Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Îlon
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo îlona 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | ||||||
2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 |
9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 |
16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 |
23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 |
30 |
Bûyer
- 1914 – Navê bajarê Rûsyayê a Sankt Petersburgê wek Petrograd hate guhertin.
- 1920 – Fransiyan dewleta Libnanê ê ko paytexta we Bêrûtê, ava kirin.
- 1923 – Li bajarên Tokyo û Yokohama, ê Japonyayê erdhej: 300 hezar kes mirin.
- 1939 – Almanya ya faşîst bi êrîşê hemberê Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyemîn da dest pê kirin.
- 1969 – Muemer Qedafî digel Tevgera Efserên Azad li Lîbyayê, derbeyeke leşkerî li hemberê Qral Îdrîs I pêk anî.
- 1974 – General Somoza li Nîkaraguayê wek serokdewlet hate tayinkirin.
- 1983 – Şerê Sar: Balafirek ticarî yê Rêhewayên Koreyê, gava ku kete qada hewayî yê Sovyetê ji aliyê jetên rûsan ve hate xistin. 269 kesên ku tê de bûn, mirin.
- 1991 – Ûzbêkistan, serxwebûna xwe a ji Yekîtiya Sovyetan îlan kir.
- 2002 – Li Koreya Başûr di bagera herî dijwar a 40 salên dawîn de hejmara kesên ku mirin gihîşt nêzî 200'ê.
- 2004 – Kovara W ya wêjeyî, çandî û hunerî, ji aliyê 11 nivîskarên kurd ve li Amedê dest bi weşana xwe kir.
Jidayîkbûn
- 1925 – Roy J. Glauber, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1949 – Zoro Metînî, wênesaz û peykertraşê kurd
Mirin
- 1557 – Jacques Cartier, deryavan û kaşifê fransî
- 1715 – Louis XIV, keyê Fransayê
- 1970 – François Mauriac, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1988 – Luis W. Alvarez, fîzîknas, deranderê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1192 – Di navbera serokê xaçperestan Rîşarê Şêrdilî û serdarê misilmanan Selahedînê Eyûbî de Peymana Yaffayê hate îmzekirin. Ev peyman heta dawiya Sefera xaçperestan a sêyem dewam kir.
- 1925 – Li Amerîkayê zeplînek kete xwarê: 14 kes mirin.
- 1939 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Piştî destpêkirina îşgala Polonyayê a berî rojekî, Bajarê Serbest a Danzigê (Free City of Danzig) ji aliyê Almanyaya Nazî ve hate îlheqkirin.
- 1941 – Hêzên almanan û Yekîtiya Sovyetê li nêzî Lenîngradê dest bi şer kirin.
- 1942 – Yekîneyên SSan yê almanan serhildana Gettoya Warşovayê bi kuştina 50 hezar cihûyan hate tepisandin.
- 1945 – Di Zirxpoşa Missouriyê de peymana teslîmbûnê a Japonê hate îmzekirin. Japon, bi vê peymanê teslîmî Amerîkayê bû.
- 1945 – Viyetnam serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
- 1954 – Ho Chi Minh bû serokê Komara Viyetnama Bakur.
- 1968 – Li Îranê erdhej: 11 hezar kes mirin.
Mirin
- 1973 – J. R. R. Tolkien, zimanzan, helbestvan û nivîskarê brîtanî
- 1991 – Alfonso García Robles, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 – Viktor Frankl, neurolog û psîkyatrîstê awistriyayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1189 – Richard I a Îngilîstanê (herwiha wek Rîşarê Şêrdilî tê zanîn), li Dêra Westminsterê hate tacdarkirin.
- 1260 – Memlûkiyan, Mongolan li Filistînê di Herba Eyn Calûtê de mexlûb kirin.
- 1939 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Fransa, Keyaniya Yekbûyî, Zelanda Nû û Awistriya li ser îşgala Polonyayê a almanan, ji almanan re şer îlan kirin.
- 1944 – Atêşa îngilîzan ku di 2ê îlonê de ketibûn Belçîkayê, paytextê Belçîkayê Bruksel ji almanan stendin.
- 1971 – Qeter bû welatekê serbixwe.
- 1976 – Viking 2 peyabû ser erdên Marsê.
- 1988 – Piştî Komkujiya Helebceyê hejmarê kurdên ku ji wir ber bi Kurdistana Bakur ve hatin sed hezarî derbas kir.
Jidayîkbûn
- 1902 – Karapetê Xaço, dengbêjê navdar yê kurdî-ermenî
- 1990 – Bianca Bin, aktrîseke brazîlî
Mirin
- 1883 – Îvan Turgenyev, nivîskarê rûs
- 1988 – Ferit Melen, siyasetmedarê tirk, serokwezîrê Tirkiyeyê a 14em
- 1995 – Günter Ammon, psîkoanalîstek alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1870 – Li Fransayê Komara Sêyem hate îlankirin.
- 1886 – Piştî şerên ku sî salan dewam kirin, serokê apaçiyan Geronimo, li Arîzonayê teslîm bû.
- 1944 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Fînlenda, ji şerê li hemberî Yekîtiya Sovyetan derket.
- 1963 – Balafirek rêwiyan a Swîsreyê li nêzî herêma Dürrenäschê kete xwarê; 80 kes mirin.
- 1993 – Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP)ê Mehmet Sincar li Êlihê hate kuştin.
- 1998 – Google ji aliyê du xwendekarên Zanîngeha Stanfordê, Larry Page û Sergey Brinê ve hate avakirin.
Jidayîkbûn
Mirin
- 1965 – Albert Schweitzer, teolog, mûzîknas, fîlozof û bijîşkek alman-fransî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1839 – Di navbera Çîn û Înglistanê de Şerê Afyonê a Yekem dest pê kir.
- 1905 – Şerê Rûsya-Japonê: Li herêma New Hampshire a Amerîkayê, Peymana Portsmouthê, bi navbeynkariya serokê Amerîkayê Theodore Rooseveltê, dawî li şer anîn.
- 1914 – Şerê Cîhanî yê Yekem: Şerê Marneyê a yekem dest pê kir. Li bakurê rojhilata Parîsê, fransiyan êrîşê almanan kirin û qewetên almanan yên ku ber bi paytextê ve diçûn mexlûb kirin.
- 1937 – Serokê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza hate girtin.
- 1941 – Hemû erdên Estonyayê ji aliyê Almanyaya Nazî ve hate îşgalkirin.
- 1942 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Nîzamên payebilind yên japonan, piştî ku japonya di Şerê Pasîfîkê de mexlûbiyetek mezin stend, ji herêma Milne Bayê vekişiyan.
- 1960 – Muhammed Ali (Cassius Clay), di Olîmpiyadên Romayê yê 1960'an de medalyaya zêrîn kar kir.
- 1973 – Li dinyayê tunela rêbejê a herî dirêj, li herêma St. Gotthard a Swîsreyê hate vekirin.
- 1991 – Nelson Mandela bû serokê Afrîkaya Başûr.
Jidayîkbûn
- 1638 – Louis XIV., keyê Fransayê
- 1946 – Freddie Mercury, hunermendê muzîka pop, bestekar û nivîskarê stranan ê tanzanî-îngilîz
- 1989 – Katerina Graham, aktrîs û stranbêja amerîkan
Mirin
- 1857 – Auguste Comte, ramyarê fransî
- 1975 – Thomas Bois, kurdolog û mîsyonerê fransî
- 1997 – Mader Teresa, dêrnêreka albanî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1901 – Serokê Amerîkayê yê 25. William McKinley li bajarê Buffaloya girêdayî New Yorkê, ji aliyê anarşîstekî bi navê Leon Czolgosz ve hate kuştin. Di şûna wî de cihgirê wî Theodore Roosevelt bû serok.
- 1930 – Serokdewletê Arjentînê yê radîkal Hipólito Yrigoyen bi derbeyeke eskerî ji serokatiyê hat daxistin.
- 1939 – Almanyaya Nazî li ser xwe gerandina Stêrkên Zer yên Cihûyan mecbûrî kir.
- 1944 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Hêzên Sovyetê bajarê Tartuya Estonyayê zept kirin.
- 1968 – Swazîlendayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1975 – Erdheja Licêyê: Li qezaya Licê ya Diyarbekirê erdhejek bi hêza 6,6 richter qewimî. Di vê erdhejê de 2.385 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. 8.149 avahiyan zerar dîtin.
- 1980 – Yekîtiya Sovyetan, balafira bi tîpa Boeing 747 a Koreyê xiste xwarê, 249 kes mirin.
- 1988 – Qetlîamên Enfalê: Li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baasê ve qetlîamên pirr mezin tên kirin. Di pêla dawî ya Enfalê di 23ê reşemiya 1988an de li dijî hêzên YNKê li Silêmaniye dest pê dike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê rezbera 1988an de li Zaxoyê bidawî dibe
- 1991 – Navê bajarê Sankt Petersburgê ku di navbera salên 1924an û 1991ê de wekî "Leningrad" nav lê danîbûn, vegeriya navê xwe yê berê.
- 2004 – Komîserê Berpirsyar ê ji Berfirehbûna YE'ê Verheugen li Amedê bi parlamentera DEPê Leyla Zana re hevdîtinek pêk anî.
Jidayîkbûn
- 1766 – John Dalton, fîzîkzan û kîmyagerê îngilîz
- 1860 – Jane Addams, sosyolog û nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1892 – Edward Appleton, fizîknasê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1980 – Jillian Hall, gemşvana amerîkî
Mirin
- 1896 – Vital Cuinet, erdnîgarzanê fransî
- 1907 – Sully Prudhomme, nivîskarê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1933 – Îsahak Marogûlov, zimannasê asûrî
- 1998 – Akira Kurosawa, derhênerê japon
- 2007 – Luciano Pavarotti, tenorê îtalî û hunermendê operayê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1191 – Sefera xaçperestan a sêyem: Herba Arsufê – Richard I, Selahedînê Eyûbî li herêma Arsufê mexlûb kir.
- 1822 – Dom Pedro I, serxwebûna Brazîlê a ji Portûgalê li bajarê São Pauloyê îlan kir.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Almanyaya Nazî dest bi bombebarankirina bajarê Londonê kirin. Li vê bombebaranên ku êvaran dihatin kirin, navê The Blitz hate danîn.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Îtalya teslîmî Hevalbendên Şerê cîhanî yê duyem (mittefîqan) bûn.
- 1956 – Li Neteweyên Yekbûyî, Peymana Îlawe yê Rakirina Xulamtiyê, Bazirganiya Xulamtiyê û Sazî û Praktîkên Wekê Xulamtiyê hate qebûlkirin.
- 1978 – Li Îranê ji xwepêşandanên li hemberî Şah Riza Pehlewî re 20 hezar kes beşdar bûn.
- 1986 – Desmond Tutu li Afrîkaya Başûr bû reşika pêşîn ê ku serokatiya Dêra Anglîkanê kir.
Mirin
- 1566 – Siltan Silêmanê Qanûnî, şahê osmaniyan
- 1907 – Sully Prudhomme, şair û nivîskarê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1636 – Zanîngeha pêşî ya amerîkî ya bi navê Harvard hate damezrandin.
- 1664 – Birayê Şaha Îngilîstanê Dûka Yorkê, Amsterdama Nû yê ku mêtingeha Holendayê bû, girê da Îngilîstanê. Bajarê New Yorkê navê xwe ji navnasa we dûkê girt.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Dorpêçkirina Lenîngradê dest pê kir. Qewetên almanan dest bi dorpêçkirina bajara Lenîngradê kirin. Lenîngrad bajara mezintirîn a duyem ya Rûsyayê ye.
- 1946 – Li Bulgaristanê bi referandûmekê dawî li monarşiyê anîn.
- 1951 – Peymana Aştiyê a San Franciscoyê: Di navbera 48 endamên Neteweyên Yekbûyî û Japonê de bi awayekî fermî peymana aştiyê hate îmzekirin.
- 1952 – Romana Ernest Hemingway a bi navê Kalemêr û Behr hate çapkirin.
- 2004 – Hejmara windayiyên DYAyê yên di şerê Iraqê de, ji hezarî derbas bû.
Jidayîkbûn
- 1157 – Richard I, keyê Îngilistanê yê dema Xaçperestan
- 1830 – Frédéric Mistral, şairê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1941 – Bernie Sanders, siyasetmedarê amerîkî
- 1946 – Aziz Sancar, zanistê kîmyayê ê tirk-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1957 – Melanie Griffith, aktrîseke amerîkî
Mirin
- 1981 – Hideki Yukawa, fîzîknasê japon, xwediyê Xelata Nobelê
- 2003 – Leni Riefenstahl, reqsvan û derhênerek alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 622 – Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed û sehebeyên wî dest bi hîcretê kirin. Ji Meke derketin û ber bi Habeşîstanê bi rê ketin.
- 1850 – Kalîforniya wek federedewleta sî û yekem a Amerîkayê hate qebûlkirin.
- 1923 – Partiya Komara Gel (CHP) hate damezrandin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem: Balafireke avê ê japonan bombeyeke sotinî avêt ser herêma Oregon a Amerîkayê.
- 1945 – Şerê Çîn-Japonê a Duyem: Împeratoriya Japonê bi awayekî fermî teslîmî Çînê bû. Şerê Çîn-Japonê (1937-1945) bi dawî bû.
- 1948 – Kim Il-sung damezrandina Korêya Bakur îlan kir.
- 1978 – Ayetula Xumênî li Îranê ji bo raperînekê li hemberê Şah Rizayê bang li artêşê kir, lê artêşa Îranê bi ya wî nekir.
- 1984 – Nivîskar û hunermendê kurd Yilmaz Guney li Fransayê mir.
- 1991 – Tacîkistan, serwebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetê îlan kir.
- 1992 – Spanya, xweserîtiya herêma Katalonyayê nas kir.
Jidayîkbûn
- 384 – Honorius, împeratorê Împeratoriya Romê
- 1869 – Evdila Cewdet, bijîşk, helbestvan û siyasetmedarê kurd
- 1941 – Dennis Ritchie, zanistekî komputerê yê amerîkî
Mirin
- 1087 – William I, dûkê Normandiyayê û keyê Brîtanyayê
- 1976 – Mao Zedong, damezrînera Komara Gel a Çînê, Serokê 1em a Partiya Komunîst a Çînê
- 1984 – Yilmaz Guney, derhêner û lîstikvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1919 – Bi peymana Saint Germainê Împeratoriya Nemsa-Macaristanê belav bû û li ser erdên we Çekoslovakya, Yûgoslavya û Macaristan hate damezrandin.
- 1934 – Yekîtiya Sovyetan ji Cemiyeta Milletan re hate qebûlkirin.
- 1941 – Erdheja Wan-Erdîşê: Li qezayê Erdîş a Wanê erdhejek bi mezinahiya 5,9 richerê qewimî. 192 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
- 1939 – Şerê cîhanî yê duyem: Kanada ji Almanyaya Nazî re şer îlna kir, bi beşdarbûna xwe ya Hevalbendên şerê cîhanî yê duyem re.
- 1942 – Hêzên Hewayî yên Îngilîstanê ji bajara Düsseldorf a Almanyayê re 100 hezar bombe avêtin.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên almanan dest bi îşgala bajarê Romayê kirin.
- 1960 – OPEC (Rêxistina Welatên Hinardekar ên Neftê) hate damezrandin.
- 2008 – Li Swîsreyê di CERNê de (Navenda Lêkolînên Nukleer a Ewropayê) dest bi Ezmûna ATLASê kirin.
Jidayîkbûn
- 1892 – Arthur Compton, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1975 – George Paget Thomson, fizîknasê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1983 – Felix Bloch, fizîknasekî swîsreyî-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1526 – Artêşa osmaniyan kete bajara Budin a Macaristanê.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên Hewayî yên Îngilîstanê herêma Darmstadt a Almanyayê bombebaran kir, bahoza ku piştî vê bombebaranê derket, bû sedemê mirina 11.500 kesan.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên Hevalbendan a pêşîn yên ji Artêşa Amerîkayê ji sînorên rovayê a Almanyayê derbas bûn.
- 1980 – Bi referandûma ku li Şîleyê hate kirin, wextê wezîfeya general Auguto Pinochetê 8 sal hate dirêjkirin.
- 2001 – Êrîşên 11ê îlonê: Di êrîşên li Amerîkayê de 2.976 kes mirin, 6.291 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1895 – Ustad Îlahî, fîlozof û îcatkarê tembûra modern ê kurd
- 1965 – Beşar Esed, serokdewleta Sûrî
- 1967 – Sung Jae-ki, çalakvanek ji Koreya Başûr
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1924 – Serhildana Nastûriyan ya li Hekarî dest pê kir.
- 1943 – Komandoyên naziyan dîktatorê îtalî Benito Mussolini ji otêla li Gran Sassoyê xilas kirin û bi balafireke anîn Viyanayê.
- 1959 – Yekîtiya Sovyetan keştiya xwe a fezayê yê bi navê Luna 2 şande heyvê.
- 1980 – Li Kurdistana Bakur û Tirkiyê leşkerên tirk bi derbeyekê eskerî dest danîn ser rêveberiya Tirkiyeyê.
- 1982 – Ji kadroyên sazûmankarên Partiya Karkerên Kurdistanê Mehmet Hayrî Durmuş di rojiya mirinê de mir. Hayri Durmuş û hevalên xwe li dijî politika û pêkanînên derveyê mirovahiyê biryar girtin ku dest bi rojiya mirinê bikin.
- 2012 – Albûma yekem a stranbêja kurd Raperîn, bi navê Xapînokê derkete piyaseyê.
- 2022 – Xwepêşandanên ku bi slogana Jin, jiyan, azadî li dijî kuştina Jîna Emînî destpê kirin
Jidayîkbûn
- 1909 – Qanatê Kurdo, zimannas û nivîskarê kurd
- 1967 – Jason Statham, aktor, çêkerê fîlman yê îngilîz
- 1986 – Emmy Rossum, stranbêj û aktrîsa amerîkî
Mirin
- 1967 – Vladimir Bartol, nivîskarê slovenî
- 1981 – Eugenio Montale, nivîskarek îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2009 – Norman Ernest Borlaug, zanistê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2022 – Jîna Emînî, keca kurd a ji rojhilata Kurdistanê
- 2023 – Beytocan (Beytullah Güneri), hunermendê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1521 – Paytexta Aztekiyan Tenochtitlan bi serokatiya Cortesê ji aliyê spaniyan ve hate îşgalkirin.
- 1647 – Matematîkzan û fizîknasê îtalî Evangelista Torricelli barometroyê îcad kir.
- 1788 – Danîmarka Swêdê îşgal kir.
- 1914 – Şerê cîhanî yê yekem: Di navbera Almanya û Fransayê de Şerê Aisneyê dest pê kir.
- 1924 – Erdheja Hesenqelayê: Li qezayê Hesenqela a Erziromê erdhejeke bi hêza 6,8 richter rû da. Di vê erdhejê de 310 kesan jiyana xwe ji dest dan.
- 1927 – Serhildana Agiriyê ya duyem dest pê kir.
- 1943 – Chiang Kai-shek bû serokê Komara Çînê (bi navê din: Taywan).
- 1968 – Albanya ji Pakta Warşovayê veqetiya.
- 2004 – Li Cizîrê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê vebû.
Jidayîkbûn
- 1863 – Arthur Henderson, polîtîkerekî brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 – Oscar Arias Sánchez, siyasetmedarê kosta rîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1941 – Ehmed Nejdet Sezer, dadger û siyasetmedarê tirk, Serokkomarê Tirkiyeyê a 10em
Mirin
- 1592 – Michel de Montaigne, nivîskarê fransî
- 1996 – Tupac Shakur, raperê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1812 – Împeratorê Fransayê Napoleon Bonaparte, kete bajarê Moskoyê, di nava bajarê de şewatên mezin hebûn.
- 1901 – Li New Yorkê anarşîtek hewl da kuserokdewletê Amerîkayê William McKinleyê bikuje. Piştî 12 saetan cîgirê wî Theodore Roosevelt kete şûna wî.
- 1960 – Iraq, Îran, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Venezuela, OPECê ava kirin.
- 1992 – Parlamena Herêma Kurdistanê biryara damezrandina Zanîngeha Dihokê ya ji du kolejan stand: Koleja Textoriyê û Koleja Çandiniyê.
- 1999 – Kirîbatî, Naûrû û Tonga beşdarê Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 2000 – Microsoft Windows MEyê derxist piyaseyê.
- 2003 – Estonya bi referandûmeke beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê qebûl kir.
Jidayîkbûn
- 1864 – Robert Cecil, polîtîker û dîplomatê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1901 – William McKinley, siyasetmedare amerîkî, serokdewletê Amerîkayê a 25em
- 1916 – José Echegaray, dramatîker û siyasetmedarekî spanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1926 – Rudolf Eucken, nivîskar û fîlozofê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Cemal Gürsel, siyasetmedarê tirk, serokdewletê Tirkiyeyê a 4em
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1812 – Artêşa Fransayê di bin îdareya Napoleon Bonaparteê de li Moskoyê gihîştin Kremlînê.
- 1821 – Guatemala, El Salvador, Hondûras, Nîkaragua û Kosta Rîka serxwebûnên xwe a ji Spanyayê ragihandin.
- 1894 – Şerê Çîn-Japonê ya Yekem: Japonya di Herba Pyonyangê de xanedana Qing a Çînê mexlûb kir.
- 1935 – Almanyaya Nazî alayeke neteweyî ya nû ê ko tê de xaça xwehr heye qebûl kir.
- 1950 – Şerê Koreyê: Hêzên Dewletên Yekbûyî derketin ser herêma Incjonê.
- 1952 – Neteweyên Yekbûyî Erîtreayê dewrî Etiyopyayê kir.
- 1971 – Keştiya Greenpeaceê a pêşîn ji bo ku li dijî ceribandinên nukleerî nerazîbûna xwe di ser avê re seyirand.
- 1978 – Muhammed Ali reqîbê xwe Leon Spinksê mexlûb kir û bû boksorê pêşîn ê ku şampiyoniya kêşgiranê a dinyayê sê caran kar kiriye.
- 1981 – Vanûatû bû endameke Neteweyên Yekbûyî.
- 1983 – Serokwezîrê Îsraêlî Menaxem Begîn îstîfa kir.
Jidayîkbûn
- 1254 – Marco Polo, seyah û kaşîfê îtalî
- 1857 – William Howard Taft, serokdewletê 27em ê DYA'yê
- 1890 – Agatha Christie, nivîskara roman, çîrokên kurt û lîstikên sûcê
- 1954 – Hrant Dink, rojnamegerê ermenî
- 1929 – Murray Gell-Mann, fîzîkzanê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1974 – Róbert Bak, psîkoanalîstê mecar
- 2006 – Oriana Fallaci, rojnamevan û nivîskara îtalî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1598 – Komkeştiya koreyiyan li Myong-yangê komkeştiya japonan mexlûb kir.
- 1873 – Îşgala almanan a Fransayê bi dawî bû.
- 1810 – Li Meksîkê Grito de Dolores li hemberî hakimiyeta spaniyan dest bi şerê serxwebûne kir.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên îtaliyan bajarrokê Sidi Barrani a Misrê dagir kirin.
- 1941 – Di Şerê cîhanî yê duyem de dorpêçkirina almanan yê li bajarê Kîev û derdora we xilas bû.
- 1949 – Li Yewnanistanê şerê navxweyî bi dawî bû.
- 1950 – Hêzên amerîkî derketin ser lîmana Incheon a Koreyê.
- 1975 – Kap Verde, Mozambîk û Sao Tome û Prînsîpe beşdarî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1975 – Papua Gîneya Nû serxwebûna xwe ya ji Awistralyayê îlan kir.
- 2014 – DAÎŞ êrîşa xwe a Kobaniyê ê li dijî hêzên kurdî yên Sûrî da dest pê kirin.
- 2022 – Keça kurd Jîna Emînî bi encama îşkence kirina ji aliyê polêsên exlaqê ya Îranê ve hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1888 – Frans Eemil Sillanpää, nivîskarê fînlandî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1944 – Mehmûd Baksî, nivîskarê kurd
Mirin
- 1736 – Daniel Gabriel Fahrenheit, fizîknas û endazyarê alman
- 1980 – Jean Piaget, psîkologê swîsreyî
- 2022 – Jîna Emînî, keça kurd ya rojhilatî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1787 – Kanûna esasî yê Amerîkayê hate qebûlkirin.
- 1939 – Şerê cîhanî yê duyem: Yekîtiya Sovyetê gava Şerê Xweparastinê a Polonyayê beşdarî dagirkirina Polonyayê a Almanyaya Nazî bû.
- 1941 – Îran gava di bin îşgala îngilîz û rûsan de bû, Şah Riza Pehlewî ji textê anîn xware û li şûna wî Mihemed Reza Pehlevî derket ser textê.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Bajarê rûsî Bryansk ji almanan hate xilaskirin.
- 1948 – Komeleya Lehiyan (Şervanên Azadiyê yên Îsraêlê), Navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî Folke Bernadotteyê li Orşelîmê kuştin.
- 1961 – Li Tirkiyeyê serokwezîr Adnan Menderes tevî Hasan Polatkan û Fatin Rüştü Zorlu li girava Îmraliyê hate xeniqandin.
- 1978 – Di navbera Misir û Îsraêlê de Peymana Camp Davidê hate îmzekirin.
- 1980 – Dîktatorê Nîkaragûayê a kevin Anastasio Somoza Debayle hate kuştin.
- 1996 – Serokê Amerîkayê Bill Clinton ji Kuweytê re 3.500 esker şandin. Bill Clinton, der heqê helwestên we yên êrîşkar de ji hikûmeta Iraqê re hişyarî da.
- 1992 – Ji serokekî kurd ê îranî û beşdarên din re li Berlîn a Almanyayê ji aliyê milîtanên siyasî ve hatin kuştin.
Jidayîkbûn
- 1869 – Christian Lous Lange, polîtîkerê norwêcî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1968 – Anastacia, stranbêja amerîkî
Mirin
- 1961 – Adnan Menderes, siyasetmedarê tirk, Serokwezîrê Tirkiyeyê a 9em
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1851 – Rojnameya amerîkî The New York Times dest bi weşanê kir.
- 1906 – Li Hong Kong a Çînê tayfûnekî tevî tsunamiyek rû da û 10.000 kes mirin.
- 1934 – Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst beşdarî Komeleya Milletan bû.
- 1923 – Kongreya Neteweyî ya Hindistanê, kampanyaya neguhdariya sivîl da dest pê kirin.
- 1932 – Li Tirkiyeyê azan bi tirkî dan xwendin. Heta sala 1950'an ev tişt bi vî awayî dewam kir.
- 1960 – Fidel Castro wek serokê heyeta Kûbayê a Neteweyên Yekbûyî gihîşt New Yorkê.
- 1962 – Burundî, Jamaîka, Rwanda û Trînîdad û Tobago ji Neteweyên Yekbûyî re hatin qebûlkirin.
- 1981 – Cezayê mirinê li Fransayê hat rakirin.
Jidayîkbûn
- 53 – Trajan, împeratorê Împeratoriya Romê
- 1942 – Wolfgang Schäuble, siyasetmedarê alman
Mirin
- 1961 – Dag Hammarskjöld, aborîzan û siyasetmedarê swêdî, Sekreterê Giştî a Neteweyên Yekbûyî yê 2em, xwediyê Xelata Nobelê
- 1967 – John Cockcroft, fîzîknasê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 634 – Dorpêçkirina Şamê: Artêşa Îslamê bi serokatiya Xalid bîn Welîd Şamê ji destê Împeratoriya Bîzansê girtin û feth kirin.
- 1893 - Koloniya Nû Zelenda, neteweya herî pêşîn a ku ji jinan re mafê dengdanê daye bû.
- 1935 – Li Almanyayê di sektora gelemperî de şixulîna Cihûyan hate qedexekirin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên almanan bajarê Kîevê îşgal kirin.
- 1944 – Fînlenda û Yekîtiya Sovyetan peymanekê agirbestê îmze kirin.
- 1955 – Serokê Arjentînê Juan Peron bi derbeyekî eskerî xistin xwarê û we koçkirin Paragûayê.
- 1978 – Giravên Salomonê beşdarî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1983 – Saint Kitts û Nevîs serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1985 - Li paytexta Meksîkê Meksîko erdhejek qewimî. Di erdhejê de ji 35 hezar pirtir kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1911 – William Golding, nivîskarek brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1926 – Masatoshi Koshiba, fîzîknasê japonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1985 – Song Joong-ki, lîstikvanê koreyî
Mirin
- 1881 – James A. Garfield, general û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê DYAyê a 20em
- 1989 – Cemîlê Horo, dengbêjê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 622 – Hezretî Mihemed û Ebûbekir hîcretê Medîneyê kirin.
- 1187 – Selahedînê Eyûbî û hêzên Îslamê dest bi dorpêçkirina Qudsê kirin.
- 1519 – Kaşifê portûgalî Ferdinand Magellan tevî 5 keştî û 270 kesan ji Spanyayê bi rê ket.
- 1928 – Li Îtalyayê "Desteya Faşîst a Bilind" bû dezgeha herî bilind ê qanûnçêkirinê.
- 1942 – Li bajarê Letîçîv a Ûkraynayê, eskerên SS'ê a almanan nêzî 3 hezar cihû hatin kuştin.
- 1969 – John Lennon ji koma mûzîkê a bi navê The Beatlesê veqetiya.
- 1974 – Li Hondûrasê babelîskek rû da: 10 hezar kes mirin.
- 1977 – Viyetnam ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
- 1990 – Başûrê Alanistanê serxwebûna xwe ya ji Gurcistanê îlan kir.
- 1992 – Nivîskarê navdar ê kurd, Musa Anter, li Amedê hate qetilkirin.
Jidayîkbûn
- 1833 – Ernesto Teodoro Moneta, weşanger û polîtîkerê îtalî
Mirin
- 1918 – Mîr Hesen Vezîrov, şoreşger û siyasetmedarê azerî
- 1996 – Paul Erdős, matematîkzanê macar
- 1971 – Giorgos Seferis, şair û dîplomatê yewnanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Saint-John Perse, şair û dîplomatê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1992 – Musa Anter, nivîskar û rojnamevanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1858 – Împeratoriya Moxol a Hindistanê hilweşiya.
- 1934 – Tûfanekî mezin li herêma Honshū a Japonê derket, 3.036 kes mirin.
- 1937 – Kitêba J. R. R. Tolkien a Hobbitê hate weşandin.
- 1938 – Bernameya nûçeyan a TV'ê ya pêşîn di kanala BBC'yê de hate weşandin.
- 1942 – Naziyan li herêma Dunaivtsi a Ûkraynayê 2.588 cihûyan qetil kirin.
- 1964 – Komara Maltayê serxwebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
- 1965 – Gambiya, Komara Maldîvan û Singapûr bûn yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî.
Jidayîkbûn
- 1853 – Heike Kamerlingh Onnes, fîzîknasê holendî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1909 – Kwame Nkrumah, zanyar û siyasetmedarê ganayî, Serokdewletê Ganayê a 1em
- 1926 – Donald A. Glaser, norobiyolog û fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1957 – Kevin Rudd, siyasetmedar û dîplomatê awistralî, Serokwezîrê Awistralyayê a 26em
- 1978 – Bilind Salih, stranbêjê kurd
Mirin
- BZ 19 – Vergilius, helbestvanê romî
- 1860 – Arthur Schopenhauer, nivîskarê alman
- 1938 – Ivana Brlić-Mažuranić, nivîskar û helbestvana kroatî
- 1992 - Musa Anter, nivîskar û rojnamevanekî kurd.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1792 – Li Fransayê komar hate îlankirin.
- 1908 – Bulgaristan serxwebûna xwe ya osmaniyan ragihand.
