Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Kanûna pêşîn
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo kanûna pêşîna 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | ||||||
2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 |
9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 |
16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 |
23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 |
30 | 31 |
Bûyer
- 1402 – Tîmûrleng, bajarê Îzmîrê dorpêç kir.
- 1640 – Portûgalê ji Spanyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1867 – Bingeha bajarê Cheyenne bi çêkirina rêya hesin hate avêtin.
- 1918 – Keyaniya serbî, slovenî û kroatî (ku piştre weke Keyaniya Yûgoslavyayê tê nasîn) hate damezrandin.
- 1964 – Malawî, Malta û Zambiya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1981 – Vîrusa AIDSê bi awayê fermî hate nasîn.
- 1983 – Papûa Gîneya Nû ji Awistralyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1988 – Benazîr Butto weke serokwezîra Pakistanê hate peywirdarkirin.
- 2000 – Kurdsatê dest bi weşanê kir.
- 2009 – Li Zanîngeha Mêrdînê Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn hate damezrandin.
Jidayîkbûn
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1804 – Napolyon Bonapart, li Parîsê li Katedrala Notre Dame, bi tevlîbûna papayê wê demê taca împeratoriya Fransayê da serê xwe.
- 1908 – Li Çînê kurikê 2 salî yê bi navê Pu Yi bû împerator.
- 1914 – Awistriyayê bajarê Belgradê dagir kir.
- 1939 – Li bajarê New York City Balafirgeha La Guardia hate vekirin.
- 1956 – Fidel Castro, Che Guevara û 80 hevalên wan ên din bi Yata Granma gihane Kubayê.
- 1961 – Serokê Kubayê Fidel Castro dan zanîn ku ew xwediyê ramana Marksîst-Lenînîst e û Kuba wê bi komunîzmê werê birêvebirin.
- 1971 – Abû Zebî, Ajman, Dubaî, Fujairah, Sharjah û Umm al-Qaiwainê dewleta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî pêk anîn.
- 1988 – Benazîr Butto weke serokwezîra Pakistanê sond xwar. Bi vê re, ew bû pîreka yekemîn ku bûbû serokê dewleteke îslamî.
- 1993 – Bazirganê tilyakê yê Kolombiyayî Pablo Escobar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin.
Jidayikbûn
- 1816 – Amadeo Preziosi, wênesazê maltî
Mirin
- 1547 – Hernán Cortés, dahênerê spanî
- 1814 – Marquis de Sade, romannivîsê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1818 – Illinois bû 21emîn dewleta DYAyê.
- 1912 – Bulgaristan, Yewnanistan, Montenegro û Serbistanê ji bo xilaskirina şerê Balkanê yê yekem bi dewleta Osmaniyan re agirbestek îmze kirin.
- 1956 – Brîtanya û Fransayê daxuyand ku ewê ji Kanala Suweyşê vekişin.
- 1971 – Şerê di navbera Pakistan û Hindistanê de destpê kir.
- 1976 – Êrîşeke sûîkastî li hemberî Bob Marley pêk hat. Di encamê de du gule lê ketin, lê Bob Marley piştî vê bi du rojan derkete konserê.
- 1989 – Serokê DYAyê George H. W. Bush û serokê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Mikhail Gorbaçov, li Maltayê civînek pêk anîn. Di encamê de hate ragihandin ku şerê sar bi dawî bû.
Jidayîkbûn
- 1886 – Manne Siegbahn, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1895 – Anna Freud, psîkoanalîsta Awistriyayî
Mirin
- 2000 – Gwendolyn Brooks, helbestvanê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1881 – Hejmara pêşîn a rojnameya Los Angeles Times derket.
- 1897 – Di navbera Osmaniyan û Yewnanistanê de peymana agirbestê hate îmzekirin.
- 1918 – Serokê DYA'yê Woodrow Wilson, ji bo hevdîtinên aştiyê yên ji bo şerê cîhanê yê yekem çû Ewropayê. Ev cara pêşî bû ku serokdewletekî amerîkan serdana fermî li welatên Ewropayê pêk anîbû.
- 1945 – Senatoya DYA'yê bi dengdana 65 li hemberî 7 dengan biryar da ku tevlî Neteweyên Yekbûyî bibe.
- 1954 – Restoranta Burger King'ê ya yekem li Miami, Florida, ya DYAyê hate vekirin.
- 1975 – Sûrînam tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1980 – Koma rock'ê ya bi navê Led Zeppelin ji sedema mirina daholvanê wan John Bonham da zanîn ku koma wan belav bû.
- 1982 – Komara Gel a Çînê makezagona xwe ya îroyîn pejirand.
- 1992 – Ji sedema şerê navxweyî dewleta DYAyê 20.000 leşker şandin Somaliyayê.
Jidayîkbûn
- 1875 – Rainer Maria Rilke, helbestvana alman
Mirin
- 1123 – Omer Xeyam, helbestvan û fîlozofê îranî
- 1679 – Thomas Hobbes, fîlozofê îngilîz
- 1952 – Karen Horney, psîkoanalîsta alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1492 – Krîstof Kolomb, Haîtî û Komara Domînîk keşf kirin.
- 1878 – Li New York City di şewata Şanoya Brooklynê de 278 kesan jiyana xwe ji dets da.
- 1908 – Rojnameya Kürt Teavün ve Terakki (Alîkarî û Pêşketina Kurd) li Stembolê dest bi weşanê kir.
- 1932 – Fîzîknasê esilalman ê ji Swîsreyê Albert Einstein vîzeya amerîkan stend.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem; Keyaniya Yekbûyî li dijî Fînlenda, Mecaristan û Romanyayê şer da destpêkirin.
- 1957 – Serokdewletê Îndonezyayê Sukarno hemû mirovên Holendî ji welatê xwe derxistin.
- 1977 – Misirê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûrî, Lîbya, Alcerya, Iraq û Yemena Başûr re birrîn.
- 1978 – Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bi Komara Demokratîk a Efxanistanê re peymaneke 20 salî ya bratiyê îmze kir.
- 1993 – Şaredarê Viyanayê Helmut Zilk bi êrîşa nameya bombeyî brîndar bû.
Jidayîkbûn
- 1901 – Werner Heisenberg, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1903 – Cecil Powell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1936 – Václav Havel serokkomarê pêşî yê Komara Çekî
Mirin
- 1791 – Wolfgang Amadeus Mozart, bestekarê Awistriyayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1790 – Kongreya Amerîkayê ji New Yorkê barkirin bajarê Philadelphia.
- 1865 – Xala qedexekirina bendîtiyê li makezagona Amerîkayê hate zêdekirin.
- 1877 – Thomas Edison cara pêşîn dengê xwe tomar kir.
- 1897 – London di cîhanê de bû bajarê yekemîn ku xwediyê taksiyên bi lîsans bû.
- 1916 – Şerê cîhanê yê yekem; Hêzên Navend bajarê Bûkareştê zemt kirin.
- 1917 – Fînlandê ji Rûsyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1917 – Li bajarê Halifax a Kanadayê cebilxaneyek teqiya. Di encamê de bêhtirî 1900 kesî jiyana xwe ji dest da û beşek ji bajar xira bû.
- 1922 – Parêzgeha Serbixwe ya Îrlendayê hate damezrandin.
- 1940 – Yewnanistanê bajarê Albanya yê bi navê Premete dagir kir.
- 1991 – Li Kroatyayê artêşa gel a Yûgoslavyayê bajarê Dubrovnîkê bombebaran kir.
Jidayîkbûn
- 846 – Hesenê Eskerî, yek ji dozdeh îmamên şia
Mirin
- 1981 – Haşim Öztunç, zana û şoreşgerekî kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 43 b.z. – Siyasetmedar û fîlozofê Romayî Marcus Tullius Cicero hate kuştin.
- 1787 – Delaware, bû dewleta yekemîn ku makezagona DYAyê pejirand.
- 1917 – Şerê cîhanî yê yekem; DYAyê li dijî Awistriya-Macaristanê şer îlan kir.
- 1946 – Li Atlantayê hotelek şewitî. Di encamê de 119 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1975 – Endonezyayê, Tîmora Rojhilat dagir kir.
- 1987 – Li Kalîforniyayê balafireke amerîkî ket. Di encamê de 43 kes mirin.
- 1988 – Li Ermenistanê bi mezinahiya 6,9 a li gorî pîvana Richterê erdhej çêbû. Di encamê de bêhtirî 25.000 kesî jiyana xwe ji dest da, 15.000 kes brîndar bûn û 400.000 kes bêmal ma.
- 1999 – Düzce, bû bajarê 81em ê Tirkiyeyê.
- 2002 – Li Bangladeşê di encama çar êrîşên li dijî şanogehan de 18 kes mirin û 200 kes jî brîndar bû.
Jidayîkbûn
- 1928 – Noam Chomsky, zanyarê amerîkan
Mirin
- 1906 – Élie Ducommun rojnamevanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Nicholas Murray Butler, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1808 – Artêşa Napolyon Bonapart kete bajarê Madrîdê.
- 1941 – Piştî êrîşa Pearl Harborê dewleta DYAyê li dijî Japonyayê îlana şer kir û bi vî awayî tevlî Şerê cîhanê yê duyem bû.
- 1966 – Keştiya Yewnanistanê ya bi navê SS Heraklion li Deryaya Egeyî noqav bû. Di encamê de bêhtirî 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1980 – John Lennon (damezrînerê koma muzîkê ya bi navê The Beatles) li devê mala xwe ji aliyê heyranekî xwe yê nexweş ve hate kuştin.
- 1994 – Doza Partiya Demokrasiyê (DEP) bi dawî bû. Parlementerên ku cezaya darvekirinê ji wan re dihate xwestin yên bi navê Hatip Dicle, Orhan Doğan, Leyla Zana, Selîm Sadak, Sırrı Sakık ve Mahmut Alinak bi tevahî bi 89 sal û 6 mehan hatin cezakirin. Lê ji ber li berçavgirtina rojên di girtîgehê de yên Mahmut Alinak û Sırrı Sakık ew serbest hatin berdan.
- 1996 – PKK, 6 leşkerên dîlgirtî li Kurdistana Başûr teslîmî parlementerê Wanê yê Partiya Refahê Fethullah Erbaş, serokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Akın Birdal û serokê şaxa Izmîrê ya Mazlum-Der'ê Halit Çelik kirin.
- 2009 – Di êrîşeke bombeyî de li Bexdayê 127 kes mirin û 448 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1832 – Bjørnstjerne Bjørnson, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1911 – Nîkos Gatsos, helbestvanê yewnan
Mirin
- 1864 – George Boole, matematîkzanê dahîner
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1856 – Hêzên îranî, li bajarê Bûşêhr hêzên brîtanî dorpêçkirin.
