Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Sibat
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo sibata 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | |||
5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
26 | 27 | 28 | 29 |
Bûyer
- 1793 – Fransayê li dijî Keyaniya Yekbûyî û Holendayê îlana şer kir.
- 1861 – Li DYA'yê şerê navxweyî; eyaleta Teksasê ji DYAyê veqetiya.
- 1924 – Îngilistanê dewleta YKSS bi awayê fermî nas kir.
- 1958 – Misir û Sûrî Yekîtiya Komara Erebî ava kirin, ku heta sala 1961'ê weke dewletekê tevgeriyan.
- 1978 – Komara Îslamî ya Îranê hate damezirandin. Serokê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetula Xumênî, piştî 15 salan li derveyî welêt ma, di 1'ê sibata sala 1978'an de, vegeriyabû Îranê. Lewma ev roj weke roja damezrandina komara îslamî ya Îranê tê dîtin.
- 1979 – Gerînendeyê giştî yê weşana rojnameya Milliyetê Abdi İpekçi hate kuştin.
- 2004 – Li Erebistana Siyûdî, di dema hecê de îzdiham derket û 289 heciyan jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1844 – G. Stanley Hall, psîkologê amerîkan
- 1905 – Emilio Segré, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1931 – Borîs Yeltsîn, serokdewletê berê yê Rûsyayê
- 1956 – Haşim Öztunç, şoreşgerê kurd
- 1969 – Behmen Qubadî, derhênerê kurd (wêne)
Mirin
- 1958 – Clinton Davisson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1976 – Werner Heisenberg, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1979 – Abdi İpekçi, rojnamevanê tirk
- 1986 – Alva Myrdal, civakasa xwediya Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1920 – Fransayê bajarê Lîtvanyayê, Klaipėda, dagir kir.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Di şerê Stalîngradê de, hêzên dawî yên naziyan teslîmî hêzên sovyetan bûn.
- 1946 – Partiya Şoreşê ya Komînîst a Tirkiyeyê (TDKP) hate damezirandin.
- 1980 – Nivîskarê kurd Bûbê Eser, li Amedê hate girtin.
- 1982 – Artêşa Sûriyê êrîş bire ser hêzên rêxistina Braderên Misilman ku li bajarê Hamayê bûn. Di encamê de di navbera 10.000-40.000 kesan jiyana xwe ji dest dan.
- 1989 – Hêzên talî yên çekdar ên artêşa sovyetê ji Afxanistanê vekişiyan.
- 1991 – Çûna Cizîr û Silopiyê ji bo rojnamevanan hate qedexekirin.
Jidayîkbûn
- 1958 – George Grigore, nivîskar û rojhilatnasê roman
- 1977 – Shakira, stranbêja navdar
Mirin
- 1970 – Bertrand Russell, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1690 – Li DYAyê cara yekem pereyên kaxiz li Massachusettsê hatin bikaranîn.
- 1783 – Spanyayê serxwebûna DYAyê bi awayê fermî pejirand.
- 1917 – DYAyê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi Almanyayê re qut kirin.
- 1928 – Destpêka xudbeya înê ya bi zimanê tirkî.
- 1969 – Yaser Erefat bû serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê.
- 1992 – Endamê HEPê yê Amedê Sait Ertan di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
- 2007 – Li Bexdayê, li firoşgehekê bombe hate teqandin. Di encamê de herî kêm 135 kes mirin û 339 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1874 – Gertrude Stein, nivîskara amerîkan
- 1909 – Simone Weil, fîlozof û aktîvîstê fransî
- 1948 – Carlos Filipe Ximenes Belo, keşeyê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1924 – Thomas Woodrow Wilson, serokdewletê DYAyê yê 28em (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1794 – Fransayê li hemû herêm û welatên di bin destê xwe de, koledarî qedexe kir.
- 1797 – Li bajarê Riobambaya Ekuadorê erdhej qewimî. Di encamê de nêzîkê 40.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1899 – Şerê Fîlîpîn û DYAyê dest pê kir.
- 1948 – Welatê Seylanê ku piştre navê wê weke Srî Lanka hate guhertin, ji bin hikûmraniya îngilîzan rizgar bû.
- 1936 – Radyûm bû elemanta yekem a radyoaktîv ku bi awayê sentetîk hate çêkirin.
- 1976 – Li Guatemala û Hondûrasê ji sedema erdhejê 22.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1978 – Li Tirkiyeyê, bi pêşengiya Aziz Nesin, Yaşar Kemal, Tomris Uyar Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê hate damezirandin.
- 2004 – Facebook hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1814 – Samuel J. Tilden, siyasetmendê amerîkan
Mirin
- 1926 – İskilipli Mehmed Âtıf Hoca, olzan û nivîskarê tirk
- 1928 – Hendrik Lorentz, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1782 – Hêzên spanî reda hêzên brîtanî birin û girava Minorcayê zemt kirin.
- 1971 – Apollo 14 li ser Heyvê xwe danî.
- 1976 – Şîrketa amerîkî ya balafiran a bi navê Lockheed Martin li xwe mikur hat û got me bertîl daye Tirkiyeyê.
- 1994 – Li Bosniya û Herzegovînayê di dema teqîna bazara bi navê Markaleyê de 60 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 200 kesan jî brîndar bûn.
- 1996 – Endamê HADEPê İhsan Polat ji aliyê lawê sercerdevan Z.Şîmşek ve hate kuştin.
- 2000 – Hêzên Rûsyayê êrîşî bajarê Çeçenistanê, Grosniyê, kirin. Di encamê de 60 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1915 – Robert Hofstadter, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1985 – Cristiano Ronaldo, futbolvanê portûgalî
Mirin
- 1790 – William Cullen, bijîşk û kîmyagerê navdar
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1788 – Massachusetts bû dewleta 6em a DYAyê.
- 1806 – Şerê San Domîngoyê: Behriyeya brîtanî li Karîbê zora behriyeya fransî bir.
- 1819 – Rêveberê brîtanî Stamford Raffles, welatê Singapûrê vedît.
- 1918 – Pîrekên brîtanî yên ji 30 salî mezintir mafê dengdanê bidest xistin.
- 1931 – Fîlma bi navê Lembeyên Bajêr a afirînerê filîmên bêdeng, aktorê navdar Charlie Chaplin li DYAyê hate nîşandan.
- 1937 – Li Tirkiyê rejîma laîqî hate pejirandin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem: Keyaniya Yekbûyî li dijî dewleta Taylendayê îlana şer kir.
- 1958 – Li balafirgeha Munîhê balafira ku lîstikvanên tîma Manchester United tê de bûn, qeza kir. Di encamê de 8 lîstikvan û 15 rêwiyên din jiyana xwe ji dest dan.
- 2000 – Rûsyayê êrîşî Grosnî, Çeçenistanê kir. Di encamê de hikûmeta çeçen a aligirê serxwebûnê bû hate mişextkirin.
- 2003 – Albûma Get Rich or Die Tryin' ya 50 Cent derket.
- 2004 – Li Moskowê êrîşa metroyê qewimî. Di encamê de 40 kes mirin û 129 kes jî brîndar bûn.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1897 – Hêzên yewnan li Kretayê hêzên osmaniyan têk birin.
- 1904 – Li Baltimore ji sedema şewatê 1500 mal di 30 saetî de şewitî.
- 1962 – DYAyê bi Kûbayê re hemû danûstandinên xwe yên bazirganiyê qut kirin.
- 1974 – Grenadayê ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1992 – Peymana ku Yekîtiya Ewropayê pêk tîne, peymana Maastrichtê, hate îmzekirin.
- 2005 – Jina kurd a bi navê Hatun Sürücü li Almanyayê bi sê guleyan hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1804 – John Deere, dahênerê amerîkan
- 1870 – Alfred Adler, psîkologê awistriyayî
- 1885 – Sinclair Lewis, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1971 – Evrim Hêlîn Baba, siyasetmenda kurd
Mirin
- 1937 – Elihu Root, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1979 – Josef Mengele, bijîşkê naziyan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1238 – Bajarê Rûsyayê Vladîmîr ji aliyê mongolan ve hate şewitandin.
- 1250 – Sefera heftem a xaçperestan di navbera xaçperest û Eyûbiyan de li bajarê Mansureyê qewimî.
- 1914 – Cemal Baban kovara Bangî Kurd li Bexdayê derxist.
- 1924 – Li DYAyê cara pêşîn kuştina bi gazê li eyaleta Nevadayê pêk hat.
- 1925 – Rêxistina Azadî hate avakirin.
- 1948 – Damezrandina Korêya Bakur hate îlankirin.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem; Japonyayê Sîngapûr dagir kir.
- 1963 – Li Iraqê darbeya leşkerî pêk hat.
Jidayîkbûn
- 1819 – John Ruskin, nivîskarê îngilîz
Mirin
- 1918 – Louis Renault, dadnasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1957 – Walther Bothe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1979 – Dennis Gabor, endazyarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1998 – Halldór Laxness, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 2012 – Îbrahîm Yûnisî, wergêr û nivîskarê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1621 – Tengava Stembolê qeşa girt.
- 1965 – Şerê Viyetnamê; Dewleta amerîkan hêzên xwe şandin başûrê Viyetnamê.
- 1968 – Polîsa trafîkê ya yekem dest bi kar kir.
- 1969 – Li Stembolê li Qada Teqsîmê, yekşemeke bi xwîn derbas bû.
- 1969 – Navê partiya gelê komarger ê gundî bû Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) û Alparslan Türkeş bû serokê wê.
- 1991 – Li Lîtvanyayê gel deng da serxwebûna welêt.
- 1998 – Li girtîgeha Amedê greva birçîbûnê destpê kir. Hêzên dewletê girtî mişext kirin. Di rêya girtîgeha Aydinê de Mehmet Emîn Yavuz jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1773 – William Henry Harrison, serokdewletê nehem ê DYAyê
Mirin
- 1881 – Dostoyevskî, nivîskarê rûs
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1258 – Bajarê Bexdayê kete destê mongolan û dewleta Ebasiyan hilweşiya.
- 1763 – Îngilistan, Fransa û Spanyayê peymana Parîsê girêdan. Şerê heft salan bi dawî bû.
- 1925 – Lîcê ket destê hêzên Şêx Seîd.
- 1947 – Îtalya, Macaristan, Bulgaristan, Romanya û Fînlendayê peymana aştî ya Parîsê girê dan.
- 1969 – Li Tirkiyeyê hatina fîloya 6em a Amerîkayê hate protestokirin.
- 1970 – Li Başûrê Kurdistanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate sazkirin.
- 1994 – Rêveberê DEP a Rihayê Omer Akpolat hate qetilkirin.
- 2005 – Korêya Bakur da ragihandin ku ew xwediyê bombeya nukleer e.
Jidayîkbûn
- 1890 – Boris Pasternak, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1898 – Bertolt Brecht, nivîskarê alman
- 1910 – Dominique Pire, monakê xwediyê Xelata Nobelê
- 1963 – Candan Erçetin, stranbêja tirk
- 1975 – Kool Savas, rapvanê alman
Mirin
- 1918 – Ernesto Teodoro Moneta, aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Wilhelm Conrad Röntgen, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1837 – Pûşkîn, nivîskarê rûs
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1752 – Nexweşxaneya pêşî ya DYAyê ji aliyê Benjamin Franklin ve li Pensîlvanyayê hate avakirin.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem; Li hêrêma Bukit Timah a Sîngapûr hêzên japon û îngilîz dest bi şer kirin.
- 1953 – Hikûmeta YKSS têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re birrîn.
- 1964 – Hikûmeta Taywanê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Fransayê re birrîn.
- 1979 – Komara Îslamî ya Îranê hate sazkirin.
- 1990 – Piştî 27 salan Nelson Mandela gihîşte azadiya xwe.
- 2006 – Arkeologên alman li Girê Mirazan bermahiyên herî pêşîn ên mirovahiyê dîtin.
Jidayîkbûn
- 1847 – Thomas Alva Edison, dahênerê amerîkan
- 1939 – Hemreş Reşo, siyasetmedar û nivîskarê kurd
Mirin
- 1650 – René Descartes, fîlozofê fransî
- 1963 – Sylvia Plath, helbestvana amerîkan
- 1973 – J. Hans D. Jensen, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1978 – Harry Martinson, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 2006 – Kanî Yilmaz, endamê kevn ê PKK'ê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1502 – Vasco da Gama, ji Lîzbonê ber bi Hindistanê ve dest bi gera xwe ya duyem kir.
- 1809 – Rojnameya Junge Welt li herêma di bin desthilatdariya Sovyetê de hat damezrandin.
- 1870 – Li herêma Utahê pîrekan dest bi mafê dengdanê kir.
- 1934 – Li Awistriyayê şerê navxweyî dest pê kir.
- 1945 – Mela Mistefayê Barzanî bi navê Azadî rêxistinek ava kir.
- 1993 – Li Îngilistanê du zarokên 10 salî James Bulger ê 2 salî revandin û kuştin.
- 2002 – Balafireke rêhewayên Îranê li Xuremabadê kete xwar. Di encamê de 119 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1809 – Abraham Lincoln, serokdewletê 16em ê DYAyê
- 1809 – Charles Darwin, siruştnasê îngilîz
- 1861 – Lou Andreas-Salomé, nivîskar û psîkoanalîst
- 1918 – Julian Schwinger, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1804 – Immanuel Kant, fîlozofê alman
- 1947 – Kurt Lewin, psîkologê alman-amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1668 – Spanyayê Portûgal weke dewleteke serbixwe pejirand.
- 1925 – Serhildana Şex Seîdê Pîranê destpê kir.
- 1931 – Delhiya Nû bû paytexta Hindistanê.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Dewleta YKSS'ê bajarê Budapeştê ji destê naziyan xilas kir.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Balafirên şer ên Brîtanyayê dest bi bombebarandina bajarê naziyan, Dresdenê, kirin.
- 1960 – Dewleta Tirkiyeyê tevlî NATOyê bû.
- 1971 – Şerê Viyetnamê: Hêzên Viyetnama başûr ên bi piştgiriya DYAyê, Laos zemt kirin.
- 1991 – Şerê Kendavê; Li Bexdayê stargeha Emîriye hate bombebarandin. Di encamê de bêhtirî 400 mirovên sivîl ên di hundir de mirin.
- 1999 – Filîmê Yilmaz Guney yê bi navê Rê, bi awayekî sansûrkirî piştî 18 salan li Tirkiye yekem car hate nîşandan.
- 2001 – Li El Salvadorê erdhejeke bi mezinahiya 6,6 a li gorî pîvana Richter qewimî. Di encamê de bêhtirî 400 kesî jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1910 – William Shockley, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 2010 – Lucille Clifton, helbestvana amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1859 – Oregon, bû dewleta 33em a DYAyê.
- 1876 – Dahênerê telefonê Alexander Graham Bell ji bo patenta wê serî lê da.
- 1912 – Arizona, bû dewleta 48em a DYAyê.
- 1925 – Bi Serhildana Şêx Seîd re herêma Dara Hênê ket destê hêzên kurd.
- 1929 – Heft dijminên gangesterê navdar Al Capone li Chicagoyê hatin kuştin. Ev weke qetlîma roja dildaran hate binavkirin.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Pragê ji aliyê hêzên Brîtanyayê ve bi şaşî hate bombebarandin.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Mostarê ji aliyê partîzanên Yûgoslavyayê ve hate rizgarkirin.
- 1981 – Di klubeke şevê ya Dublinê de, ji sedema şewatê 48 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1987 – Ji aliyê dewleta tirk ve biryar hate dayîn ku mirovên li 234 gundên Dêrsimê bişînên bajarên Mersîn, Antalya, Izmîr û Muğlayê.
- 1994 – Li dijî avahiya Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Enqereyê êrîşa bombeyî pêk hat. Di encamê de 3 kes brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1869 – Charles Wilson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1938 – Christian Lous Lange, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1804 – Gelê serb ji bo serxwebûna welatê xwe li dijî desthilatiya Osmaniyan serî hilda.
- 1909 – Li bajarê Acapulco ya Meksîkayê di şewata li şanogehekê de 250 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Japonyayê welatê Sîngapûrê bi dest xist û di encama şerê li wir de 80.000 leşkerên Brîtanya û Awistralyayê ji aliyê japonan ve dîl hatin girtin.
- 1949 – Li Tirkiyeyê 1200 cihûyan ji bo çûna Îsraîlê serî lê dan. Di encamê de 10.000 cihûyan koç kir.
- 1999 – Serokê PKKê Abdullah Öcalan li Kenyayê hate girtin.
- 2008 – Zarokê kurd ê bi navê Yahya Menekşe li navçeya Cizîrê ji aliyê artêşa tirk ve bi panzerê hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1564 – Galileo Galilei, zanyarê îtalî
- 1845 – Elihu Root, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1856 – Emil Kraepelin, psîkyatrîstê alman
- 1861 – Charles Edouard Guillaume, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1980 – Olivia, stranbêja rapê ya amerîkan
Mirin
- 1959 – Owen Richardson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1988 – Richard Feynman, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1999 – Henry Way Kendall, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2001 – Orhan Asena, nivîskarê şanoyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên YKSSê cara duyem ketin bajarê Xarkovê.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Artêşa DYAyê gihaşte girava Corregidorê ya Fîlîpînê.
- 1994 – Rêveberê DEP a Sasonê Nûrî Ekîncî di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin.
- 1998 – Balafireke Çînê li nêzî balafirgeha Chiang Kai-shek kete xwar. Di encamê de 202 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1999 – Bi agahdarbûna radestkirina serokê PKKê Abdullah Öcalan, gelê kurd li Ewropayê dest bi dagirkirina konsolxaneyan kir.
- 1999 – Li paytexta Ûzbekistan Taşkentê, li dijî serokkomar Îslam Kerîmov êrîşa sûîkastî pêk hat. Di encamê de 15 leşkerên ûzbek mirin.
- 2006 – Tîşk TVyê li Parîsê dest bi weşanên testê kir.
Jidayîkbûn
- 1941 – Kim Jong-il, serokê Komara Gel a Demokratîk a Korêyê
- 1976 – Ayla Akat Ata, siyasetmenda kurd
Mirin
- 1907 – Giosuè Carducci, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1917 – Octave Mirbeau, nivîskarê fransî
- 1932 – Ferdinand Buisson, aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1867 – Yekemîn keştî di Kanala Suweyşê re derbas bû.
- 1933 – Yekemîn hejmara kovara Newsweekê derket.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem; Li girava Enewetak Atollê di navbera Japonya û DYAyê de şer destpê kir.
- 1956 – Li Tirkiyeyê navê bajarê Çoruhê bû Artvin.
- 1962 – Li Hamburgê ji ber çêbûna bahozekê bêhtirî 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1994 – Rêveberê DEPa Surîçê Omer Akpolat bi destê kontrayan hate kuştin.
- 2000 – Microsoftê pergala xebatê ya bi navê Windows 2000 derxiste piyaseyê.
- 2008 – Kosovayê serxwebûna xwe îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1888 – Otto Stern, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1957 – Loreena McKennitt, muzîkjena Kanadayî
Mirin
- 440 – Mesrop Maştoz, keşe û zimanzanê ermenî
- 1600 – Giordano Bruno, fîlozofê îtalî
- 1673 – Jean-Baptiste Poquelin (Molière), nivîskarê fransî
- 1970 – Samuel Agnon, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1998 – Mîna Qazî, hevsera Qazî Muhemmed
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1695 – Behriyeya Osmaniyan girava Xiyosê cara duyem dagir kir.
- 1965 – Gambiya ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1983 – 33emîn mîhrîcana filîman a Berlînê dest pê kir. Filîma bi navê "Li Colemêrgê Çar Werz", ku derhêneriya wê Erden Kıral kiribû, xelata taybet a juriyê stand.
- 1993 – Nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç bi destên hêzên tarî hate şehît kirin.
- 1994 – Navenda DEPê hate bombekirin û di encama bombekirinê de endamê partiyê Erdem Akçakaya jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din jî brîndar bûn.
- 2003 – Li metroya bajarê Daegu ya Korêya Başûr şewat derket. Di encamê de 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2004 – Li bajarê Nîşabûrê ya Îranê trêna bar ji rê derket. Di encamê de 295 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1745 – Alessandro Volta, fîzîknasê îtalî
- 1906 – Hans Asperger, bijîşkê awistriyayî
- 1931 – Toni Morrison, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1405 – Tîmûrleng, împeratorê mongol
- 1546 – Martin Luther, reformîstê dînê
- 1862 – Pierre Bretonneau, bijîşkê fransî
- 1951 – Ehmedê Xasî, yekemîn nivîskarê kirmanckî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1915 – Şerê cîhanê yê yekem; Li Gelîboliyê behriyeyên îngilîz û fransî êriş birrin ser baregehên osmaniyan.
- 1921 – Riza Şah kontrola bajarê Tehranê kirine bin destê xwe.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Nêzîkî 250 firokeyên şer ên japonan êrîşî bajarê Darwin ê Awistralyayê kirin. Di encamê de 243 kes mirin.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem; Li Tûnisê di navbera hêzên naziyan û hêzên hevalbend (DYA, Brîtanya, Fransa) de şer destpê kir.
- 1972 – Şervanê Eniya Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKP-Cê) Ulaş Bardakçı hate kuştin.
- 1985 – Balafireke Spanyayê ya modela Boeing 727 li pêçavê çiyayê Oiz ket. Di encamê de 148 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1994 – Li Lîbyayê rejîma şerîetê hate qebûlkirin û salnameya îslamî hate bikaranîn.
Jidayîkbûn
- 1473 – Nîkolaws Kopernîk, astronom û matematîkzan
- 1833 – Élie Ducommun, rojnamegerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1896 – André Breton, nivîskar û helbestvanê fransî
- 1941 – David J. Gross, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1951 – André Gide, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1952 – Knut Hamsun, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 – Deng Xiaoping, serokê çînî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1835 – Bajarê Şîleyê Concepción di encama erdhejekê de hilweşiya.
- 1914 – Li Stembolê tramvaya bi elektrîk cara pêşîn hate xebitandin.
- 1932 – Yek ji pêşengên şoreşa sovyetan Lev Trotskî ji hevwelatiya YKSSê hate avêtin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem; Balafirên şer ên DYAyê fabrîkayên balafiran ên naziyan bombebaran kirin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên amerîkan girava Enewetak Atoll dagir kirin.
- 1991 – Parlementoya Slovenyayê pêşniyara hilweşandina Yûgoslavyayê kir.
- 1994 – Endamê DEPa Sêrtê Huseyîn Alevcan bi êşkenceyê hate kuştin.
- 2002 – Li Misirê ji sedema şewata di trênekê de 370 kesî jiyana xwe j idest da.
Jidayîkbûn
- 1945 – Jürg Acklin, nivîskar û psîkoanalîstê swîsrî
Mirin
- 1916 – Klas Pontus Arnoldson, rojnamevanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1972 – Maria Goeppert-Mayer, fîzîknasa xwediya Xelata Nobelê
- 1976 – René Cassin, dîplomat û dadnasê fransî
- 1996 – Solomon Asch, psîkologê polonî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1848 – Karl Marx û Friedrich Engels berhema bi navê Manîfestoya Komunîstî çapkirin.
- 1916 – Şerê cîhanê yê yekem; Di navbera Fransa û Almanya de şerê Verdunê destpê kir.
- 1934 – Augusto César Sandino, di encama komployên emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, bi kemînekê hat kuştin. Sandîno li Nîkaraguayê û li hemû cîhanê wek "Generalê Mirovê Azad" nav dabû.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Balafirên kamîkaze yên japonan keştiyên amerîkan ên bi navê Bismarck Sea û Saratoga noqav kirin.
- 1965 – Pêşengê neteweperwerên reşikên amerîkayî, Hecî Malik Şahbaz (Malcolm X) li bajarê Harlemê hate kuştin.
- 1970 – Balafireke Swîsreyê ji sedema teqandina bombeyên di hundirên wê de, li Zurîhê teqiya û tê de 47 kes mirin.
- 1973 – Balafira şer a Îsraîlê balafireke rêwiyan a Lîbyayê li ser Nîvgirava Sînayê teqand. Di encamê de 108 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1903 – Anais Nin, nivîskara fransî
- 1989 – Corbin Bleu, lîstikvanê sînemayê
Mirin
- 1677 – Baruch Spinoza, fîlozofê holendî
- 1926 – Heike Kamerlingh Onnes, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1949 – Ali Çetinkaya, leşker û siyasetmendê tirk
- 1984 – Mîxaîl Şoloxov, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1819 – Spanyayê eyaleta Floridayê bi 5 milyon dolarên amerîkan firoşte DYAyê.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem; Balafirên şer ên DYAyê bi xeletî bajarên Nijmegen, Arnhem, Enschede û Deventer ên Holendayê bombebaran kir. Tenê li bajarê Nijmegenê 800 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1947 – Di serokatiya Mistefa Berzanî de Meşa Dirêj a kurdan destpê kir.
- 1948 – Li Çekoslovakyayê şoreşa komunîst destpê kir.
- 1991 – Hêzên Iraqê herêmên neftê yên Kuweytê dane ber agir.
- 1992 – Rojnameya Welat dest bi weşanê kir.
- 1997 – Li bajarê Roslin a Skotlendayê hate ragihandin ku miheke bi navê Dolly bi awayekî serkeftî hatiye klonkirin.
Jidayîkbûn
- 1732 – George Washington, serokdewletê yekem ê DYAyê
- 1864 – Jules Renard, nivîskarê fransî
- 1891 – Ekrem Cemîl Paşa, rewşenbîr û têkoşerê kurd
- 1925 – Edward Gorey, nivîskar û îllustrator
- 1948 – Horst Köhler, serokdewletê Almanyayê
Mirin
- 1406 – Îbnî Xaldûn , dîrokzanê misilman
- 1942 – Stefan Zweig, nivîskarê awistriyayî
- 1990 – Evdirehman Şerefkendî, nivîskar û helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1903 – DYAyê ji rêveberiya Kûbayê kendava Guantanamoyê kirê kir.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên japonan qeraxên Kalîforniyayê dane ber bombeyan.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem: Bajarê Poznańê yê Polonyayê bi hevkariya polon û sovyetan ji destê naziyan hate rizgarkirin.
- 1966 – Li Sûriyê darbeya leşkerî pêk hat û hikûmet hate guhertin.
- 1980 – Ayetula Xumênî di derbarê rehîneyên li konsolxaneya DYAyê de got; biryara rewşa wan wê ji aliyê parlementoya Îranê ve were dayîn.
- 1988 – Pêla dawî ya Enfalê li dijî hêzên YNKê li Silêmaniyê destpê kir. Li Dola Cafê (Cafetî) li dijî kurdan tevkujî pêk tê.
- 1991 – Şerê Kendavê: Hêzên bejahiyê yên amerîkan ser tixûbê Erebistana Siyûdî re ketin nav erdên Iraqê.
- 1999 – Serokê PKKê Abdullah Öcalan li Tirkiyeyê bi îddaya îxaneta li dijî welêt hate darizandin.
Jidayîkbûn
- 1899 – Erich Kästner, nivîskarê alman
- 1940 – Kamer Genç, parlementerê Dêrsimê yê dijberî kurdan
Mirin
- 1848 – John Quincy Adams, serokdewletê 6em ê DYAyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1863 – Arîzona weke beşeke herêma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate sazkirin.
- 1918 – Estonyayê ji Rûsyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1920 – Li Almanyayê Partiya Naziyan hate damezrandin.
- 1925 – Elezîz kete destê hêzên Şêx Seîd.
- 1989 – Ayetula Xumênî, da zanîn ku yên miriyê, Selman Ruşdî, nivîskarê pirtûka bi navê Ayetên Şeytanî bîne, ewê 3 milyon dolaran weke xelatê bidê wan.
- 1992 – Nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altun ji hêla kontrayan ve li Êlihê hate kate şehîdkirin.
- 1994 – Endamê DEP a Amedê Soner Tekeş di encama êrîşeke satorî de hate qetilkirin.
- 2009 – Di civîna DTPê de ji sedema axaftina bi kurdî ya Ahmet Türk, TRTê weşana civînê birrî.
Jidayîkbûn
- 1304 – Ibn Betûte, gerokê berberî
- 1903 – Vladimir Bartol, nivîskarê sloven
- 1926 – Jean Alexander, aktrîsa îngilîz
- 1955 – Steve Jobs, damezrînerê şîrketa Apple
Mirin
- 1925 – Hjalmar Branting, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1921 – Paytexta Gurcistanê Tiblîs ji aliyê Bolşevîkên Rûsyayê ve hate dagirkirin.
- 1932 – Hevwelatiya Adolf Hitler a ji bo Almanyayê hate pejirandin.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem: Tirkiyeyê li dijî Almanyayê îlana şer kir.
- 1968 – Şerê Viyetnamê; Li gundê Ha My a başûrê Viyetnamê 135 kesên sivîl ji aliyê hêzên Korêya Başûr ve hatin kuştin.
- 1991 – Şerê Kendavê: Hêzên Iraqê bi moşeka Scud li hêzên amerîkan ên li bajarê Zahran a Erebistana Siyûdî da. Di encamê de 28 leşkerên amerîkî mirin.
- 1992 – Li herêma Xocalî ya Azerbaycanê hêzên ermeniyan 613 sivîl kuştin.
- 1994 – Partiya Demokrasiyê (DEP) biryar da ku ewê tevlî hilbijartinên herêmî nebe.
- 1994 – Rewşenbîrê kurd parêzer Yusuf Ekîncî hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1543 – Şerefxanê Bedlîsî, mîrê kurd
- 1949 – Amin Maalouf, nivîskarê libnanî
- 1981 – Shahid Kapoor, aktorê Bollywoodê
Mirin
- 1899 – Paul Julius Reuter, damezrênerê ajansa Reutersê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1815 – Napoleon Bonaparte ji girava Îtalyayê ya bi navê Elbayê reviya.
- 1848 – Li Fransayê komara duyem hate îlankirin.
- 1952 – Winston Churchill, da ragihandin ku Keyaniya Yekbûyî xwediyê bombeya nukleerî ye.
- 1991 – Sedam Huseyn di radyoya Bexdayê de ragihand ku Iraq ji Kuweytê vekişiyaye.
- 1992 – Li Kayseriyê girtiyan 200 metre binê erdê kolan û ji girtîgehê reviyan.
- 1999 – Kurtefilîmê bi navê Axê ku berhema Navenda Çanda Mezopotamyayê, li bajarê Stenbolê di Sînemaya Akademiyê de galaya wê hate çêkirin.
- 1999 – Li Îranê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979an, cara pêşîn hilbijartina şaredariyan pêk hat.
- 2001 – Rêxistina terorî Talibanê li bajarê Bamyan a Afxanistanê peykerên Buda xera kirin.
- 2007 – Dadgeha cezayên a pêncam a li Amed ê, di derbarê 20 terorîstên endamên Hizbullahê de cezayê bêdawî yê giran da.
Jidayîkbûn
- 1563 – Christopher Marlowe, helbestvanê îngilîz
- 1802 – Victor Hugo, nivîskarê fransî
- 1852 – John Harvey Kellogg, bijîşk û kaşîfê amerîkan
- 1954 – Recep Tayyip Erdoğan, serokwezîrê Tirkiyeyê
- 1984 – Beren Saat, lîstikvana tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1844 – Komara Domînîkê ji Haîtiyê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1861 – Li Warşovayê hêzên rûs gule li xwepêşandêrên li dijî serweriya Rûsyayê diderkevin, reşandin. Di encamê de pênc xwepêşander mirin.
- 1989 – Li Venezuêlayê nerazîbûnên Caracazoyê qewimîn.
- 1991 – Şerê Kendavê; Serokdewletê DYAê, George H. W. Bush, da ragihandin ku Kuweyt hatiye rizgarkirin.
- 1992 – Endamê HEP a Nisêbînê Mehmet Emîn Narîn di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin.
- 1993 – Parêzer Hasan Kaya û serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Elezîzê Dr. Metîn Can li Elezîzê bi destê kontrayan hatin kuştin.
- 1995 – Li bajarê başûrê Kurdistan Zaxoyê bombeyek teqiya. Di encama bûyerê de 76 jiyana xwe ji dest da û 83 jî brîndar bûn. Hate ragihandin ku ev ji aliyê rêxistina veşartî ya Tirkiyeyê, MİTê ve pêk hat.
- 2002 – Li Hindistanê misilmanan trêna tijî rêwiyên bawermendên hindûîzmê şewitand. Di encamê de 60 kes mir.
- 2004 – Li Filîpînê di teqîna ferîbotekê de 116 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 272 – Konstantînê Mezin, împeratorê Romayê
- 1902 – John Steinbeck, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1932 – Elizabeth Taylor, aktrîsa îngilîz-amerîkan
- 1937 – Aslan Ûsoyan, karsaz û çetegerê kurd
- 1947 – Deniz Gezmiş, şoreşvanê tirk
Mirin
- 2011 – Necmettin Erbakan, serokwezîrê tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1917 – Di encama têkoşîna şoreşê de ku bi grevan dest pê kir û gihişt heta serhildanan, hikûmeta Rûsyayê ya Çar hate hilweşandin. Rêveberiya Sovyetê û Komîteya Dumayê li hev hatin û hikûmeta demkî ava kirin.
- 1922 – Hikûmeta Brîtanyayê parêzvaniya xwe ya li ser Misirê rakir.
- 1947 – Li Taywanê di encama serhildana gel de bêhtirî 30.000 sivîlî jiyana xwe ji dest da.
- 1975 – Li Londonê di encama qezaya metroyê de 43 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1986 – Serokwezîrê swêdî Olof Palme ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin. Palme ji bo aştiyê xebitîbû.
- 1997 – Li bajarê Erdebîl a Îranê erdhejeke bi mezinahiya 6,1 a li gorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 3000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2002 – Li bajarê Hindistanê Ahmedabadê, alîgirên hindûîzmê malên misilmanan dane ber agir. Di encamê de 55 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1533 – Michel de Montaigne, nivîskarê fransî
- 1901 – Linus Pauling, kîmyagerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1939 – Daniel C. Tsui, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1948 – Steven Chu, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1986 – Olof Palme, serokwezîrê Swêdê
- 2006 – Owen Chamberlain, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1828 – Bestekarê fransî Daniel Auber, li Parîsê operaya xwe ya bi navê La muette de Portici (Masaniello) -Keçika bê ziman a Porticiyî- li dar xist.
- 1916 – Li Karolînaya Başûr temenê zarokên dikarin li fabrîka û karxaneyan bixebitin, ji 12'an bû 14.
- 1952 – Girava Heligolandê dîsa ketê bin rêveberiya Almanyayê.
- 1960 – Li Marokoyê ji sedema erdhejekê bêhtirî 3000 kesan jiyana xwe ji dest da û heme heme bajarê Agadirê hilweşiya.
- 1988 – Keşeyê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tutu û sed zilamên din ên dînê hatin girtin.
- 1996 – Balafireke Perûyê li pêçavê çiyayê Andê ket. Di encamê de 123 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1782 – Daniel Auber, bestekarê fransî
Mirin
- 1956 – Elpidio Quirino, serokdewletê şeşem ê Filîpînê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn