi fermanê orgeneral Mustafa Muğlalı ve hatin gulebarankirin.
- 1956 - Marokoyê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1992 - Ermenistan, Azerbaycan, Qazaxistan, Qirgizistan, Moldova, San Marîno, Tacîkistan, Turkmenistan û Ûzbekistan tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1994 - Darbeya parlemenê pêkhat. Parlementerên DEPê Hatîb Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Selîm Sadak, Mahmut Alinak, Sirri Sakik li meclîsê mafê destnedana wan hate rakirin û hatin girtin.
Jidayîkbûn
- 1931 - Mîxaîl Gorbaçov, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 - Abdelaziz Bouteflika, serokdewletê Alceryayê
- 1964 - Îsmet Elçî, nivîskar û derhênerê esilkurd
- 1980 - Zuhal Demir, parlementera esilkurd
Mirin
- 2007 - Nedim Dağdeviren, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
3'ê adarê
Bûyer
- 1845 - Florîda, bû dewleta 27em a DYA'yê.
- 1878 - Bulgaristan, ji dewleta Osmaniyan cihê bû û serxwebûna xwe îlan kir. (Peymana San Stefano)
- 1924 - Ji bo cara yekê dewleta Tirkiyeyê xwendingeh û komeleyên kurdî qedexe kirin.
- 1938 - Li Erebistana Siyûdî neft hate dîtin.
- 1939 - Li Mumbaiyê, ji sedema protestokirina rêveberiya teokratîk, Mahatma Gandî dest bi rojiya birçîbûnê kir.
- 1942 - Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên hewayî yên japonan bombe li ser bajarê Awistralya, Broome, reşandin. Di encamê de bêhtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1943 - Kovara Roja Nû dest bi weşanê kir.
- 1945 - Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên Armia Krajowa yên Polonyayê li bajarê Pawłokomayê herî kêm 150 sivîlên ukraynî kuştin.
- 1974 - Balafireke rêhewayên tirkî li gundê Ermenonville yê Fransayê kete xwarê. Di encamê de 346 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1992 - Li bajarê Tirkiyeyê Zonguldakê, di madenekê de ji sedema teqîna grîzûyê 127 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1845 - Georg Cantor, matematîkazanê alman
- 1940 - Jean-Paul Proust, serokdewletê Monakoyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
4'ê adarê
Bûyer
- 1791 - Vermont, bû dewleta 14em a DYA'yê.
- 1882 - Li Îngilistanê yekemîn tramvaya bi elektrîkê hate bikaranîn.
- 1925 - Li dijî Serhildana Şêx Seîd zagona koçberkirinê ango "Teqrîr-î Sikûn" hate îlankirin.
- 1937 - Li Spanyayê ji ber kêmbûna xwarin û zad, serhildan derket.
- 1944 - Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên hewayî yên amerîkan dest bi bombebarandina Berlînê kirin.
- 1945 - Şerê cîhanê yê duyem; Fînlandê li dijî Almanyaya Nazî şer îlan kir.
- 1991 - Li navçeya Mêrdînê Hezexê xwepêşandana serhildana gel pêk hat. Hêzên tirk gule li kurdan reşandin. 2 kes mirin û 25 jî brîndar bûn.
- 1993 - Heyva Sor a Kurdistanê hate damezirandin.
- 1994 - Hêzên ewlekariyê yên tirk avêtin ser gundê Celkê yê ser bi navçeya Amed Lîceyê ve û 10 mal şewitandin.
Mirin
- 1193 - Selahadînê Eyûbî, siltanê kurd
- 1941 - Ludwig Quidde, aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
5'ê adarê
Bûyer
- 1933 - Li Almanyayê partiya naziyan ji 43,9% deng bi dest xistin û bûne yekemîn.
- 1946 - Peyva Perdeya hesin cara pêşîn ji aliyê serokwezîrê Îngilistanê, Winston Churchill ve hate bikaranîn.
- 1950 - Li bajarê Eskişehir a Tirkiyeyê lehî rabû. Di encamê de 50 hezar kes li derve ma, 2500 xanî xera bûn û 6 kes jî xeniqîn.