- 1905 – Li Fransayê zagona ji hev veqetandina karê dewletê û karê dînê hate pejirandin.
- 1917 – Hêzên dewleta Brîtanyayê, bajarê Orşelîmê zemt kirin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem; Komara Gel a Çînê, Kûba û Guatemala li dijî Japonya û Almanya şer îlankirin.
- 1961 – Herêm Tanganyîka ya Tanzanyayê ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1966 – Barbados tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1971 – Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1987 – Pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê; Întîfadaya yekem li Şirîta Xezeyê destpê kir.
- 1990 – Serokê Solidarnośćê ((Tevgera Hevkariyê) Lech Wałęsa li Polonyayê di hilbijartinan de biserket.
Jidayîkbûn
- 1926 – Henry Way Kendall, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1968 – Kurt Angle, gemşkarê profesyonel ê amerîkî
Mirin
- 1916 – Théodule-Armand Ribot, fîlozof û psîkologê fransî
- 1937 – Nils Gustaf Dalén, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1955 – Hermann Weyl, matematîkzanê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1817 – Mississippi, bû 20emîn dewleta DYAyê.
- 1901 – Xelatên Nobelê yên yekemîn hatine dayîn.
- 1923 – Helbestvanê îrlendî William Butler Yeats, Xelata Nobelê ya Wêjeyê stend.
- 1927 – Fîlozofê fransî Henri Bergson, Xelata Nobelê ya Wêjeyê stend.
- 1929 – Nivîskarê alman Thomas Mann, Xelata Nobelê ya Wêjeyê stend.
- 1964 – Keşeyê afro-amerîkan Martin Luther King, Xelata Nobelê stend.
- 1975 – Fîzîknas û ronakbîrê rûsî Andrey Saxarov, Xelata Nobelê ya Aştiyê stend.
- 1978 – Enwer Sedat û Menaxem Begîn Xelata Nobelê ya Aştiyê stend.
- 1993 – Hêzên ewlekariyê yên dewleta tirk bi ser navenda rojnameya Özgür Gündemê ya li Stenbolê de girtin û hemû xebatkar kirin binçavan.
- 2003 – Dadnasa îranî Şîrîn Ebadî, Xelata Nobelê ya Aştiyê stend. Bi vê re ew bû yekemîn pîreka misilman ku ev xelat wergirtibû.
Jidayîkbûn
- 1830 – Emily Dickinson, helbestvana DYAyî
- 1891 – Nelly Sachs, helbestvan û nivîskara alman
Mirin
- 1198 – Îbn Ruşd, fîlozof û matematîkzanê berberî
- 1896 – Alfred Nobel, kîmyager û karsazê swêdî
- 1936 – Luigi Pirandello, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1968 – Karl Barth, teologê swîsreyî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1816 – Indiana weke dewleta 19em tevlî DYAyê bû.
- 1907 – Avahiyên parlemena Zêlanda Nû ji sedema şewatê bi tevahî xera bûn.
- 1941 – Bi daxuyaniya Adolf Hitler û Benito Mussolini dewletên Almanya û Îtalyayê li dijî DYAyê şer îlan kirin.
- 1946 – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hate damezrandin.
- 1964 – Che Guevara, li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek kir. Di dema axaftinê de êrîşeke bi hewanan pêk hat.
- 1994 – Ji ber ku Çeçenistanê bi yekalî serxwebûna xwe îlan kir hêzên leşkerî yên Rûsyayê bi fermana Borîs Yeltsîn ketine Çeçenistanê.
- 1997 – Îmzekirina Protokola Kyotoyê destpê kir.
- 2001 – Dewleta Çînê tevlî Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê bû.
- 2009 – Partiya Civaka Demokratîk, ji aliyê dadgeha makezagonê ya Tirkiyeyê ve hate girtin.
Jidayîkbûn
- 1843 – Robert Koch, kîmyagerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1882 – Max Born, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1911 – Necîb Mehfûz, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1918 – Aleksandr Soljenîtsin, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1938 – Christian Lous Lange, aştîxwaza xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Nihal Atsız, yek ji pêşengên îdeolojiya tirkperestiyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 627 – Şerê Nînewayê: Artêşa Bîzansiyan a di bin fermandariya împerator Herakleios de li Nînewayê artêşa Sasaniyan têk bir.
- 1098 – Sefera xaçperestan a yekem: Hêzên xaçperestan li bajarê Marat el-Numan komkujiyek pêk anîn. Li vî bajarî 20.000 niştecih kuştin û piştî ku birrçî bûn laşê mirovan xwarin.
- 1901 – Dahênerê îtalî Guglielmo Marconi, cara pêşîn di ser Okyanûsa Atlantîk re sînyalên radyoyê bi dest xistin.
- 1911 – Bajarê Delhî ji dêla Kolkatayê bû paytexta Hindistanê.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem: Keyaniya Yekbûyî li dijî Bulgaristanê, Macaristan û Romanyayê li dijî DYAyê, Hindistanê jî li dijî Japonyayê îlana şer kir.
- 1958 – Gîne tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1963 – Kenyayê ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1979 – Di erdhejeke li Kolombiyayê pêk hatî de 259 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1979 – Li Korêya Başûr derba leşkerî pêk hat.
- 1991 – Li Endonezyayê di encama erdhejê de 1500 kesî jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1938 – Connie Francis, stranbêja amerîkan
Mirin
- 2003 – Heydar Eliyev, serokdewletê azerî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1642 – Deryavanê holandî Abel Tasman, Zelanda Nû vedît.
- 1942 – Li bajarê Tirkiyeyê Çorumê erdhej çêbû. Di encamê de 25 kes mirin û 589 xanî xera bûn.
- 1949 – Dewleta Îsraîlê bajarê Orşelîmê weke paytext hilbijart.
- 1974 – Li Maltayê komarî hate îlankirin.
- 1996 – Kofi Annan bû heftemîn sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
- 2002 – Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku di 1ê gulana 2004an de welatên Kîpros, Komara Çekî, Estonya, Macaristan, Letonya, Malta, Lîtvanya, Polonya, Slovakya û Slovenya wê bibin endamên yekîtiyê.
- 2003 – Dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyn li Tikrîtê di encama operasyonekê de hate girtin.
- 2005 – Li dijî parlementoya Hindistanê êrîşa terorî pêk hat. Di encamê de 15 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1923 – Philip Warren Anderson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1048 – Bîrûnî, fîlozof, matematîkvan û fîzîknasê îranî
- 1721 – Alexander Selkirk, deryavanê skotlandî ku romana Robinson Crusoe ji jiyana wî hatiye girtin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1819 – Alabama bû 22emîn dewleta DYAyê.
- 1900 – Zanyarê navdar Max Planck, li Berlînê xebata xwe ya li ser mekanîka kuantumê pêşkêşî civîna fizîkê kir.
- 1911 – Roald Amundsenê norwêcî bû mirovê yekem ku gihaşte Cemsera başûr.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem; Japonyayê bi Taylendayê re peymana yekîtiyê îmze kir.
- 1950 – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin.
- 1955 – Albanya, Awistriya, Bulgaristan, Kamboçya, Srî Lanka, Fînlenda, Macaristan, Îrlenda, Îtalya, Urdun, Laos, Lîbya, Nepal, Portugal, Romanya û Spanya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1960 – Li Tengava Stembolê tenkerên yûgoslav û yewnan li hev ketin. Di encamê de 52 kes mirin.
- 1999 – Kirîbatî, Nauru û Tonga tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 2002 – Civîna çarem a komîteya giştî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pêk hat.
- 2008 – Rojnamevanekî bi navê Muntazar el-Zeydî di dema axaftina George W. Bush a li Bexdayê de, pêlava xwe avête serokdewletê DYA'yê.
Jidayîkbûn
- 1895 – Paul Eluard, helbestvanê fransî
- 1922 – Nîkolay Basov, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1970 – Anna Maria Jopek, stranbêja polon
Mirin
- 1799 – George Washington, serokdewletê yekem ê DYAyê
- 1943 – John Harvey Kellogg, bijîşk û karsazê amerîkan
- 1984 – Vicente Aleixandre, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1989 – Andrey Saxarov, fîzîknas û rewşenbîrê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1256 – Hulagû Xanê mongolî keleha Heşhaşiyan a li Îranê ya bi navê Elemût zemt kir û xera kir.
- 1914 – Şerê cîhanê yê yekem; Artêşa serb bajarê Belgradê ji destê Awistriya-Macaristanê stend.
- 1923 – Li Stenbolê di navbera Tirkiye û Macaristanê de peymana dostaniyê hate îmzekirin.
- 1941 – Hêzên naziyan li geliyekî nêzî bajarê Xarkîv (Kharkiv) a Ukraynayê 15.000 cihû kuştin.
- 1972 – Ji ber ku pasaport nedane Yaşar Kemal, ew neçû civîneke navneteweyî. Lê ji sedema nerazîbûnan, dewletê piştî 15 rojan pasaport da Yaşar Kemal.
- 1976 – Welatê Samoa tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1978 – Serokdewletê DYAyê Jimmy Carter da zanîn ku ewê Komara Gel a Çînê nas bikin û hemû pêwendiyên xwe yên bi Taywanê re bibirrin.
- 1994 – Welatê Palaû tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1852 – Henri Becquerel, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1945 – Nacî Sebrî Akreyî, nivîskar û rojnamevanê kurd
Mirin
- 1890 – Gayê Rûniştî, yek ji serokên navdar ên çermsorên DYA'yê
- 1958 – Wolfgang Pauli, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1707 – Li Japonyayê çiyayê Fuji yê volkanîk teqîna dawî ya tomarkirî pêk hat.
- 1914 – Şerê cîhanî yê duyem; Keştiyên şer ên almanan bendergehên bajarên îngilîz ên Hartlepool û Scarborough bombebaran kirin.
- 1920 – Li Haiyuana Çînê bi mezinahiya 8,6 ya li gorî pîvana Richter erdhej çêbû. Di encamê de nêzîkî 200.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1932 – Rêhesina di navbera bajarên Samsun û Sêwasê de vebû.
- 1946 – Taylenda tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1991 – Qazaxistan, ji Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1998 – Li bajarê Êlihê kurda bi navê Gulistan Taş bi sedema protestokirina zexta li ser serokê PKKyê Abdullah Öcalan bedena xwe da ber agir.
Jidayîkbûn
- 1770 – Ludwig van Beethoven, bestekarê alman
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1718 – Brîtanyayê li dijî Spanyayê îlana şer kir.
- 1777 – Fransayê bi awayê fermî dewleta DYAyê nas kir.
- 1918 – Artêşa Fransayê bajarên Edene û Mersinê dagir kirin.
- 1967 – Serokwezîrê Awistralyayê Harold Holt dema xwe soba dikirn, winda bû.
- 1981 – Li Polonyayê polîsan gule barande ser xwepêşandêran. Di encamê de karker mirin.
- 1983 – Li Madrîdê di klubeke şevê de şewat derket. Di encamê de 82 kes mirin.
- 1989 – Li Brazîlê piştî nêzîkê 30 salan hilbijartin pêk hatin.
- 2010 – Kesekî bi navê Mihemed Buezîzî li Tûnisê bedena xwe da ber agir. Bi vê bûyerê re gelê Tûnisê dest bi xwepêşandanan kirin û hikûmeta Zeynel Ebîdîn Bîn Elî hate hilweşandin. Herwiha vê bûyerê bandorek li gelên ereb ên li welatên din jî kir.
Jidayîkbûn
- 1948 – Kemal Kılıçdaroğlu, siyasetmedarê tirk
Mirin
- 1273 – Celaledîn Rûmî, mitesewifê îslamê
- 1830 – Simón Bolívar, têkoşerê Venezuêlayî
- 1964 – Victor Francis Hess, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1986 – Mihemed Arif Cizîrî, dengbêjê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1787 – New Jersey, bû dewleta sêyem ku makezagona DYAyê pejirand.
- 1917 – Di navbera Rûsya û Tirkiye de peymana Ezirganê hate îmzekirin.
- 1956 – Japonya tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1954 – Li Kîprosê li dijî Tirkiye, Îngilistan û DYAyê xwepêşandan pêk hatin. Di encama gule reşandina leşkerên îngilîz de, du kîprosî mirin û 42 hatin binçavkirin.
- 1969 – Parlementoya Îngilistanê ji nav cezayê kuştinê cezayê darvekirinê betal kir.
- 1978 – Domînîka tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1996 – Li Perûyê gerîlayên Tupac Amaru li paytext Lîmayê bi ser konsolxaneya japon de girtin û 500 kes kirin rehîne.
Jidayîkbûn
- 1839 – Théodule-Armand Ribot, fîlozof û psîkologê fransî
- 1856 – Joseph John Thomson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1878 – Josef Stalin, serokdewletê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst
- 1913 – Willy Brandt, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1985 – Hana Soukupová, modela navdar a çek
Mirin
- 1996 – Eyşe Şan, stranbêja kurd
- 2011 – Václav Havel serokkomarê pêşî yê Komara Çekî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1805 – Artêşa Napolyon Bonapart kete bajarê Warşovayê.
- 1984 – Çîn Û Brîtanya li ser dewrkirina Hong Kongê li hev hatin. Biryar hate dayîn ku Hong Kong di 1997'an de tevlî Çînê bibe.
- 1986 – Hikûmeta Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst da zanîn ku , wan mişextiya hundirîn a li ser dijberê rejîmê Andrey Saxarov rakiriye û hevjîna wî Yelena Bonner jî efû kirine.
- 1997 – Li Endonezyayê balafirek kete çemê Musiyê. Di encamê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2001 – Li Arjentînê ji sedema qeyrana aborî alozî derket. Li bajarê Buenos Aires û gelek deverên din talan destpê kir.
- 2006 – Partiya Demokrasiya Beşdar hate damezrandin.
- 2011 – Artêşa amerîkan piştî 8 salan bi awayê fermî ji Iraqê vekişiya. Di navbera heşt salan de 4.474 leşkerên amerîkan li Iraqê hatin kuştin.
Jidayîkbûn
- 1833 – Vital Cuinet, erdnîgarzanê fransî
- 1852 – Albert Abraham Michelson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1934 – Pratibha Patil, siyasetmedara hindî
- 1961 – Eric Allin Cornell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Müge Anlı, spîker û rojnamevana tirkperest
Mirin
- 1848 – Emily Brontë, nivîskara îngilîz (wêne)
- 1953 – Robert Andrews Millikan, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1917 – Li Rûsyaya Sovyet yekem rêxistina polîsan a nependî ya bi navê Çeka hate damezrandin.
- 1924 – Serokê naziyan Adolf Hitler ji girtîgehê serbest hate berdan.
- 1924 – Li Tirkiyeyê navê bajarê Kırkkilise weke Kırklareli hate guhertin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Bajarê Kolkatayê ji aliyê hêzên japonî ve hate bombebarandin.
- 1946 – Li Nankaidō, ya Japonyayê erdhejeke bi mezinahiya 8,1 MW (li gorî pîvana momentê) bû sedema tsunamiyê. Di encamê de bêhtirî 1.300 kesan jiyana xwe ji dest da û 38.000 xanî xera bûn.
- 1955 – Bajarê Cardiffê weke paytexta Walesê hate ragihandin.
- 1977 – Cîbûtî û Viyetnam tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1995 – Balafireke amerîkan 50 dûrî bakurê bajarê Cali ya Kolombiyayê pêçavê çiyayekî ket: 160 kesî jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1841 – Ferdinand Buisson, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1890 – Jaroslav Heyrovský,kîmyager û dahênerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1915 – Aziz Nesin, nivîskar û helbestvanê tirk
Mirin
- 1968 – John Steinbeck, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1984 – Stanley Milgram, psîkologê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1832 – Şerê Misirî û Osmaniyan; Li nêzîkê bajarê Qonyeyê artêşa misirî zora artêşa Osmaniyan bir.
- 1968 – Apollo 8 ji bo heyvê hate şandin.
- 1979 – Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîstan welatê Afxanistanê dagir kir.
- 1987 – Duyemîn hikûmeta Turgut Özal hate damezrandin. Ev 46emîn hikûmeta Tirkiyeyê bû.
- 1988 – Balafira Boeing 747 ya sefera navbera London-New Yorkê dikir li Skotlendayê teqiya. Di encamê de 270 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1991 – Rûsya, Belarûs, Ukrayna, Qazaxistan, Moldova, Azerbeycan, Ermenistan, Ûzbekistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Qirgizistanê yekîtiyeke bi navê Koma Dewletên Serbixwe damezrandin.
- 1995 – Rêveberiya bajarê Betlehemê ji destê Îsraîl derket û kete destê Filistînê.
- 2005 – Li Îngilistanê destûra zewaca di navbera hevcinsan de pêk hat. Bi vê destûrdayînê re Elton John û David Furnish zewicîn.
- 2011 – Li nêzîkî gundê Seletê ya li ser rêya Amed-Êlihê kamyonekê li pêçavê mîdîbusekê da. Di encamê de 25 kes mirin û 8 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1917 – Heinrich Böll, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 – Frank Billings Kellogg, dadnas û dîplomatê xwediyê Xelata Nobelê
- 1967 – Mîxeîl Saakaşvîlî, serokê Gurcistanê
Mirin
- 1375 – Giovanni Boccaccio, nivîskar û helbestvanê îtalî
- 1940 – F. Scott Fitzgerald, nivîskarê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1831 – Trêna baran a yekem li bajarê Rûrkî ya Hindistanê xebitî.
- 1885 – Samurayekî bi navê Itō Hirobumi bû yekemîn serokwezîrê Japonyayê.
- 1932 – Li Hindistanê hikûmeta îngilîz, 28 hezar girtî serbest berdan. Di nav wan girtiyan de Mahatma Gandî jî hebû.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem; Herêma Hîmarê ya Albanyayê ji aliyê artêşa yewnanî ve hate dagirkirin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Adolf Hitler fermana pêşvebirina weke çekê ya moşeka V-2 îmze kir.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem; Artêşa Gel a Viyetnamê ji ber ku li dijî dagirkirina Japonyayê li ber xwe bide hate damezrandin.
- 1978 – Li Mereşê bûyerên komkujiyê destpê kirin. Di van bûyerên ku heta 26ê kanûna pêşîn domîn de 111 kes hatin kuştin û 176 kes jî brîndar bûn.
- 2011 – Li Bexdayê di encama çendek êrîşên bombeyî de, herî kêm 57 kes mirin û 176 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1856 – Frank Billings Kellogg, dadnas û dîplomatê xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Dr. Ebdulrehman Qasimlo siyasetmedarê kurd
Mirin
- 1951 – Mihemed Şerîf Paşayê Babanî, siyasetmedarê kurd
- 1989 – Samuel Beckett, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1914 – Şerê cîhanî yê yekem; Hêzên Awistralya û Zêlanda Nû gihane bajarê Qahîreya Misirê.
- 1947 – Cara pêşîn danasîna transîstorê ji aliyê Laboratuarên Bell ve hate kirin.
- 1972 – Li paytexta Nîkaraguayê, Managua erdhejeke 6,5 a li gorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de ji 10 hezaran bêhtir mirovan jiyana xwe ji dest da.
- 1973 – Li Fasê balafira rêwiyan ket. Di encamê de 106 kes mirin.
- 1979 – Artêşa Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîstan bajarê Kabûlê dagir kir.
- 1985 – Şoreşgerê kurd Mehmet Nazif Aktaş li Parîsê ji aliyê endamên partiyeke kurd ve hate kuştin.
- 1990 – Li Slovenyayê referandûm pêk hat. Di encamê de xwesteka gel a veqetînê ya ji Yûgoslavyayê biser ket.
- 2002 – Li Îranê bajarê Ardistanê balafira Ûkraynayê ket. Di encamê de 46 zanyarên rûs û ûkraynî mirin.
Jidayîkbûn
- 1938 – Migirdîç Margosyan, nivîskarê ermenî
- 1975 – Yasmîn Levy stranbêja ji cihûyên sefardî
Mirin
- 668 – Mor Gabriel, metran û ezîzê Mêrdînî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1144 – Îmadedîn Zengî bajarê Rihayê zemt kir.
- 1919 – Li bajarê Bayburtê serhildana ji aliyê Şêx Eşref ve li dijî rêveberiya Ataturk hatibû destpêkirin, têk çû.
- 1924 – Li Albanya rêveberiya komarî hate îlankirin.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Kuching ê Malezyayê ji aliyê hêzên japonî ve hate dagirkirin.
- 1951 – Lîbyayê ji Îtalyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1964 – Li Srî Lanka û Hindistanê bager çêbû. Di encamê de nêzîkê 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2008 – Li Şirnexê gerîlayên PKKyê li dijî maşîneke leşkerên tirk êrîş li dar xistin. Di encamê de 3 leşker mirin û 12 brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1881 – Juan Ramón Jiménez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1956 – Hemîd Kerzeî, serokdewletê Afganistanê
- 1961 – Îlham Eliyev, serokdewletê Azerbaycanê
- 1981 – Xatar, rapvanê esilkurd
Mirin
- 1469 – Vasco da Gama, kaşîfekî navdar ê portugalî
- 1982 – Louis Aragon, nivîskar û helbestvanê fransî
- 2008 – Harold Pinter, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 800 – Şahiya taclixwekirinê ya Şarleman a ji bo keyîtiya Împeratoriya Romê ya Pîroz pêk hat.
- 1599 – Bajarê Brazîlê yê bi navê Natal hate avakirin.
- 1932 – Li Ganzuya Çînê erdhejeke bi mezinahiya 7,6 a li gorî pîvana Richter çêbû.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên japonî Hong Kong dagir kirin.
- 1952 – Dadgehkirina Seîdê Kurdî destpê kir.
- 1977 – Li bajarê Qahîreyê serokwezîrê Îsraîlê Menaxem Begîn û serokdewletê Misirê Enwer Sedat civiyan.
- 1991 – Mîxaîl Gorbaçov, ji serokdewletiya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst îstifa kir. Herwiha referandûma li Ukraynayê bi dawî bû. Li gorî vê Ukrayna ji YKSSê veqetiya.
Jidayîkbûn
- 1642 – Isaac Newton, zanyarê îngilîz
- 1906 – Ernst Ruska, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1918 – Enwer Sedat, serokkomarê berê yê Misirê
- 1970 – Issa Hassan, hunermendê kurd
Mirin
- 1635 – Samuel de Champlain, kaşîfê fransî
- 1925 – Karl Abraham, neurolog û psîkoanalîstê alman
- 1973 – İsmet İnönü, serokkomarê duyem ê Tirkiyeyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1805 – Awistriya û Fransayê peymana Pressburgê îmze kirin.
- 1898 – Marie Curie û Pierre Curie, ragihandin ku wan radyum keşf kiriye. Bi vedîtina radyumê wan di sala 1903an de Xelata Nobelê wergirt.
- 1991 – Federasyona Rûsyayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1996 – Keçika keybanûya bedewiyê ya şeş salî JonBenét Ramsey li malê kuştî hate dîtin.
- 2003 – Li Îranê parêzgeha Kirmanê erdhejeke bi mezinahiya 6,6 a li gorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de, bi giştî li bajarê Bamê, 20.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2004 – Li Okyanûsa Hindê erdhejeke bi mezinahiya 9.3 ya li gorî pîvana momentê bû sedema tsunamiyê. Di encamê de li Hindistan, Srî Lanka, Endonezya, Taylenda, Malezya û Maldîvan bi tevahî 230.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2006 – Li bajarê Nîjeryayê Lagosê boriya neftê teqiya. Di encamê de herî kêm 260 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1874 – Norman Angell, nivîskar û weşangerê brîtanî
- 1893 – Mao Zedong, şoreşger û damezrînerê Çînê
- 1949 – José Ramos-Horta, serokwezîrê Tîmora Rojhilat
Mirin
- 1972 – Harry Truman, serokkomarê berê yê DYAyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1923 – Xwendekarekî japon ê bi navê Daisuke Namba hewl da ku keyê Japonyayê Hîrohîto bikuje.
- 1939 – Erdheja Ezirganê: Li bajarê Kurdistanê Ezirganê erdheje bi mezinahiya 7,2 ya li gorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de 32.962 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 100.000 kesî jî brîndar bûn.
- 1944 – Navê herêma Çewlikê bû Bîngol.
- 1968 – Maşîna fezayê Apollo 8ê peywira xwe ya pêşî ya li derdora Heyvê qedand û xwe berda ser Okyanûsa Pasîfîk.
- 1978 – Li Cemsera Başûr pileya germahiya hewayê weke 7,5 °F (−13,6 °C) hate pîvandin. Ev pileya herî bilind a tomarkirî ya Cemsera Başûr bû.
- 1978 – Piştî 40 saliya dîktatoriyê li Spanyayê demokrasî hate sazkirin.
- 1985 – Di êrîşên ji aliyê filîstîniyan we li balafirgehên Roma û Viyanayê pêk hatin de 18 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2001 – Di navbera Çîn û DYA'yê de peymana daîmî ya têkiliyên bazirganiya asayî pêk hat.
- 2002 – Di êrîşeke li dijî baregehên Rûsyayê yên li Grosniyê de 72 kes mirin û 200 kes jî brîndar bûn.
- 2008 – Îsraîlê li derdora Xezeyê êrîşa hewayî pêk anî. Di encamê de 230 kes mirin û bêhtirî 400 kesî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1822 – Louis Pasteur, zanyarê fransî
Mirin
- 1925 – Sergey Yesenîn, helbestvanê rûs
- 2003 – Hemreş Reşo, siyasetmedar û nivîskarê kurd
- 2007 – Benazîr Butto, serokwezîra Pakistanê ya esilkurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1612 – Galileo Galilei, bû astronomê pêşî ku gerstêrka Neptûnê keşf kir, lê dîsa jî wî ew weke stêrkê bi nav kir.
- 1836 – Spanyayê serxwebûna Meksîkayê pejirand.
- 1846 – Iowa, bû dewleta 29em a DYAyê.
- 1879 – Li bajarê Dundee ya li Skotlendayê di dema derbasbûna trênê de pirek xira bû. Di encamê 75 kesan di ava qerisî de jiyana xwe ji dest da.
- 1908 – Li bajarê Messîna ya li Sîcîlyayê erdhejeke bi mezinahiya 7,2 a ligorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de 75.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1929 – Komara Tirkiyeyê biryar da artêşa tirk bişîne ser Serhildana Tendûrekê.
- 1973 – Aleksandr Soljenîtsin berhema xwe ya li ser zîndanên Sovyetê ya bi navê şîpalê Gûlag 3 Bend derxist.
- 1989 – Li bajarê Newcastle yê li Awistralyayê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 a ligorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de 13 kes mir.
- 1990 – Kurdê penaber ê bi navê Nîhat Yusufoglu li Hachenburgê ji aliyê naziyan ve hate kuştin.
- 2011 – Komkujiya Robozkê: Li gundê Robozkê yê navçeya Qilabanê 34 kurdên qaçaxçî, ku yê temenê wî herî biçûk 12 salî bû, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.
Jidayîkbûn
- 1856 – Thomas Woodrow Wilson, serokdewletê DYAyê yê 28em
- 1969 – Linus Torvalds, damezrînerê bernameya Linuxê
- 1981 – Sienna Miller, aktrîsa îngilîz-amerîkan
Mirin
- 1997 – Heikki A. Alikoski, astronomê fînlandî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1778 – Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 3.500 leşkerên brîtanî bajarê Savannah a li Georgia zemt kirin.
- 1845 – Teksas, bû dewleta 28em a DYAyê.
- 1876 – Li bajarê Ashtabula ya li Ohioyê di dema derbasbûna trênê de pirek xira bû. Di encamê de 92 kes mirin û 64 jî brîndar bûn.
- 1911 – Mongolyayê ji Çînê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Ji sedema êrîşa bombeyên şewatê yên naziyan, li Londonê nêzîkê 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1989 – Nivîskar Václav Havel weke serokdewletê Çekoslovakyayê hate hilbijartin. Piştî 40 salan kesekî ne komunîst bû serokdewlet.
- 1994 – Balafira Tirkiyeyê ya di navbera bajarên Mersîn û Wanê de seferê dike, ket. Di encamê de 59 kes mirin û 22 kes jî brîndar bûn.
- 1997 – Li Hong Kongê ji sedema bidawîkirina nexweşiya kujer a arsimê kuştina 1,25 milyon mirîşkan destpê kir.
- 2001 – Di şewateke li firoşgeheke li bajarê Lîma ya Perûyê de herî kêm 291 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2011 – Li Qilebanê, nêzîkî gundê Robozikê balafirên F-16 ên tirk bi bombebaranê, bêhtirî 35 kurdên sivîl ên karê qaçaxiyê dikirin, kuştin.
Jidayîkbûn
- 1808 – Andrew Johnson, 17em serokdewletê DYAyê
- 1809 – William Ewart Gladstone, serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî
Mirin
- 1924 – Carl Spitteler, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1926 – Rainer Maria Rilke, helbestvanê alman-awistriyayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1066 – Li Granada ya Spanyayê komeke alîgirên misilmantiyê di serdegirtina qesra keyaniyê de wezîrê cihû û gelek mirovên cihû yên bajêr kuştin.
- 1903 – Di şewata şanogeheke li Chicagoyê de 600 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1922 – Vladîmîr Îlyîç Lenîn da zanîn ku Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst hatiye damezrandin.
- 1972 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bombebarana li ser paytexta Viyetnamê, Hanoi, rawestand.
- 1993 – Di navbera Îsraîl û Vatîkanê de têkiliyên dîplomatîk destpê kirin.
- 1997 – Li Alceryayê mirovên çekdar li çar gundan bêhtirî 400 kesî kuştin.
- 2004 – Li klubeke şevê ya Buenos Airesê di encama şewatekê de 194 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1865 – Rudyard Kipling, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1955 – Gabriel Aghion, senaryovan û rejîsorê fransî
Mirin
- 1691 – Robert Boyle, zanyarê îngilîz-îrlendî
- 1944 – Romain Rolland, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1534 – Artêşa Osmaniyan bajarê Bexdayê dagir kir.
- 1862 – Bi îmzekirina biryara Abraham Lincoln destûr hate dayîn ku Vîrjînyaya Rojava tevlî DYAyê bibe. Bi vê bûyerê re Vîrjînya dibe du beş.
- 1879 – Thomas Edison ampûla elektrîkê bi gel da nasandin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Mecaristanê li dijî Almanyaya Nazî şer da destpêkirin.
- 1963 – Federasyona Afrîkaya Navendî belav bû û Zambiya, Malavî û Rodesya hatin damezrandin.
- 1992 – Biryara du parçekirina Çekoslovakyayê (weke Komara Çekî û Slovakya) hate pejirandin.
- 1994 – Şerê Çeçenistanê yê yekem destpê kir. Hêzên Rûsyayê êrîş birin ser bajarê Grosniyê.
- 1999 – Serokdewletê Rûsyayê Boris Yeltsin bi biryareke ji nişka ve ji peywira xwe îstifa kir û da zanîn ku wê serokdewletiyê dewrî Vladîmîr Pûtîn bike.
Jidayîkbûn
- 1491 – Jacques Cartier, kaşifê fransî
- 1880 – George Marshall, generalê xwediyê Xelata Nobelê
- 1983 – Deniz Çakır, aktrîsa tirk
Mirin
- 1970 – Michael Balint, psîkoanalîstê mecar
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn