Here naverokê

Xwîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xûn hat beralîkirin)
Xaneyên xwînê

Xwîn an jî xûn, yek ji şaneyên laşê mirov e. Laşê mirov gelek cureyên şane lixwe digire, lê ji vana, şaneya xwîn yekane şane yê ko şile ye. Xaneyên xwînê di nav plazmaya şile de cih digirin, ango derdora xaneyên xwînê ji madeyek şile pêk tê, loma, şaneya xwîn ne req e lê şilemenî ye[1].

Karên sereke yên xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane û xaneyên laş.
  • Ji xaneyan, karbona dîoksîdê ber bi pişikan ve diguhêzîne.
  • Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc
  • Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, glîserol, vîtamîn û mîneralan ji rûviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin.
  • Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan.
  • Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê lixwe digire.
  • Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germahiya laş pêk tîne.
  • Madeyên jehrîn (toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin.
  • Ji boçalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rêk dixe.
  • Xwîn hin mîneral û proteînan lixwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe.

Pêkhateya xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laşê mirovên gihîştî bi qasî 5-6 lître xwîn lixwe digire. Şaneya xwînê ji du beşan pêk tê, xaneyên xwînê û plazma . %45 ê xwînê ji xaneyan ,% 55 ê qebareya xwînê jî ji plazmayê(Xwînav) çêbûyî ye[2].

Xaneyên xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xaneyên xwînê

Xiroka sor, xiroka spî û perikên xwînê sê cureyên xaneyên xwînê ne. Moxê sor a hestî ji bo hemû xaneyên xwînê re çavkaniyê. Ango xaneyên xwînê di moxê hestî de tên berhmekirin.

Xiroka Sor( Erîtrosît)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çerxa jiyana xirokên sor

Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor,ango xaneyên sor ên xwînê ye. Karê sereke yê van xaneyan guhestina oksîjen û karbona dîoksîdê ye. Şêweya(şiklê) xirokên sor, şêweya xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in. Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhestina oksîjen hêsantir dibe. Xirokên sor yên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu endamok û navik lixwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kisikokan. Xirokên sor proteînek gogî lixwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ko navik, mîtokondrî û endamokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji bohemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen lixwe girê dide û ji pişikan diguhezîne xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komela xwîna mirov diyar dikin. Di moxê sor a hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2400000 xirokên sor tê çêkirin, her wisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e[3]. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipil de tê enbarkirin. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye[4]. Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînê dikeve. Navê din a kêmxwînê anemî ye.

Lêkosît, xaneya spî ya xwînê an jî xiroka spî navê cureyekî xaneyên xwînê ye. Bi Îngilîzî wekî “white blood cell”( WBC) bi nav dibe. Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirûst (ava) dikin. Xirokên spî jî wekî mîna xirokên sor li moxê hestî de çêdibin[5] . Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye. Xirokên spî ji xirokên sor girtir in. Xirokên spî xwediyê navik û endamok in. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lêkosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ko dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav xwînê de, li gor gera xwînê cih diguherin. Lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Bi vî awayê li kîjan beşê laş de birîn an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dabîn dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana ;Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û Lîmfosît e. Lîmfosît jî sê cure ne, lîmfexaneya B (xaneya B ) û lîmfexaneya T (xaneya T) û kujerexaneya sirûştî. Li gor hebûn an jî tunebûna danikên(hebikên) nav sîtoplazmayê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mikroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna endamok û madeyên nav sîtoplazmayê, divê xane di nav hin boyax( madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên Nêtrofîl, Bazofîl û Êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî tê navkirin[6]. Di nav sîtoplazmayê xaneyên Monosît û Lîmfexaneyan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî yên bêdanik tên bi navkirin.

Xirokên spî yên danikî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xaneya Nêtrofîl

Di nav xirokên spî de nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê. Danikên nêtrofîlê herî baş bi boyaxên nêtar(ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma ev cureya xiroka spî ya danikî, wekî nêtrofîl tê navkirin. Di xaneya nêtrofîla asayî de navik ji du heta pênc loban pêk tê, lê lobên navika nêtrofîla pîr, dibe ko ji pêncan pirtir be. Hin bakterî mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de bakterîyên hokarê nexweşiyê peyda dibê, pêşî nêtrofîl erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek lîzozom, enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd(H2O2) lixwe digirin. Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav sîtoplazmaya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne.

Bergiriya nêtrofîlê ya li dij bakteriyan

1.Li ser parzûna xaneya Xiroka spî(Nêtrofîl) de hin wergir hene. Nêtrofîl bi alîkariya van wergiran ji hebûna bakteriyê (dijepeydaker) haydar dibe. Dema bakterî bi wergiran re ket têkili(temas)yê, ev beşa parzûnê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin.

2.Bakterî bi parzûnê tê dorpêçkirin, ev kîsik wekî fagozom tê navkirin. Lîzozomên nêtrofîlê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê navkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser bakteriyê.

3.Enzîm bakteriyê perçe dikin. Bi têkşikandina bakteriyan, hin madeyên bikêr û bêkêr çêdibe. Madeyên bêkêr bi egzosîtozê ji nêtrofîlê tên avêtin.

Xaneya Êzonofîl

% 2-4 ê xirokên spî ji êzonofîlan pêk tê. Boyaxêk asîdî ya bi navê êozîn(eosin) rengê sor-porteqalî dide danikên êzonofîlê. Êzonofîl navê xwe ji vî boyaxê digire. Navika êzonofîlê du an jî sê lobî ye. Danikên êzonofîlê molekulên dijhîstamîn(antîhîstamîn) lixwe digirin. Hin danikên nêtrofîlê li dij kurmên mişexwer(parazîtî), molekulên jehrî(toksît) lixwe digirin. Kurmên mişexwer bi gelemperî ji ber xwarina xurekên nepijiyayî ve dikeve nav laş. Loma heke di nav xwînê de hejmara êzonofîlan ji hejmara asayî zêdetir be, ev rewş nîşaneya kulbûnî, alerjî an jî di nav laş de hebûna kurmên mişexwer e.

Xaneya bazofîl

Di nav laş de, xiroka spî ya herî hindik bazofîl e. Rêjeya bazofîl di nav lêkosîtan de ji %1ê kêmtir e. Herî baş boyaxên alkalîn(bazî) renk dide danikên bazofîlê. Danikên bazofîlê gir in, bi boyaxê rengê şîna tarî an jî mor digirin. Bi gelemperî hejmara bazofîlan dema kulbûniyê û alerjîbûniyê de gelek zêde dibe. Danikên bazofîlê hîstamîn derdidin. Hîstamîn madeyek kîmyayî ye, alikariyê sîstema bergiriyê dike Lûleyên xwînê ji ber hîstamînê sist û fire dibin, bi vî awayê xirokên spî bi hesanî ji xwînê derbasê nav şaneya kulbûyî dibin û li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dikin. Her wisa bazofîl heparîn jî berhem dikin. Heparîn rê li ber meyîna xwînê ya nav lûleyan digire. Bazafîl di sala 1879 de ji aliyê bijîşkê Alman Paul Ehrich ve hate vedîtin.

Xirokên spî yên bêdanik

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên monosît û lîmfexane du cureyên xirokên spî yên bêdanik in. Danikên van xaneyan ji yê xaneyên danikî kêmtir û hûriktir in. Navika lêkosîtên bêdanik yek lobî û gewre ye.

Xaneya herî gewre ya xirokên spî monosît e. Monosît, navikek gewre û bêlobî lixwe digire. Şiklê navika monosîtê dişibe şiklê gurçikê. Eger monosît ji xwîna nav lûleyan derkeve derve û di nav şaneyan de bicivire (geş bibibe), ev xane wekî xaneya makrofaj tê navkirin. Xaneyen makrofaj bi fagosîtozê bakterî û hokarên nexweşiyê digire nav xwe û li nav xaneyê de hildiweşîne. Hin xaneyên monosît jî di nav şaneyanda dibin xaneyên dendirîdî. Xaneyên dendirîdî bi gelemperî li şaneyên çerm, pişik û rûviyan de bergiriya laş dikin.

Lîmfexane (Lîmfosît)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîmfexane jî wek mîna xirokên spî yên din li moxê hestî de tê çêkirin. Lê xaneyên lîmfe, li şaneya lîmfê de, li girê lîmfê de dabeş dibin û zêde dibin[5] . Di xwînê de xaneyên herî zêde yên xirokê spî, nêtrofîl in. Lîmfosît xaneyên duyem ên herî zêde yên lêkosîtan e .% 20-30 yê xirokên spî ji lîmfexaneyan pêk tê. Sê komên sereke yên lîmfexaneyan heye Xaneya B(Lîmfexaneya B ), Xaneya T (lîmfexaneya T) û kujerexaneya sirûştî. Xaneya kujera sirûştî lîmfexaneya herî gewre ye. Heke di xwînê de asta rêjeya lîmfexaneyan ji ya asayî pir zêdetir be, dibe ko ev rewş nîşana hin cureyên şêrpence an jî ji ber nexweşiyek vîrusî be.

Perikên xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Perikên xînê
Perikên xwînê ji xaneyên gewre (megakaryosît) çêdibin

Perikên xwînê wekî trombosît jî tê navkirin. Bi gelemperî perikên xwînê wekî cureyek ji xaneyên xwînê tê hesibandin. Bi Yewnanî trombos “meyîn”, kytos jî bi wateya “xane” tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe perikên xwînê xane nîn in. Trombosît pirtikên sîtoplazmaya xanêyên gewre(megakaryosît) yên moxê hestî ne[7]. Li moxê hestî de xaneyên gewre (megakaryotîs) perçe dibin. Ji sîtoplazma û hin lebatokên van xaneyan perikên xwînê çê dibin. Perikên xwînê bênavik in. Temenê perikên xwînê 7-12 roj e. Trombosîtên pîr an jî yên bêkêr, di sipil û kezebê de tên hilweşandin. Mîkrolîtreyek(mm3 ) xwînê de bi qasî 150-400 hezar perikên xwînê heye. Perikên xwînê ji xirokên sor û xirokên spî hûriktir e. Heke di laş de birînek çê bibe, ziyan digihîje lûleyên xwînê, xwîn ji lûleyên ziyangirtî diherikê derve. Divê rê li ber xwînçûyînê bên girtin, yan na, jiyana mirov dikeve xeterê. Karê serekê yê trombosîtan, meyandina xwînê ye. Xwînmeyîn dema xwînçûnê pêk tê. Hinek ji perikên xwînê li sipil de tê embarkirin. Hin caran ji ber hokarên genetîk(bomaweyî) an jî jiber nebûna proteîna meyînê trombosît karê xwîn meyînê pek nayinin, ev rewş wekî nexweşiya xwînberbûn (hemofîlî) tê navkirin.

Plazmaya xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pêkhateya xwînê

Plazmaya xwînê an jî plazma, şileyek bi rengê zer e. Xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. Proteîn, dijeten, asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, xwê, îyon, hormon, vîtamîn, av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure madeyên serekê yên nav plazmayê ne. %90 yê plazmayê av e[8]. Ava xwînê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe[9]. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7 ê plazmayê ji proteînan pêk tê. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê navkirin. Rêjeya pH a xwînê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. Albumîn, globulîn û fîbrînojen proteînên sereke yên plazmayê ne[10]. Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, Vîtamîna D, hormona tîroksînê jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin. Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye [2]. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan, rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî, û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên lenfosîta B de wekî dijeten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijeten proteînên taybet in, ji bobergiriya laş ne yek, lê gelek cureyên dîjetenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijetenan jî zêde dibe. Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna fîbrînojen e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya xwînmeyînê dike. Ev proteîn bi eslê xwe enzîmek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyên laş dibin. Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were dûrxistin, serûm tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serûm tê navkirin. Di xwîna asayî ya nav laşê mirov de xaneyên xwînê di nav plazmayê de belavbûyî ne. Heke xwîn di makîneya santrefujê de were santrefujkirin, wê gavê ji ber hêza navendrev xaneyên xwînê ji plazmaya xwînê cuda dibin. Xirokên sor beşa herî girantir a xwînê ye, loma di bin lûleya azmûnê de tov dibin.

Pêkhateya hemoglobînê

Hemoglobîn an jî bi kurte nivîsê Hb, Hbg , molekulek gewre ye(makromolekul, e ). Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên hem û globîn çêbûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe. Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α(Alfa), 2 heb β(Beta) globîn heye[2]. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem lixwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî îyona hesin(Fe+2 ) lixwe digire. Proteînên globîn komeleyên hemê dorpêç dikin. Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin. Karê sereke ya hemoglobînê, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bixwe ve girê dide. Ango hemoglobînek dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 250-300 mîlyon hemoglobîn lixwe digire. Ango yek xiroka sor dikare ji milyarek pirtir oksîjen biguhezîne. Hemoglobîn li pişikên mirov de bi oksîjenê ve tê girêdan ev rewşa hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn bi nav dibe. Rengê oksîhemoglobînê sor e. Hemoglobîna bêoksîjen bi rengê şîn e. Hinek ji karbona dîoksîd ji xaneyan bi navbeynkariya hemoglobînê, ber bi pişikan ve tê guhestin. Pêkhateya hemoglobîn û karbona dîoksîd wekî karbomînohemoglobîn tê navkirin. Molekula hemoglobîn bi qasî 120 roj çalak dimîne, bi mirina xiroka sor, hemoglobîn jî neçalak dibe. Xirokên mirî, di kezeb, sipil an jî li moxê hestî de tê hilweşandin. Beşa proteîn hildiweşe û yeke ya proteîn, ango asîdên amînî çê dibin. Ev asîdên amînî ji boçêkirina xirokên sor yên nû tên bikaranîn. Hesinên nav komeleya hemê di sipil an jî di kezebê de wekî ferritîn tê embarkirin. Di nav plazmaya xwînê de glîkoproteînek bi navê Transferrîn heye, transferrîn ferritînê diguhezîne moxê hestî ko hesinê ferritîn tevlê xirokên sor yên nû bibe. Komeleya hem a bêhesin, perçe dibe û ji komeleya hemê bilirubîn çê dibe. Bilirubîn bi navbeynkariya albumîn(proteîna plazmayê) diçe kezebê. Di kezebê de ji boçêkirina zeravê tê bi kar anîn.

Nexweşiyên xwînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê navkirin. Navê din a kêmxwînî anemî ye[11]. Zêdetirî 400 cureyên kêmxwînî heye. Ji bokêmxwînî gelek sedem hene. Sedemên serekî yên kêmxwînî;

  • Ji ber kêm-hesinî:

Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî.

  • Ji ber ducanîbûnê;

Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Korpele(embriyo) ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwîniyê.

  • Ji ber kêmasiya vîtamînan;

Ji boçêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide.

  • Ji ber birîn û birindarbûnê;

Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên gedeyê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ko demek dirêj ji mirov xwîn biçe.

  • Ji ber nexweşiyan;

Nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gurçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike. Di destpêka nexweşiyê de nîşanên nexweşiyê hindik in, lê bi pêşveçûna nexweşiyê ve nîşanên ji bokêmxwînî zêde dibin.

Nîşanên kêmxwîniyê

Mirovên bi nexweşiya kêmxwînî ketine;

  • Bêhemd dikevin, zû diwestin.
  • Ahenga lêdana dilê wan ne asayî ye.
  • Tengnefesî ne, singê wan diêşe.
  • Bi kêşeyên bîr û têgihîştinê re rû bi rû dimînin.
  • Gêjî û serêşî li wan peyda dibe.
  • Qerim(kramp) dikeve hêt û çîpan. Hin beşên laş ditevize.
  • Dest û ling sar dibe, bi gelemperî pileya germahiya laşê wan nizim e û dicemidin.
  • Rengê tenê mirovên bi kêmxwînî zerokî ye[12] .

Eger hin ji van nîşanan di laşê we de derketiye, divê hûn bi demûdestî serî li nexweşxaneyê bidin. Mirov bi xurekên rojane jî dikare rê li ber hin cureyên kêmxwîniyê bigire. Kêmxwîniya ji ber kêmasiya hesin û kêm vîtamînî dibe ko bi xurekan baş bibe. Goştê sor, kezeb, sipil gelek hesin lixwe digirin. Riwekên bi rengê keskê tarî wekî mînak brokolî, spînax(îspanax),kelema brûkselê gelek hesin lixwe digirin. Çavkaniya serekî ya vîtamîna B12 goşt, hêk û şîr e. Bi taybetî goştê sor, kezeb, hêk, pênîr, kakil gelek vîtamîna B12 lixwe digirin. Di nav fasûlî,spînax, porteqal, nan,û findiq de gelek ji vîtamîna B9 heye. Ji nav rûvî de ji bomijandina hesin, pêdivî bi vîtamîna C heye. Ango eger di laşê kesekî de bi têra xwe vîtamîna C tune be, ji xurekan hesin derbasî nav xwînê nabe. Vîtamîna C bi gelemperî di nav mewe û zebzeyan de gelek e.

Kêmxwîniya xaneya dasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xaneyên dasî

Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne. Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê navkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn lixwe nagirin, loma veguhestina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê.

Bijehrêketina karbona monoksîdê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger di pişikan de li gel oksîjenê, karbona monoksîd jî hebe, hemoglobîn ji dewsa oksîjenê, pêşî bi karbona monoksîdê ve girêdan çê dike. Girêdana hemoglobînê bi karbona monoksîdê, ji girêdana oksîjenê zexmtir e. Ev taybetmendiya karbona monoksîdê dibe sedema bijehrêketina karbona monoksîdê. Hin caran mirov ji ber dûmana sobê bijehrê dikeve, sedem karbona monoksîd e.

  1. ^ American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved June 21 2018 from [1]
  2. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  3. ^ Murray R K.; Granner D. K. ( 2003) Harper’s Illustrated Biochemistry 26th ed. New York, : Lange Medical Books/McGraw-Hill. ISBN-0-07-121766-5
  4. ^ OpenStax, Biology. OpenStax. May 20, 2013. [3]
  5. ^ a b Brainard J., Henderson R. (2013) CK-12's College Human Biology FlexBook. CK-12 Foundation, [4]
  6. ^ Alberts, B. ; et al.( 2015) Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science. ISBN 978-0-8153-4432-2
  7. ^ Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  8. ^ Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File.. ISBN: 0-8160-7008-3
  9. ^ BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  10. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  11. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [5]Anemia
  12. ^ NHS.UK [6] Iron deficiency anemia