- 1957 – Li Haîtiyê François Duvalier wek serok hate hilbijartin.
- 1960 – Komara Sûdanê piştî ku Senegal ji Federasyona Maliyê vekişiya navê xwe wek Malî guherand.
- 1965 – Piştî banga agirsbestê a NYyê Şerê Hind-Pakistanî a 1965an (wekî Herba Keşmîrê a Suyem jî tê zanîn) a di navbera Hindistan û Pakistanê de bi dawî bû.
- 1975 – Sara Jane Moore hewl da ku serokê Amerîkayê Gerald Ford bikuje, lê ji alî Oliver Sipple ve hate astengkirin.
- 1980 – Iraq, Îranê îşgal kir.
- Destpêka xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî 2022 bi slogana Jin, Jiyan, Azadî
Jidayîkbûn
- 1211 – Îbn Xelikan, nivîskar, dîrokzan û alimê kurd
- 1791 – Michael Faraday, kîmyager û fizîkzanê îngilîz
- 1922 – Chen-Ning Yang, fîzîknasê çînî-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1953 – Ségolène Royal, siyasetmedara fransî
- 1958 – Andrea Bocelli, tenorê îtalî
Mirin
- 1828 – Shaka Zulu, pêşengê zuluyan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1846 – Stêrnasê alman Johann Gottfried Galle gerstêrka heştem a Pergala Rojê Neptûnê keşf kir.
- 1942 – Naziyan di kampa komkirinê a Auschwitzê de bi xazan dest bi kuştinan kirin.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Komara Civakî a Îtalî ku wek dewleta kukla a Naziyan tê zanîn hate avakirin.
- 1973 – Juan Peron li Arjentînê ji nû ve wekî serokdewletê hate hilbijartin. Berî 18 salan bi derbeyekî eskerî we anîbûn xwarê.
- 1983 – Saint Kitts û Nevîs beșdarî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1999 – NASA ragihand ku ew têkiliyên xwe ê bi keștiya xwe ya fezayê a bi navê Mars Climate Orbiterê winda kiriye.
- 2002 – Versiyona ewil a geroka webê Mozilla Firefoxê (Phoenix 0.1) derkete piyaseyê.
Jidayîkbûn
- BZ 63 – Augustus, qeyserê Împeratoriya Romê
- 1861 – Robert Bosch, endezyarê alman
- 1880 – Lord Boyd Orr, bijîșk û biyologê skotlandî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1901 – Jaroslav Seifert, rojnamevan û şairê çekî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1915 – Clifford Shull, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1657 – Joachim Jungius, fizîknas û matematîkzanê alman
- 1896 – Ivar Aasen, șair û zimanzanê norwêcî
- 1939 – Sigmund Freud, bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr
- 1973 – Pablo Neruda, helbestvanê șîliyî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 622 – Hezretî Mihemed û sehabeyên wî hîcretê temam kirin.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: 129 heb firokeyên îngilîzan a bombebaranê hedefên endustriyel a li bajara Berlînê bombebaran kirin, lê ji ber mijê ji bilî 6 bombeyan, hemû jî beredayî çûn.
- 1968 – Swazîlenda beşdarê Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1973 – Komara Gîne-Bissauyê serxwebûna xwe ya ji Portûgalê îlan kir.
- 1996 – Tevkûjiya li zîndana Amedê: Li zîndana Amedê 33 dîlên şer hatin qetilkirin.
- 2015 – Li heccê îzdîhamek derket, di vê îzdîhamê de herî kêm 1.100 kes mirin û 934 kes birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 15 – Vitellius, împeratorê Romayê
- 1884 – İsmet İnönü, general û siyasetmedarê tirk, serokkomarê Tirkiyeyê a 2yem
- 1896 – Francis Scott Fitzgerald, nivîskarê amerîkî
Mirin
- 1977 – Xalis Begê Sipkî, pêşmergeyek serhildana Agiriyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1846 – Hêzên amerîkî bi serokatiya Zachary Taylorê bajarê Monterrey a Meksîkê bi dest xistin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Hêzên Neteweyên Yekbûyî bajarê Sêûlê bi dest xistin.
- 1962 – Komara Demokratîk a Xelkê ya Cezayirê bi awayekî fermî hate ragihandin. Ferhat Abbas wek serokdewletê demkî hate hilbijartin.
- 1964 – Li Mozambîkê şerê serxwebûnê a li hemberî Portûgalê dest pê kir.
- 1981 – Belîze tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1683 – Jean-Philippe Rameau, bestekarê fransî (m. 1764)
- 1816 – Georg August Rudolph, siyasetmedarê alman (m. 1893)
- 1897 – William Faulkner, şair û nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Shel Silverstein, şair û nivîskarek amerîkî
- 1986 – Ryu Jun-yeol, lîstikvanê koreyî
Mirin
- 1777 – Johann Heinrich Lambert, zanyarê alman (z. 1728)
- 1918 – Mikhail Alekseev, generalê rûs (z. 1857)
- 1970 – Erich Maria Remarque, nivîskarê alman (z. 1898)
- 2003 – Edward Said, nivîskar û teorîsyenê wêjeyê
- 2011 – Wangari Maathai, zanista xwediya Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1947 – Îngilistanê, diyar kir ku divê filistînî û îsraêliyan ji dahatûyên xwe re ew bi xwe biryarr bidin, ji ber vê yekê jî qerar da ku hêzên xwe ji Filistînê vekişîne.
- 1950 – Yekîneyên Neteweyên Yekbûyî bajarê Sêûlê ji hêzên Koreya Bakur şûnde standin.
- 1950 – Îndonezya ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
- 1954 – Ferîbota trenê a japonan yê bi navê Tōya Maru di tayfûnekî ku li Tengava Tsugaruyê derkete holê de kete bin avê, 1,172 kes mirin.
- 1969 – Albûma dawîn yê koma mûzîkê a The Beatlesê a bi navê Abbey Roadê derkete piyaseyê.
- 2009 – Tayfûna Ketsanayê li Filîpîn, Çîn, Viyetnam, Kamboca, Laos û Taylenda da, bû sedemê mirina 700 kesan.
Jidayîkbûn
- 1888 – Thomas Stearns Eliot, nivîskarê îngilîz, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1978 – Manne Siegbahn, fîzîknasê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2008 – Paul Newman, lîstikvan û derhênerê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1940 – Almanya, Îtalya û Japon li Berlînê peymaneke leşkerî îmze kirin.
- 1961 – Sierra Leone beşdarê Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1962 – Komara Erebî ya Yemenê hate avakirin.
- 1970 – Yekîtiya Ereban li Misrê civiya; Şahê Urdunê Huseyîn û serokê Rêxistina Azadiya Filistînê Yaser Erefat peymana aştiyê îmze kirin.
- 1998 – Geroka înternetê Google îdia kir ku îro, rojbûna wê ye.
- 2002 – Tîmora Rojhilat beşdarê Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1871 – Grazia Deledda, nivîskara îtalî
- 1934 – Wilford Brimley, aktorê amerîkî
- 1976 – Francesco Totti, lîstikvanê futbolê yê îtalî
Mirin
- 1882 – Amadeo Preziosi, wênesazê maltî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1538 – Li Prevezaya Yewnanistanê di navbera Osmaniyan û hevpeymanên xiristiyan de şerê li ser behrê qewimî. Di encamê de Venedîkî û hevalbendên wan têk çûn.
- 1867 – DYAyê giravên Midwayê kirin bin desthiltiya xwe de.
- 1918 – Şerê cîhanî yê yekem: Hevalbendên Şerê cîhanî yê yekem di şerê li nêzîkê Flandersê zora Almanyayê birin.
- 1939 – Şerê cîhanî yê duyem: Almanyaya Nazî û Yekîtiya Sovyetan li ser dabeşkirina Polonyayê li hev kirin.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Arteşa Yekîtiya Sovyetan kampa li Klooga ya Estonyayê ji destê naziyan rizgar kir.
- 1960 – Malî û Senegal tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1994 – Vapûra bi navê MS Estonia di Deryaya Baltikê de noqav bû. Di encamê de 852 kes xeniqîn.
- 1995 – Serokwezîrê Îsraîlê Îzhak Rabîn û Yaser Erefat li ser dayîna rêveberiya Urduna Rojavayê ya bo Filîstinê li hev kirin.
Mirin
- 1895 – Louis Pasteur, kîmyagerê fransî
- 1966 – André Breton, helbestvanê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.z. 522 – Serhildana Gomadayê medî ji aliyê Daryûsê Mezin ve hate şikandin. Bi têkçûna Gomada re, Daryûs dest bi kuştina magiyan kir.
- 1911 – Îtalyayê li dijî dewleta Osmanî şer da destpêkirin.
- 1923 – Filîstîn kete bin rêveberiya îngilîzan de.
- 1938 – Peymana Munîhê: Dewletên Fransa, Îtalya û Keyaniya Yekbûyî destûr dane Almanyayê ku herêma Sudet a Çekoslovakyayê dagir bike.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Artêşa naziyan li geliyê Babîn Yar a li bajarê Kîevê dest bi kuştina cihûyan kir. Di du rojan de 33.771 cihû hatin kuştin.
- 1971 – Dewleta Omanê tevlî Yekîtiya ereban bû.
Jidayîkbûn
- 1936 – Silvio Berlusconi, siyasetmend û karsazê îtalî
- 1943 – Lech Wałęsa, siyasetmendê polon
- 1981 – Sîpan Xelat, gerîlayê PKKê
Mirin
- 1902 – Émile Zola, nivîskarê fransî
- 1925 – Léon Bourgeois, dadnasê fransî
- 2009 – Evdilmelîk Firat, siyasetmendê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1932 – Celadet Elî Bedirxan di hejmara nehem a kovara Hawarê de, ala kurdî wisa dida naskirin: Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Artêşa naziyan li geliyê Babîn Yar a li bajarê Kîevê, di encama du rojan de 33.771 cihû qetilkirin.
- 1947 – Dewletên Pakistan û Yemen tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1961 – Madagaskar, kete bin rêveberiya Fransayê de.
- 2005 – Ji ber ku di rojnameya danîmarkî ya bi navê Jyllands-Posten de karîkaturên Hezretî Mihemed de derketin, li tevahiya cîhanê bawermendên misilman nerazîbûna xwe nîşan dan.
- 2006 – Muzîkjen û bestekarê kurd ê navdar Elî Ekber Moradî li San Franciscoyê konsera bi navê Voices of Kurdistan (Dengê Kurdistanê) da.
- 2009 – Li girava Sumatra ya Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 7,6 Mw çêbû. Di encamê de 1.115 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1207 – Celaledînê Rûmî, mitesewifê îslamê
- 1870 – Jean Baptiste Perrin, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1928 – Élie Wiesel, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1990 – Patrick White, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn