Ebû Henîfe Dînewerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ebû Hanîfe Dînewerî hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Dînewerî
Navê rastî Ebû Henîfe Ehmed bin Dawid el-Dînewerî

أبو حنيفة أحمد بن داود الدِينَوَرِي

Bernavk Dînewerî
Zayîn 815
Kirmaşan
Mirin 24 Tîrmeh 896, (68-70 Salî)
Dînewer
Herêm Rojhilata Kurdistanê
Hemwelatî  Kurdistan
Eslê xwe Kurd
Dîn Îslam
Destûrname Qur'an
Çax Serdema Zêrîn a Îslamê

[Sedsala 9'an]

Pîşe Dîrok, Astronomî, Erdnîgarî, Botanîk, Matematîk û Lajwerd
Bandor Zanist, Mehrdad Izady, Evdirehman Sûfî, Bruno Silberberg, Mihemed Hemîdulah

Dînewerî an jî Ebû Henîfe Dînewerî (z. 815 Kirmaşan - m. 24'ê Tîrmehê 896 Dînewer) dîroknas, alim, astronom, erdnîgarînas, matematîkzan û riweknasekî kurd bû.[1]

Jînenîgarî[biguherîne]

Dînewerî di sala 828'an li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye, hevotina xweya astronomî, matematîk û mekanîkê li bajarê Îsfehanê girtiye, hevotina xweya fîlolojî û helbestiyê ji li bajarê Besreyê girtiye. Ew bernavê xwe cihê ku lê ji dayîkbûye ji Herêma Dînewerê digre.[2] Di Serdema zêrîn a Îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Dînewerî bûye ji zanyarên yekemîn ku li ser mezinên kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Mezinên Kurdan) nîvîsandiye.[3][4]

Dînewerî li ser dîn jî gelekî alim bû, Wî li ser Quranê jî gellek pirtûk nîvîsandiye û tefsîr kirîye. Her wiha Dînewerî di dîrokê de di nav Kurdan de derketîye zanyar û fîlozofê herî mezin e.[5][6]

Pirtûka wî a herî bi nav û deng "Kîtab el-Nebat" (Pirtûka Giha) û pirtûga Ensab el-Ekrad e[7].

Berhemên Dînewerî bala gelek lêkolîneran kişandiye. Der barê Dînewerî de ji zanistên dema me çend nirxandin jî wisa ne:
Mehrdad Izady: Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Ebû Henîfe Dînewerî jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Ebû Henîfe Dînewerî bi nerîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê der barê reh û kokên kurdan de ne.

Bruno Silberberg (Lêkolînerê Alman): jî dibêje; Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscorides û Theophraste yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Theophraste yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e.

Hin berhemên wî[biguherîne]

Berhemên li ser Zanista Matematîk û Xwezayiyê

  • Kitab el-Cebr we'l-muqabele ("Pirtûka Cebîrê")
  • Kîtab el-Nebat ("Pirtûka Giha")
  • Kitab el-Kusûf ("Girtina Berê Rojê")
  • Kîtab el-redd ela reşad el-îsfexanî ("Pirtûka Pûçkirina çavdêriyên Astronomî yên El-Îsfahanî")
  • Kitab el-Hisab ("Pirtûka Hesab")
  • Kitab'ul-Bahsi fî Hisab il-Hind (Analiza Aritmatika Hindistanê")
  • Kitab'ul-Cem wet-Tefrîk ("Pirtûka Aritmetikê")
  • Kitab'ul-qible we'z-Zewal ("Pirtûka Pozîzyona Stêrkan")
  • Kitab'ul-Enwa ("Rewşa Hewayê")
  • İslah'ul-Mantiq ("Islahbûna Vacê")

Berhemên Li Ser Zanista Civakî

  • Ensab el-Ekrad ("Mezinên Kurdan)
  • Ahbar'ut-Tiwal ("Tevahîya Dîrokê")
  • Kitab el-Kebîr ("Di Dîrokêde Pirtûga Mezin")
  • Kitab el-Fusaha ("Pirtûga Retorikê")
  • Kitab'ul-Buldan ("Pirtûga Erdnîgarî")
  • Kitab eş-Şîr we'ş-Şu'ara ("Pirtûga Helbest û Helbestvanan").

Çavkanî[biguherîne]