Aloq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aloqkulî

Aloq, alû,argûşk behîvok, gelale,an jî lewzetên pêkhateyên şaneya lîmfê ye. Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya mîrov de li ser dîwarê gewriyê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Ji hemû aloqan, cota aloqên esmanê dev a herî navdar e. Loma bi gelemperî peyva aloq ji bo aloqên esmanê dev tê bikaranîn[1] .Aloq bi şêweya hêlkeyî ne. Cota aloqê (aloqa esmanê dev) di paşiya valahiya dev, yek li aliyê çep a din li aliyê rastê gewriyê de cih digirin. Rûyê aloqan biçal û mirtik e. Cogên ziravok ji rûyê aloq ber bi hûndirê aloq ve dirêj dibin, ev cogan wekî krîpt(crypt) tê navkirin.[2] Li ser rûyê her aloqêk bi qasî 20 heb krîpt heye. Ji ber rûyê girûzî, aloq dişibin dendika behîvê, loma di nav gel de aloq wekî behîvok jî tê navkirin. Di laşê mirovê têgihîştî de aloq pêkhateyek hûrik a bi giraniya 1,5 gram e. Aloq bi dirêjiya 2,5 cm, bi firehiya 2 cm ,bi stûriya (qalinî) 1,2 cm ê[2]. Aloqên zarokan ji yên mezinan girtir ê[3]. Aloq bi xirokên spî bergirî dûrist dikin, li dij hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakteriyan tenduristiya laş diparêzin. Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê gewriyê dibe, aloq bakterî û vîrusên nav xurekan parzûn dike. Dibe ko hin hokarên nexweşiyê bi henase(bihn)wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijeten berhem dikin. Hin caran dibe ko bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dûristkirdina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî (bi înglîzî: tonsillitis[4]) bi nav dibe. Ji hemû hokarên nexweşiyê, vîrus hê pirtir dibin sedema aloqkuliyê [5].Nîşaneyên aloqkuliyê; êşa qirrikê peyda dibe, daqurtandîna xurekan dijwar dibe, bêkêfî çêdibe, aloqên herdû aliyên qirikê diwerimin. Aloqkulî bi qasê 5 roj didome[6].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA,tonsil [1] Girêdana arşîvê 2020-06-25 li ser Wayback Machine
  2. ^ a b Michaels L. (1987) Normal Anatomy, Histology; Inflammatory Diseases. In: Ear, Nose and Throat Histopathology. Springer, London [2]
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ The American Heritage® Medical Dictionary. (2007). Retrieved October 14 2018 from [3]
  5. ^ Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. ISBN 978-0-07-096052-7
  6. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA,tonsilllits [4]