- 1975 - Îraq û Îranê li Cezayîrê peyman mohrkirin û li hemberî tevgera azadîxwaz a kurdan dest bi operasyonên hevbeş ên jiholêrakirinê kirin ku di encamê de hêzên Başûrê Kurdistanê ji hev belav bûn.
- 1979 - Li navçeya Riha Sêweregê di navbera 2 eşîretan pevçûn derket, di pevçûnê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
- 1993 - Mamosteyek bi navê Osman Şîmşek li Batmanê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
- 2001 - Li bajarê Mekeyê di dema hecê de 35 kesan di bin lingan de jiyana xwe ji dest da.
- 2002 - Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK li Başûrê Kurdistanê hate damezirandin.
- 2005 - Komeleya KÜRD-DER'ê li Amedê hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1588 - Thomas Hobbes, fîlozofê îngilîz
- 1817 - Austen Henry Layard, arkeologê îngilîz
- 1871 - Rosa Luxemburg, şoreşgera alman
- 1956 - Remezan Ozturk, fotorojnamevanê kurd
- 1964 - Bertrand Cantat, stranbêjê fransî
Mirin
- 1815 - Franz Anton Mesmer, bijîşkê alman
- 1827 - Alessandro Volta, fîzîknasê îtalî
- 1953 - Josef Stalin, serokê YKSS
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
6'ê adarê
Bûyer
- 1902 - Real Madrid hate damezrandin.
- 1921 - Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
- 1949 - Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
- 1957 - Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
- 1983 - Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
- 1987 - Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
- 1987 - Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
- 1994 - Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.
- 1995 - Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
- 2007 - Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1806 - Elizabeth Barrett Browning, helbestvana îngilîz
- 1928 - Gabriel García Márquez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1900 - Gottlieb Daimler, endazyar û karsazê alman
- 1973 - Pearl S. Buck, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
- 2005 - Hans Albrecht Bethe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
7'ê adarê
Bûyer
- 1876 - Graham Bell, patenta îcata xwe ya ku weke telefon bi nav dikir, stand.
- 1906 - Yekem car mafê dengdanê li Fînlandê ji jinan re hate dayîn.
- 1912 - Yekem kesê ku di cîhanê de xwe bi paraşûtê avêt kesekî bi navê Albert Henry bû. Vî mirovî li Amerîkayê li ser çemê Missouriyê xwe bi paraşûtê avêt.
- 1925 - Nêzîkî 5000 şervanên Şêx Seîd êrîş birin ser bajarê Amedê.
- 1925 - Dadgehên serxwebûnê ku gelek serok û siyasetmedarên kurd ên weke Şêx Seîd, Dr.Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, hatin sazkirin.
- 1966 - Li Gimgimê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 qewimî. Di encamê de 14 kes mirin û 75 kes jî brîndar bûn.
- 1973 - Ji sedema qaşo propagandakirina komunîzmê, 8 sal cezayên girtîgehê li İsmail Beşikçi hatin birrîn.
- 1989 - Îran û Brîtanyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk, ji sedema bûyera Salman Rushdie, birrîn.
- 1991 - Serhildana li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmaniyê destpê kir.
- 1991 - Li navçeya Mêrdînê Kerboranê xwepêşandana serhildana gel pêk hat. Hêzên tirk gule li kurdan reşandin. Kesek mirin û 25 jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1934 - Adnan Binyazar, nivîskar
- 1938 - Albert Fert, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1946 - Daniel Goleman, psîkologê amerîkan
Mirin
- 1274 - Thomas Aquinas, keşe û fîlozofê îtalî
- 1913 - Emily Pauline Johnson, helbestvana Kanadayî
- 1932 - Aristide Briand, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 - Edward Mills Purcell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
8'ê adarê
Bûyer
- 1923 - Rojnameya siyasî û hefteyî Banga Heq organa hikumeta Şêx Mehmûdê Berzencî bû ku yekem hejmara wê li Surdaşê ango (Silêmanî) derket.
- 1924 - Komara Tirkiyeyê, dadgehên şerîatê rakirin.
- 1942 - Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên Holandê, li girava Cavayê teslîmî leşkerên japonan bûn.
- 1957 - Gana tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1963 - Partiya Baas'ê li Sûrî darbe pêkanî.
- 1991 - Bajarê Silêmaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezorê serhildan destpê kir.
- 1998 - Yek ji komên çandî û hunerî ya girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê, NÇM, Koma Asmîn ji hêla jinên NÇM'î ve hate damezrandin.
- 2000 - Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê projeya xwe ya aştiyê li Brukselê bi civîneke çapemeniyê daxuyand.
- 2010 - Li Xarpêtê erdehejeke bi mezinahiya 6,0 a ligorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1896 - Charlotte Whitton, siyasetmenda Kanadayî
- 1924 - Georges Charpak, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1929 - Hebe Camargo, aktrîs û stranbêja brazîlî
Mirin
- 1874 - Millard Fillmore, serokdewletê sêzdehem ê DYA'yê
- 1923 - Johannes Diderik van der Waals, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 - William Howard Taft, serokdewletê 27em ê DYA'yê
- 1964 - Franz Alexander, bijîşk û psîkoanalîst
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
9'ê adarê
Bûyer
- 1916 - Almanan li hemberî Portûgalê şer îlan kir.
- 1923 - Serokê Sovyetan, Lenîn ji sedema felcê ji axaftinê ket.
- 1933 - Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Bulgaristanê û di heman demê de yek ji serokên tevgera komunîst a navneteweyî Georgi Dimitrov ji aliyê naziyan ve, bi bahaneya agirpêketina Reichstag hate girtin.
- 1944 - Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Sovyetan li ser bajarê Tallinn a Estonyayê bombe barandin. Di encamê de, bi giştî sivîl 800 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1983 - Sefîrê Tirkiyeyê Galip Balkar ê li paytexta Yûgoslavya Belgradê, tevî şoforê xwe Necati Kaya ji aliyê hin kesên çekdar ve hate kuştin.
- 1991 - Li bajarokên Başûrê Kurdistanê; Derbendîxan, Kelar û Şeqlaweyê serhildanên gel destpê kirin.
- 1994 - Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê avêtin ser gundê Kiravli yê navçeya Mûş Milazgirdê û 17 mal şewitandin.
- 2010 - Yekemîn zewaca hevcinsan a li Washington, D.C.'yê pêkhat.
Jidayîkbûn
- 1955 - Ornella Muti, aktrîsa îtalî
- 1965 - Elías Antonio Saca González, serokê El Salvadorê
Mirin
- 1994 - Charles Bukowski, helbestvanê amerîkan
- 1989 - Mihemed Şêxo, hunermendê kurd
- 1992 - Menachem Begin, serokwezîrê Îsraîlê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
10'ê adarê
Bûyer
- 1903 - Rayedarên Akademiya Tibê ya Parîsê raporek belavkirin ku alkol zerar dide bedena mirovan.
- 1910 - Yekem filîmê Hollywoodê yê bi navê "In Old California" ango Li Kalîforniyaya kevn yê ku derhêniyariya wê D.W.Griffith dikir, hate nîşandan.
- 1945 - Şerê cîhanê yê duyem: Tokyo ji aliyê hêzên amerîkan ve hate bombekirin û bêhtirî 100 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da.
- 1972 - Parlemena tirk di civîna xwe ya 9 saet 25 deqîqe ya bê navber de biryara bi darvekirinê ku derheqê şoreşgerên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de hatibû dayîn, li hemberî 53 dengên redkirinê û 6 dengên bê alî, bi 238 dengan erê kir.
- 1979 - Serokê bajarê Adiyemanê yê Partiya Tevgera Neteweparêz MHP'ê hate kuştin.
- 1991 - Li bajarên Başûrê Kurdistanê; Kifrî, Dûz, Rewandiz, Diyana, Xelîfan, Herîr û Koyeyê serhildan destpê kirin û ew der ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1994 - Li navenda bajarê Amedê mûxtarê taxa Alîpaşa Abdulqadir Sular bi awayekî faîlê wî ne diyar, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
- 1999 - Li başûrê Kurdistanê li bajarê Dihokê gerîlayekî kurd ê bi navê kod Akîf Kobanî yê ji Başûrê Biçûk ê Kurdistanê êrîşkeke cangorî li ser avahiya MİT'ê ya dewleta tirk lidarxist.
Jidayîkbûn
- 1018 - Nizam el-Mulk, wezîrê dewleta Selçûqî
- 1957 - Usama bin Ladin, damezrînerê El-Qaîde'yê
- 1961 - Emily Pauline Johnson, helbestvana Kanadayî
Mirin
- 1942 - William Henry Bragg, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 - Frits Zernike, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
11'ê adarê
Bûyer
- B.Z. 522 - Gomadayê medî li bajarê Payşiyavada li dijî hikûmdariya Daryûsê Mezin serî hilda.
- 1669 - Li Îtalyayê çiyayê volkanîk Etna teqiya. Di encama karesatê de 15 hezar kes mirin.
- 1917 - Leşkerên îngilîzan bajarê Bexdayê dagir kirin.
- 1947 - Dewleta tirk bû endamê Fona Diravan a Navneteweyî IMF'ê.
- 1970 - Beyana 11'ê Adarê; Ji aliyê hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê danezanek hate eşkere kirin. Li gorî danezanê, otonomî ji bo kurdan dihate nasîn. Deklerasyona fermî ji aliyê Sedam Huseyn û Mistefa Berzanî ve hatibû îmzekirin lê ev danezan di pratîkê de pêknehat.
- 1974 - Dema ku li ser peymana otonomiyê ya Iraqê lihevhatin çênebû, di navbêra hêzên Iraq û PDK'ê de şerên dijwar destpê kirin.
- 1977 - Misilmanan li Washingtonê 130 kes rehîn girtin.
- 1985 - Li Yekîtiya Sovyetan, piştî kuştina serokê Partiya Komunîst Çernenko, Mîxaîl Gorbaçov bû serokê partiya komunîst.
- 1991 - Li bajarên başûrê Kurdistanê; Hewlêr û Xaneqînê serhildan destpê kirin û ev bajar ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1999 - Gerîlayên kurd ên bi navê kod Ekrem Hazan, Milîtan, Firat, Îzzet, Cengiz, Laşer û Serdar li Golavê, gerîlayên bi navê kod Kendal Amed, Bager, Tayip Tolhildan, Aslan Rojhilat û Palû di navbera Sason û Golakê ya ser bi bajarê Amedê, her wiha gerîlayê bi navê kod Welat li herêma Mêrdînê di encama şerên bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1925 - İlhan Selçuk, rojnamevanê tirk
Mirin
- 2006 - Slobodan Milošević, siyasetmendê yûgoslav
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
12'ê adarê
Bûyer
- 1918 - Bajarê Moskowê bû paytexta Rûsyayê.
- 1930 - Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
- 1938 - Hêzên Almanyaya Nazî welatê Awistriyayê dagir kirin.
- 1971 - Li Tirkiyeyê artêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê.
- 1991 - Li bajarokên Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Pirdê serhildana destpê kirin û ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1993 - Hikûmeta Îraqê tevkujiyek li ser gundê Ewêna yê li nêzîkî bajarê Hewlêrê pêkanî.
- 1994 - Nûçegihanê Özgür Gündemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sêweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin.
- 1995 - Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin.
- 1999 - Dewletên Komara Çekî, Macaristan û Polonyayê tevlî NATO'yê bûn.
- 2000 - Waliyê Amedê kovara bi kurdî ya qerfî Pîne qedexe kir.
Jidayîkbûn
- 1685 - George Berkeley, fîlozofê îrlandî
- 1965 - Jan Dost, nivîskarê kurd
Mirin
- 1914 - George Westinghouse, endazyarê amerîkan
- 1942 - Robert Bosch, pîşesazê alman
- 2003 - Feqî Huseyîn Sagniç, zimanzanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
13'ê adarê
Bûyer
- 1781 - Gerstêrka Pergala rojê ya heftem, Ûranûs hate vedîtin.
- 1921 - Mongolyayê ji Çînê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1938 - Awistriya tevlî Almanyaya Hîtler bû.
- 1940 - Şerê Zivistanê: Bi teslîmbûna Fînlandê şerê di navbera wan û Rûsyayê de bi dawî bû.
- 1990 - Li Bakurê Kurdistanê destpêkirina serhildanan (Nisêbîn, Cizîr)
- 1991 - Bajarên Akrê, Zaxo û Berdareş ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1992 - Li bajarê Kurdistan, Erzinganê erdhejeke bi mezihaniya 6,8 a li gorî pîvanên richter rû da. Di encama vê karesatê de 653 kes mirin û 3850 kes jî brîndar bûn.
- 1995 - Mamosteyê Zanîngeha Bilind Dr. Seleh Hewramî li bajarê Hewlêrê di encama suîkastekê de jiyan xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1900 - Giorgos Seferis, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1901 - Benjamin Harrison, serokdewletê 23em ê DYA'yê
- 1975 - Ivo Andrić, dîplomat û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1990 - Bruno Bettelheim, psîkologê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
14'ê adarê
Bûyer
- 1939 - Slovakyayê di bin zexta Almanya de serxwebûna xwe îlan kir.
- 1951 - Şerê Koreyê: Cara duyem hêzên Neteweyên Yekbûyî bajarê Sêûlê zemt kirin.
- 1960 - Li Kongoya Belçîkayê rêvebiriya leşkerî hate îlankirin.
- 1962 - Konferansa bêçekkirinê ya Cenevreyê destpê kir.
- 1978 - Îsraîlê başûrê Libnanê dagir kir.
- 1980 - Li Polonyayê, li nêzîkê Warşovayê balafirek kete xwar. Di encamê de 87 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1990 - Serhildana gel li bajarên Bakurê Kurdistanê; Şirnex, Amed, Mêrdîn, Qoser, Misirc, Silopî û gelek belde û gundan destpê kir û heta roja 22'ê adarê dom kir. Gelek serhildêr ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
- 1991 - Beldeyên başûrê Kurdistanê, Dihok û Amêdiyê ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1992 - Civîneke bilind ya bi navê "Ji bo Rizgarkirina Cîhanê" li bajarê Brezîlya, Rio de Janeiro hate lidarxistin û serokênerdûnî, kûnbûna tebeqeya ozonê, hate destgirtin û wergirtina gelek tedbîran hate destnîşankirin, lê di civînê de di mijara "ka evê kengî û çawa werin pêkanîn" li hevnekirin.
- 2001 - Li Tirkiyeyê ku yek ji welatên pereyê wê zêde ne bi qîmete, dolareke amerîkî derket milyonek lîreyê tirk.
Jidayîkbûn
- 1879 - Albert Einstein, zanyarê alman
- 1908 - Maurice Merleau-Ponty, fîlozofê fransî
- 1942 - Emin Çölaşan, rojnamevanê tirk
- 1964 - Ferhat Tunç, hunermendê kurd
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
15'ê adarê
Bûyer
- 1493 - Krîstofor Kolumbus piştî geşta xwe ya yekem a Amerîkayê, vegereha Spanyayê.
- 1564 - Ekberê Mezin baca li ser gelê ne misilman a bi navê cizyeyê, rakir.
- 1820 - Maine bû dewleta 23em a DYA'yê.
- 1939 - Şerê cîhanê yê duyem: Naziyan herêmên Bohemya û Moravya yên Çekoslovakyayê dagir kirin.
- 1943 - Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên almanan cara duyem bajarê Xarkîv a li Ukraynayê ji destê Sovyetan standin.
- 1990 - Mîxaîl Gorbaçov weke serokdewletê yekem ê Yekîtiya Sovyetan hate hilbijartin.
- 1991 - Bajarê Şêxan û gundên derdora wê ji aliyê xelkê deverê ve hatin azad kirin.
- 2002 - Bilind Salih albûma xwe yekem a bi navê Bêrîvan derxist.
- 2011 - Yekemîn rojnameya bi kirdî Newepel li bajarê Amedê derket.
Jidayîkbûn
- 1767 - Andrew Jackson, serokdewletê heftem ê DYA'yê
- 1830 - Paul von Heyse, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1854 - Emil von Behring, bakteriyologê alman
- 1888 - Refik Halit Karay, nivîskarê tirk
- 1930 - Jores Alfyorov, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- BZ 44 - Julius Caesar, împeratorê Romayê
- 1921 - Talat Paşa, siyasetmendê tirk
- 1937 - H. P. Lovecraft, nivîskarê amerîkan
- 1962 - Arthur Compton, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
16'ê adarê
Bûyer
- 1920 - Bajarê Stenbolê ji aliyê Hêzên Hevalbend ve hate dagir kirin.
- 1926 - Profesorê amerîkî Robert Hutchinson Goddard yekem roketa ku bi şewata gaza rahn kar dike pêşxist. Roketa ku bi gaz û oksîjena rahn kar dikir 12 metre û nîv bilind bû û 56 metre rê digirt.
- 1945 - Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Brîtanyayê di 20 deqeyan de %99'ê bajarê Würzburgê bi bombeyan xera kirin. Di encamê de 5.000 kes mirin.
- 1958 - Şîrketa hilberîner a otomobîlan Fordê erebeya xwe ya hejmara 50 milyonî çêkir.
- 1971 - Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan piştî pevçûna li Gemerek a Sêwasê hatin girtin.
- 1972 - Biryara dardekirina pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li parlemen û senatoya Tirkiyeyê hate erêkirin.
- 1988 - Komkujiya Helebceyê: Li bajarê Başûrê Kurdistanê, Helebceyê ji aliyê rejîma dagirker Sedam Huseyn ve 5 hezar kurd bi madeya kîmyasal hatin qetilkirin û 10 hezar jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1751 - James Madison, serokdewletê çarem ê DYA'yê
- 1839 - Sully Prudhomme, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1905 - Henry Fonda, lîstikvanê amerîkî
- 1911 - Josef Mengele, bijîşkê naziyan
- 1918 - Frederick Reines, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1914 - Charles Albert Gobat, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 - Selma Lagerlöf, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
17'ê adarê
Bûyer
- 1521 - Macellan, Fîlîpîn keşif kir. Macellan ji bo li cîhanê bigere, di sala 1519´an de bi rê ket, piştî 2 salan Fîlîpîn keşîf kir.
- 1861 - Keyaniya Îtalyayê hate îlankirin.
- 1925 - Li Amerîkayê di encama bablîsok û bagerê de 900 kes mirin.
- 1948 - Wezîrê karê derve yên welatên Belçîka, Fransa, Holand, Îngilistan û Lûksembûrgê beymana Brûkselê mohr kirin. Peymana di navbera van dewletan de tevî hevkariya civakî û çandî de parastineke kolektîf ya bi 50 sal muhdet pêş didît.
- 1958 - Fidel Castro, li hemberî rejîma Batîsta serî hilda.
- 1959 - Yekem filîma dahênerê ekola Pêlên Nûyê ya frensî, derhêner Jean Luc Godard "Evîndarên Serserî" li Fransayê hate nîşandan. Di wan salan de, di nava vê ekolê de ev filîm girîngttirîn nimune ye.
- 1963 - Li Baliyê çiyayê Agung ê volkanîk teqiya, di encamê de 11.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1994 - Li navenda bajarê Amedê karkerê TEK´ê yê binavê Mehmet Kadrî di encama êrîşeke çekdarî de bi awayekî faîlê wî ne diyar hate kuştin.
- 2004 - Li Kosovayê albanan êrîşî serban kir. Di encamê de 16 serb û 11 alban mirin. Herwiha 100 serb û 300 alban jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1834 - Gottlieb Daimler, endazyarê alman
- 1920 - Şêx Mucîburrehman, damezrînerê Bangladeşê
Mirin
- 1937 - Austen Chamberlain, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
18'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/18'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
19'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/19'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
20'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/20'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
21'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/21'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
22'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/22'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
23'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/23'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
24'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/24'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
25'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/25'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
26'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/26'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
27'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/27'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
28'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/28'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
29'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/29'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
30'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/30'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
31'ê adarê
Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/31'ê adarê nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Rêbendan – Reşemî – Adar – Avrêl – Gulan – Pûşper – Tîrmeh – Gelawêj – Rezber – Kewçêr – Sermawez – Berfanbar
