Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Tîrmeh
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo tîrmeha 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
29 | 30 | 31 |
Bûyer
- 1878 – Kanada beşdarê Yekîtiya Posteyê ya Navneteweyî bû.
- 1908 – "SOS" wekî sînyala tengasiyê ya navnetewî hate qebûlkirin.
- 1921 – Partiya Komunîst a Çînê hate avakirin.
- 1960 – Serxwebûna Somalyayê.
- 1962 – Serxwebûna Rwanda û Burundiyê.
- 1979 – Sony, Walkmanê da naskirin.
- 1997 – Çîn, hikûmdariya bajar-dewleta Hong Kongê piştî 156 salan ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xist.
- 2002 – Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hate avakirin.
- 2013 – Kroatya bû endama Yekîtiya Ewropayê ya 28em.
Jidayîkbûn
- 1646 – Gottfried Wilhelm Leibniz fîlozof û matematîknasê alman.
- 1879 – Léon Jouhaux, sendîkavanekî fransî, xwediyê Xelata Nobelê ya aştiyê
- 1944 – Elî Latîf, wênesaz û werzîşkarê kurd
- 1976 – Ruud van Nistelrooy, lîstikvanekî goka pê (futbolê) yê holandî
Mirin
- 1925 – Erik Satie, komponîst û piyanîstê fransî
- 1971 – William Lawrence Bragg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1998 – Orhan Kotan, siyasetmedar û nivîskarê kurd
- 2001 – Nîkolay Basov, fîzîknasê rûs, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1897 – Endezyara (mihendîs) brîtanî-îtalî Guglielmo Marconi ji bo radyoyê patent werdigire li Londonê.
- 1917 – Yewnanistan li dijî Dewleta Osmanî şer îlan kir.
- 1921 – Şerê Cîhanî ya Yekem: Serokê Amerîkayê Warren G. Harding peymana Çareseriya Knox-Porterê bi awayekî fermî îmze kir û bi vê peymanê, şerê di navbera Dewletên Yekbûyî û Împeratoriya Almanyayê de xilas bû.
- 1934 – Bi mirina Ernst Röhmê [avakar û rêvebira SA'yan (Sturmabteilung) bû, Hitler we ji ber mixalefeta wî, bi xwe dabû kuştin] Şeva Kêrên Dirêj qediya.
- 1964 – Serokê Amerîkayê Lyndon B. Johnson Peymana Mafên Sîvîlan ya 1964'an îmze kir. Ev peyman dihat vê maneyê ku li cihên giştî (ji xelkê re vekirî) nijadperistî hatibû qedexikirin.
- 1976 – Ketina Komara Viyetnamê (Viyetnama Başûr, Amerîka piştevaniya wan dikir); Viyetnama Bakur yê Komunîst ragihand ku bi navê Komara Sosyalîst yê Viyetnamê yekîtiyek ava kirine.
- 1993 – Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
- 2004 – Li Bazîd, Agiriyê erdhêjek bi şîdeta 5,1-5,2 çêbû. Di vê erdhejê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1857 – Karl Gjellerup, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1862 – William Henry Bragg, matematîkzan, kîmyager û fîzîknasê brîtanyayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1877 – Hermann Hesse, nivîskar û helbestvanê alman-swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Wisława Szymborska, helbestvan û wergêra polonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1929 – Imelda Marcos, siyasetmedara filîpînî, First Lady'ya Filîpînê ya Dehem
Mirin
- 1778 – Jean-Jacques Rousseau, fîlozof, nivîskar û awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-fransayî
- 1961 – Ernest Hemingway, roman û çîrroknivîsê amerîkî
- 1993 – Hasret Gültekin, sazbend û muzîkerê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1462 – Girava Lesbosê (bi tirkî Midilli) ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hate bidestxistin.
- 1767 – Kevintirîn rojnameya Norwêcê ya bi navê Adresseavisen dest bi weşanê kir. Ev rojname hê jî derdikeve.
- 1778 – Prûsya ji Awistiryayê re şer îlan kir.
- 1890 – Idaho, bû 43. federedewleta Amerîkayê.
- 1905 – Li Rûsyayê leşkeran, ji şeş hezaran zêdetir karkerên ku diçûn grêva giştî kuştin.
- 1928 – Yekemîn weşana televîzyonê ya bireng hate pêkanîn.
- 1944 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Yekîtiya Sovyetan herêma Mînskê ji Naziyan stendin.
- 1962 – Cezayirê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1988 – Keştiyeke Dewletên Yekbûyî agir berda balafireke Iran Airê û balafir li ser kendava Farsê kete xwarê: 290 kes mirin.
- 2013 – Li Misrê derbeyek çêbû û artêşa wir dest avêt ser rêvebiriyê.
Jidayîkbûn
- 1883 – Franz Kafka, nivîskarê çekî-awistriyayî
- 1971 – Julian Assange, rojnamevan, weşanger, çalakvan û avakarê WikiLeaksê
Mirin
- 2000 – Kemal Sunal, aktorê sînemaya tirkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1187 – Şerê Hattînê: Selahedînê Eyûbî li Hattînê zora artêşa xaçperestan bir.
- 1776 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1810 – Fransayê, Amsterdam îşgal kir.
- 1826 – Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên duyem (John Adams) û sêyem (Thomas Jefferson) mirin.
- 1959 – Piştî ku Alaska wek federedewleta 49em beşdarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû, alaya fermî yê Amerîkayê yê bi 49 stêrkan li Fîladelfiya, Pensîlvanyayê ji hemwelatiyan re hate danasîn.
- 1960 – Piştî ku Hawaii wek federedewleta 50em beşdarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû, alaya fermî ya Amerîkayê ya bi 50 stêrkan a ku îro jî tê bikaranîn li Fîladelfiyayê ji hemwelatiyan re hate danasîn. Alaya bi 49 stêrkan hêj berî 10 mehan hatibû nasandin.
- 1997 – Robota tetqîqê ya bi navê Pathfinder ku NASAyê şandibû, peya bû ser rûyê Marsê.
- 1980 – Komkujiya Çorumê pêk hat.
- 1982 – Çar dîplomatên Îranî bi destê milîsên Libnanî li Libnanê hatin revandin.
Jidayîkbûn
- 1872 – Calvin Coolidge, siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 30em ê DYA'yê
Mirin
- 1826 – John Adams, parêzer, dîplomat û teorîsyenê siyasetê yê amerîkî, serokdewletê 2yem yê DYA'yê
- 1826 – Thomas Jefferson, serokdewletê 3yem yê DYA'yê
- 1831 – James Monroe, siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 5em ê DYA'yê
- 1934 – Marie Curie, kîmyager û fizîknasa fransî-polonî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1687 – Isaac Newton berhema xwe ya bi navê Philosophiæ Naturalis Principia Mathematica (Prensîbên Matematîkî yê Fefsefeya Tebîetê) weşand.
- 1811 – Venezuela serxwebûna xwe ya ji Spanyayê ragihand.
- 1830 – Fransayê Cezayir îşgal kir.
- 1884 – Kamerûn bû mêtingeha (mistemlekeya) Almanyayê.
- 1932 – Li Portûgalê ji serokatiya rejîma faşîst re António de Oliveira Salazar hat.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Keyaniya Yekbûyî û Fransaya Vichyê (Dewleta kûkla yê ku Almanya, li derdora bajarê Vichy yê Fransayê ava kiribû) îrtîbatên xwe yên dîplomatîk qusandin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Qewetên almanan gihîştin çemê Dnipro (Dnieper).
- 1950 – Şerê Koreyê: Di navbera hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Koreya Bakurde pevçûnên ewil dest pê kir.
- 1954 – Televîzyona BBCyê bultena xwe ya nûçeyan yê pêşîn weşand.
- 1962 – Cezayirê serxwebûna xwe ji Fransayê bi dest xist.
Jidayîkbûn
- 1857 – Clara Zetkin, siyasetmedar û parêzvana mafên jinan yê alman
- 1889 – Jean Cocteau, nivîskar, wênesaz û derhênerê fransî
- 1900 – Dennis Gabor, endazyarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1911 – Georges Pompidou, siyasetmedarê fransî, serokkomarê Fransayê yê 19em
- 1975 – Sabahat Tuncel, siyasetmedara kurd
Mirin
- 1894 – Austen Henry Layard, gerok, arkeolog, dîrokzanê hunerê, nivîskarê fransî
- 1966 – Faîq Bucax, hakim û nivîskarê kurd, damezrînera T-KDPyê
- 2023 – Xan Mihemed Adînepûr, hunermendê kurd ê Xorasanê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1189 – Richard I ku wek "Rîşara Şêrdilî" tê nasîn, derket ser texta Îngilistanê.
- 1253 – Mîndaugas, taca Keyîtiya Lîtvanyayê da serê xwe.
- 1885 – Louis Pasteur derziya xwe ya dermankirina nexweşîna harbûnê li ser zarokek bi navê Joseph Meister ku ew ji alî kûçikek harbûyî ve hatibû gezkirin bi serkeftî cerriband.
- 1947 – Çeka AK-47 ku bi navê kalaşnîkovê tê nasîn, li Yekîtiya Sovyetan dest bi hilberanê hate kirin.
- 1957 – John Lennon û Paul McCartney, cara pêşîn sê sal berî avakirina koma muzîkê yê bi navê the Beatlesê di festîvalekê li Keyaniya Yekbûyî de hev nas kirin.
- 1964 – Malawî, ku weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
- 1969 – Senaryoya romana Yaşar Kemal yê bi navê "İnce Memed" ji ber sensûrê asteng bû. Yaşar Kemal got ku "sensûr, ziddê Qanûna Esasiyê (makezagonê) ye".
- 1975 – Komor, serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
- 2013 – Herî kêm 42 kesan di gulebarana ku terorîstên Boko Haramê li dibistanek parêzgeha Yobeyê, Nîjerya pêk anînbûn mirin.
Jidayîkbûn
- 1859 – Verner von Heidenstam, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1925 – Mahmut Gazi Yaşargil, zanist û bijîşkê neurolojiyê
- 1946 – George W. Bush, karsaz û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê yê 43yem
- 1975 – 50 Cent, rapvan, çêker û aktorê amerîkî (G-Unit)
Mirin
- 1946 – Gerhart Hauptmann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1962 – William Faulkner, nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1995 – Aziz Nesin, şaîr û nivîskarê tirk
- 2005 – Claude Simon, nivîskara fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2005 – Hikmet Fidan, siyasetmedarê kurd, yek ji damezîrênerên HADEPê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1543 – Qewetên fransiyan Lûksembûrgê îşgal kirin.
- 1929 – Benito Mussolini bi Papa re li hev kir û Vatîkana serbixwe ava kirin.
- 1937 – Şerê Çîn-Japonyayê: Qewetên japonan êrîşê paytexta Çînê, Beijingê kirin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Eskerên fransî û îngilîz, Bêrûtê îşgal kirin.
- 1953 – Ernesto Che Guevara seredana Bolîvya, Perû, Panama, Kosta Rîka, Nîkaragua û El Salvadorê kir.
- 1978 – Giravên Salomonê ku li başûr-rojavayê okyanûsa Pasîfîkê ne, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xistin.
- 1980 – Li Îranê di fermiyetê de li gorî şerîetê dest bi birêvebirinê hate kirin.
- 1980 – Koma Led Zeppelinê li Berlînê konsera xwe ya dawîn da.
- 1997 – Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di şerê sivîl ê kurdan (birakujiya kurdan a 1997'an) de (di navbera YNK, PKK, Îran - PDK, Iraq, Tirkiye, PDK-Î de derketibû) bi operasyona çêkûç piştî ku li dijî YNKyê alîkariya PDKyê kir û bi PKKyê re herb kir, ji bakurê Iraqê vekişiya. Di vê herbê de bi tevahî 5000 hezar kes mirin. Tirkiye bi 30 an jî 50 hezar eskeran beşdarê vê operasyonê bûbû.
- 2007 – Heft nuwazeyên cîhanê hatin tayînkirin.
Jidayîkbûn
- 1873 – Sándor Ferenczi, tûrenas û psîkoanalîstê macar
- 1882 – Yanka Kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê belarûsî
- 1962 – Sırrı Süreyya Önder, derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarê tirk
Mirin
- 1901 – Johanna Spyri, nivîskara swîsreyî
- 1973 – Max Horkheimer, civaknas û fîlozofê alman
- 1993 – Rıfat Ilgaz, helbestvan û nivîskarê tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1522 – Siltan Silêmanê Qanûnî derket girava Rodosê.
- 1889 – Hejmara yekem ya The Wall Street Journal hate weşandin.
- 1937 – Di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Efxanistanê de bi navê Peymana Seedabadê peymanek êrîşnekeriyê hate îmzekirin.
- 1982 – Li dijî serokê Iraqê Sedam Huseyn li Duceylê teşebusa suîqestê tê kirin.
- 1994 – Kim Jong-il piştî mirina bavê xwe Kim Il-sungê, dest bi wezîfeya serokatiya bilind ya Korêya Bakur kir.
- 1997 – NATO; Çekya, Macaristan û Polonyayê ji bo ku beşdarê tifaqê bibin dawet kir.
- 2003 – Balafirek rêwiyan yê aîdê Rêhewayên Sûdanê ketê xwarê: 117 kes mir, zarokek du salî xilas bû.
Jidayîkbûn
- 1621 – Jean de La Fontaine, çîroknivîsê fransî
- 1923 – Didier Anzieu, psîkoanalîstê fransî
Mirin
- 1979 – Sin-Itiro Tomonaga, fizîknasê japonî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 711 – Fermandarê hêzên Îslamê Tariq bin Ziyad bakûrê Spanyayê bi dest xist.
- 1816 – Arjentîn ji Spanya cuda dibe û serxwebûna xwe radigihîne.
- 1850 – Serokê 12em yê Amerîkayê Zachary Taylor piştî ku fêkiya xav û şîra cemedgirtî veixwe dimire. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin. Piştre jî Millard Fillmore dibe serokê 13em yê Amerîkayê.
- 1900 – Şahbanûya Îngilistanê Victorya birryara bi navê padşahiya Ingilistanê derdixe Comonwiltha Awistralyayê were damezrandin. Li vê biryarê mêtîngehên parzemîna Awistralyayê hemûyan di bin alaya hikûmeteke Ferderal de dibin yek.
- 1952 – Hikûmeta Nurî El Saîd ya Iraqî radigihîne ku ew xwe ji kar dikişînin.
- 1963 – Piştî ku giravên Malezya ji Îngilistanê rizgar dibin, yekîtiya xwe radigihînin û Delweta Malezya ya Yekgirtî tê damezrandin.
- 1991 – Piştî salên qutbûnê careke din Başûrê Afrîkayê tevlî Olîmpîyada werzişê bû.
- 2002 – Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê belav bû, piştre bi navê Yekîtiya Efrîkayê li paytexta Etiyopya Addis Ababayê ji nû vê hate çêkirin.
- 2006 – Taxima Îtalyayê bi penaltî zora taxima Fransayê dibe û 18mîn kopeya cîhanê ya goka lingan FIFA bi dest dixe.
- 2011 – Sûdana Başûr serxwebûna xwe îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1937 – Zerîfe Xanim, hevjîna rêberê serhildana Qoçgiriyê
- 1937 – Elîşêr, rêberê serhildana Qoçgiriyê
Mirin
- 1850 – Zachary Taylor, siyasetmedar û generalê amerîkî, serokdewletê Amerîkayê yê 12em
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1890 – Wyoming bû federedewleta 44em yê Amerîkayê.
- 1913 – Di Newala Mirinê yê Kalîforniya de germahî derket 56.7 °C'yê. Ev derece, li Amerîkayê heta îro di germahiyên ku hatşne dîtin de yê herî zêde bû.
- 1947 – Piştî ku Hindistan bû du parçe û Pakistan ava bû, ji walîtiya Pakistanê re Muhammed Ali Cinnah hate anîn.
- 1962 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo ku komunîkasyona di navbera parzemîn de peyda bike, peyka Telstarê şand fezayê.
- 1971 – Ji artêşa Fasê hinek yekîne xwestin ku li dijî rejîma keyaniyê îxtîlalek bikin. Paşê, li welatê komar hate îlan kirin.
- 1985 – Keştiya Greenpeace ya bi navê Rainbow Warrior, ji aliyê teşkîlata îstîxbaratê yê fransiyan ve li Keştîgeha Aucklandê hate bombebaran kirin û keştî hate binavkirin.
Jidayîkbûn
- 1509 – Jean Calvin, keşeyekî fransî
- 1856 – Nîkola Têsla, fîzîknas û endazyarê sirb-amerîkî
- 1871 – Marcel Proust, nivîskarê fransî
- 1920 – Owen Chamberlain, fîszîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1931 – Alice Munro, nivîskarê kanadayî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1405 – Amîral Zheng He, ji bo keşfkirina dinyayê cara yekem bi keştiyê kete rê.
- 1616 – Kaşîfê fransî Samuel de Champlain (yê ku cara pêşîn çûye herêma Quebec yê Kanadayê û bajarê Québecê ava kiriye) vegeriya Quebecê.
- 1859 – Romana Charles Dickens yê bi navê Çîroka Du Bajaran (A Tale of Two Cities) hate weşandin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Rejîma Fransaya Vichyê (Dewleta kûkla yê ku Almanya, li derdora bajarê Vichy yê Fransayê ava kiribû) bi awayekî fermî hate damezrandin. Philippe Pétain bû Serokwezîrê Fransayê.
- 1971 – Li Şîliyê kana madenan hatin neteweyî kirin.
- 1975 – Li Xian yê paytexta Çînê kevnar artêşek 6000 hezar kesî, yê aîdê 2000 sal berê ku ji kîlê hatiye çêkirin û mîna mezinahiya însanên jidil dihatin xuya hatin dîtin. Ji eskerên seramîk yekî jî naşibin hev û ev taybetiyên wan pirr ecêb hate dîtin.
- 1995 – Qetlîama Bosnayê: Artêşa sirban bi rêberiya Ratko Mladiçê li herêma Srebrenitza yê Bosniya û Herzegovînayê, dest bi komkujiya Srebrenitzayê yê ku tê de bi tevahî 8.000 bosnî hatibûn kuştin kirin.
Jidayîkbûn
- 1767 – John Quincy Adams, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, Serokdewleta 6em yê Amerîkayê
- 1916 – Aleksander Proxorov, nivîskarê awistralyayî-rûsî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1943 – Howard Gardner, psîkologekî amerîkayî
Mirin
- 1974 – Pär Lagerkvist, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 100 – Împaratorê Romayê Julius Caesar hat dinê.
- 1191 – Sefera Xaçperestan yê Sêyem: Eskergeha Selaheddîn piştî ku du-sê sal herêma Akreyê hate dorpêçkirin, teslîmê Philip Augustusê bûn.
- 1878 – Împeratoriya Osmanî, rêvebiriya Girava Kîprosê ji Keyaniya Yekbûyî re hişt.
- 1932 – Li Tirkiye Saziya Zimanê Tirkî hate damezrandin.
- 1947 Helbestvanê kurd Dildar, çû ber rehma Xwedê. Ji Başûrê Kurdistanê bû û pirr bi nav û deng bû. Nivîskarê marşa Ey Reqîbê. Ev marş bû marşa kurdan ya neteweyî.
- 1950 – René Pleven bû serokwezîra Fransayê.
- 1975 – Komara Demokratîk a Sao Tome û Prînsîpeyê serxwebûna xwe ya ji Portûgalê îlan kir.
- 1979 – Girava Kirîbatiyê serxwebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir. Welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye û ji koma giravan pêk tê.
- 1993 – Nêzî girava Hokkaido ya Japonyayê erdhejek çêbû, li gorî pîvana Richterê di mezinahiya 7,7ê de bû. Di vê erdhejê de 230 kes mirin.
- 2004 – Pedro Santana Lopes bû serokwezîra Portûgalê.
Jidayîkbûn
- 1904 – Deng Xiaoping, siyasetmedarê çînî
- 1904 – Pablo Neruda, helbestvan, dîplomat û nivîskarê şîliyî, xwediyê Xelata Nobel a Wêje
- 1913 – Willis Lamb, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1948 – Richard Simmons, aktor û hînkarê fitnessê yê amerîkî
Mirin
- 1845 – Henrik Wergeland, zimanzan, helbestvan û şanonivîsê norwêcî
- 1931 – Nathan Söderblom, serpîskoposa swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Dildar, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1878 – Di navbera dewletên Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, Keyaniya Yekbûyî, Almanya, Îtalya û Împeratoriya Nemsa-Macaristanê de Peymana Berlînê hate îmzekirin.
- 1923 – Nîşana Hollywoodê yê bi nav û deng ku ji 14 herfê hatiye çêkirin, li ser girên Hollywoodê hate avakirin. Pêşî wek Hollywoodland hatibû nivîsîn, paşê di sala 1949'an de hate nûkirin û di vê nûkirinê de 4 herfên dawîn hatin avetin.
- 1930 – Dewleta tirkan li Geliyê Zîlan (di navbera Erdîş û Giyadînê de ye), Wanê, li dijî kurdan qetliamek mezin da dest pê kirin. Ji ve qetlîamê re Komkujiya Zîlanê tê gotin. Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirrkirin.
- 1960 – Dewleta tirkan gore ûstad Seîdê Nûrsî vekirin û tabûta we birin li derdora herêma Barla yê girêdayî Ispartayê veşartin. Cihê gora wî îro jî nehatiye dîtin.
- 1968 – Komara Maurîtiusê bû endama Neteweyên Yekbûyî.
- 1976 – Aktor, derhêner û nivîskarê kurd Yılmaz Güney ji ber kuştina dozgera Yumurtalıkê yê bi navê Sefa Mutlu, 19 salan ji hepsê re hate mehkûmkirin.
- 1977 – Somalya û Etiyopya li ser herêma Ogadenê li hev nekirin. Somalya ji Etiyopya re şer îlan kir, Şerê Ogadenê dest pê kir.
- 1993 – Li derdora Erxenî, Amedê di kolanek arkeolojîk de parçeyek qumaşê hate dîtin. Hate ragihandin ku ev qumaş bermayiya kevintirîn ya qumaşan e.
Jidayîkbûn
- 1845 – Carl Spitteler, helbestvan û nivîskarê swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Roger D. Kornberg, biyokîmîstê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1959 – Eren Keskin, parêzer û çalakvanê tirk
- 1988 – Steven R. McQueen, aktorê amerîkî
- 1988 – Colton Haynes, model û aktorê amerîkî
Mirin
- 1921 – Gabriel Lippmann, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1924 – G. Stanley Hall, psîkologê amerîkî
- 1960 – Max von Laue, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1994 – Havîv Şîmonî, siyasetmedarekî Îsraelê, kurdekî cihû ye
- 2014 – Nadine Gordimer, nivîskara ji Afrîkaya Başûr
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1884 – Komara Kamerûnê bû mêtingeha Almanyayê.
- 1933 – Li Almanyayê Naziyan hereketên muxalefetê qedexe kirin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Hêzên Korêya Bakur dest bi Herba Taejonê kirin.
- 1958 – Li Iraqê derbeyek kirin. Şahê Iraqê Faysala II'yem û serokwezîrê wan Nuri el Seîd hate kuştin.
- 1982 – Li zîndana Amedê, çend girtiyên PKKyî rojiya mirinê dan dest pê kirin. Tê de Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe winda kir.
- 1987 – Li bajarên kurdan Walîtiya Herêma Awarte (OHAL) hate avakirin.
- 1993 – Partiya Keda Gel (HEP) hate girtin.
- 2002 – Di Pîrozkirinên Roja Bastilleyê de ji serokkomarê Fransayê Jacques Chirac re xwestin ku sûîqestek bikin lê bi ser neketin. Jacques Chirac jê filitî.
- 2003 – Hikûmeta Amerîkayê hebûna "Herêma 51'ê" qebûl kir. Tê gotin ku li wir UFO hebûn, paşê Amerîka li wir baregeha eskerî çêkiriye.
- 2007 – Vîn TV, kanela muzîka kurdî dest bi weşanê kir.
Jidayîkbûn
- 1913 – Gerald Ford, fermandar, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, Serokdewleta Amerîkayê ya 38em
- 1918 – Ingmar Bergman, derhêner, hilberîner û senaryonîvîserê swêdî
Mirin
- 1954 – Jacinto Benavente, dramatîker û rojnamegerê spanî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1099 – Di Sefera xaçperestan a yekem de artêşa xaçperestan Qudsê bi dest xistin.
- 1410 – Bi yekîtiya Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya û Keyîtiya Polonya li hemberî Şovalyeyên Tîtonî li gundê Grunwaldê şer qewimî.
- 1799 – Eskerek fransî di sefera Misrê yê Napolyonê de gava ku kelek çêdikirin bi tesadufî, Kevira Rosetteyê yê ku bi sê zimanê hatiye nivîsin dît. Bi xêra vê kevirê nivîsa Hiyeroglîf were famkirin.
- 1840 – Di navbera İmperatoriya Osmanî, Keyaniya Yekbûyî, Prûsya, Împeratoriya Awistirya-Macaristanê û Împeratoriya Rûsî de Peymana Londonê hate îmzekirin.
- 1870 – Georgia, piştî Şerê Navxweyî Yê Amerîkî bû wîlayeta Konfedere yê dawîn yê ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re cardin hate qebûlkirin. Ev şer di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Dewletên Kondere yên Amerîkayê de derketibû.
- 1910 – Emil Kraepelin di kitêba we ya bi navê Psîkîyariya Klînîkî (Clinical Psychiatry) de ji nexweşîna Alzheimerê re navek dide, berî we hevpîşeya wî Alois Alzheimer jî navek li vê nexweşînê dabû.
- 1955 – Hejde alimên ku Xelata Nobelê hildabûn, li dijî çekên nukleerî deklarasyonek (Deklarasyona Mainauyê) weşandin. Paşê 34 alimên din jî beşdarê vê deklarasyonê bûn.
- 1997 – Slobodan Milošević, bû serokê komara Yûgoslavyayê.
- 2006 – Twitter dan destpêkirin, û di cîhanê de bû yek ji mezintirîn platformên medyaya civakî.
- 2016 – Do êvarê li Tirkiyeyê teşebbûsek derbeya eskerî hate kirin.
Jidayîkbûn
- 1904 – Rudolf Arnheim, psîkolog û nivîskarê alman-amerîkî
- 1918 – Bertram Brockhouse, fîzîknasê kenadayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1922 – Leon M. Lederman, fîzîknas, matematîkzanê amerîkî
- 1939 – Aníbal Cavaco Silva, aborîzan û siyasetmedarê portûgalî, serokdewletê Portûgalê yê 19em
Mirin
- 1904 – Anton Çexov, bijîşk, şanonivîs û çîroknivîsê rûs
- 1940 – Eugen Bleuler, psîkiyatrîstê swîsreyî
- 1951 – Celadet Bedirxan, siyasetmend, nivîskar, rojnamevan û zimanzanê kurd
- 1970 – Eric Berne, bijîşk û psîkiyatrîstekî amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 622 – Destpêka teqwîma Îslamî (teqwîma hîcrî).
- 1782 – Operaya Wolfgang Amadeus Mozartê ya bi navê Ji Serayê Keç Revandin (Die Entführung aus dem Serail) cara pêşîn hate pêşkêşkirin.
- 1942 – Li Fransayê (Almanyaya Nazî) girtina mezintirîn yê cihûyan: 12.884 cihû ji bo ku ji kampa komkirinê yê Auschwitzê re werin şandin.
- 1945 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yekemîn ceribandina xwe ya bombeya atomê pêk anî.
- 1965 – Tunela Mont Blancê ku Fransa û Îtalyayê girê dide hev hate vekirin.
- 1979 – Sedam Huseyn, bû serokdewleta Iraqê.
- 1990 – Li Komara Filîpînan erdhejek çêbû. Di vê erdhejê de 1.450 kes mirin.
- 1994 – Parçeyên dûvstêrka Shoemaker-Levy 9ê li gerstêrka Jûpîterê ket.
- 1999 – Balafira biçûk yê ku kurê serokê berê yê Amerîkayê John F. Kennedy û Jacqueline Kennedy Onansisê, John F Kennedy, Jr. diemiland, kete Okyanûsa Atlantîk. Kennedy, tevî jina xwe û dişa xwe jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1872 – Roald Amundsen, deryavan û kaşîfê norwêcî
- 1888 – Frits Zernike, fîzîknas hollandî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Yıldız Tilbe, stranbêja tirk
Mirin
- 1964 – Rauf Orbay, siyasetmedarê tirk
- 1983 – Mehmet Celal Bucak, siyasetmedarekî Tirkiyeyê
- 1985 – Heinrich Böll, romannivîs û nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1994 – Julian Schwinger, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1453 – Frensiyan di Herba Castillonê de îngilîzan mexlûb kirin. Ev şer di nav Herba Sed Salan de yê dawîn bû.
- 1815 – Napoleon Bonaparte li Rochefortê radestî qeweta îngilîzan bû.
- 1907 – Di hunera rismê de bizava Kubîzmê derket holê.
- 1936 – Li Spanyayê şerê navxweyî dest pê kir.
- 1948 – Destûra bingehîn (makezagon) a Koreya Başûr hate îlankirin.
- 1998 – Statûya Romayê ku Mehkemeya Cezayê yê Navneteweyî ava kiribû, hate qebûlkirin.
- 2007 – Harry Potter û Mîra Melez kete vîzyonê.
Jidayîkbûn
- 1888 – Samuel Agnon, nivîskarê îsraelî
- 1913 – Roger Garaudy, fîlozof, siyasetmedar û nivîskarekî fransî
- 1917 – Kenan Evren, general û siyasetmedarê tirk, pêşengê cûntaya leşkerî ya 12'ê rezbera 1980'an, serokdewletê Tirkiyeyê ya 7em
- 1954 – Angela Merkel, siyasetmedara alman
- 1965 – Aysel Tugluk, siyasemedara kurd, mebûsa Amedê
Mirin
- 1790 – Adam Smith, aborîzan û fîlozofê skotlandî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 390 – Herba Roma û Galyayê: Galya di Şerê Alliayê de Romayê mexlûb kir.
- 656 – Hezretî Elî bû xelîfe.
- 1925 – Adolf Hitler, manîfestoya xwe ya şexsî yê ku tê de fikrên xwe yê nasyonalsosyalîzmê eşkere dikir, bi navê Mein Kampf'ê (Têkoşîna Min) weşand.
- 1932 – Li seranserê Tirkiyeyê azanê bi erebî xwendin bi awayekî fermî hate qedexekirin.
- 1944 – 1944 - Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Serokwezîrê Japonyaê Hideki Tōjō ji ber ku di hewldana şerê de gelek caran bi ser neket îstîfa kir.
- 1968 – Fîrmeya Intelê hate damezrandin
Jidayîkbûn
- 1853 – Hendrik Lorentz, fîlozof, matematîker û fîzîknasekî holendî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1928 – Franca Rame, aktrîsa tiyatroyê, şanonivîs û çalakvana siyasî ya îtalî
- 1928 - Nelson Mandela, yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr
- 1978 – Nevzat Aslan, şoreşgerê kurd
Mirin
- 1965 – Refik Halit Karay, romannivîs, nivîskarê çîrokan û rojnamevanê tirk
- 1991 – Ebubekir Pamukçu, alîgirê MHP'ê û sîxûrê dewleta tirk
- 2009 – Elî Latîf, wênesaz û werzîşkarê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1870 – Fransa ji Prusyayê re şer îlan kir.
- 1912 – Meteorek bi giraniya 190 kg'ê ser esmana bajara Navajo yê wîlayeta Arîzonayê ya girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê teqiya û parçeyên we ketin ser bajarê.
- 1916 – Şerê Cîhanê ya Yekem: Herba Fromellesê: Serbazên brîtanî û awistiralî di destpêka Şerê Sommeyê de êrîşî xendekên almanan kirin.
- 1924 – Hêzên Iraqê bi piştgiriya hêzên hewayî yên Îngilîstanê ketin nav Silêmanî û dawî li hikûmeta Berzencî anî.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Kruvazora sivik (cureyek keştiya cengê) yê îtaliyan bin av bû: 121 kes mirin.
- 1947 – Siyasetmedarê korêyî Lyuh Woon-hyung hate kuştin.
- 1979 – Serhildêrên Sandanistayê li Nîkaraguayê hikûmeta malbata Somozayê hilweşandin. Hikûmeta Somozayê ji aliyê Amerîkayê ve dihate piştgirîkirin.
- 2012 – Piştî ku hêzên Beşar Esedê wekî hemleyekî stratejîk ji bajarên kurdan derketin, gelê gurd li rojavayê Kurdistanê bajar û bajarokên kurdî xistin bin kontrola xwe.
Jidayîkbûn
- 1893 – Vladîmîr Mayakovskî, aktor û helbestvanê rûs
Mirin
- 1374 – Francesco Petrarca, nivîskar û helbestvanê îtalî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1189 – Richard I bi awayekî fermî wekê Dûka Normandiyayê hate desthilatdarkirin.
- 1402 – Şerê Împeratoriya Osmanî-Tîmûrleng: Herba Enqereyê: Serdarê Împeratoriya Tîmûrê, Tîmûrleng, hêzên împeratora osmanî, Bayezid I'ê mexlûb kir.
- 1592 – Di yekemîn îşxala japonan ya Koreyê de, hêzên japonan bi serokatiya Toyotomi Hideyoshi'yê bajarê Pyongyangê derdest kirin, lê dîsa jî qeweta wan têr nekir ji bo ku di destê xwe de bihêlin.
- 1881 – Rêbera êşîrê Siouxê Gayê Rûniştî, êşîra dawîn bû ku li hemberî Amerîkayê şer dikirin, teslîmê hikûmeta Amerîkayê bû.
- 1916 – Şerê Cîhanê ya Yekem: Eskerên rûsan bajarê Gumiskhanek ya Ermenistanê bi dest xistin.
- 1936 – Peymana Montreux yê Der Barê Rejîma Tengavan de hate îmzekirin.
- 1969 – Di dîrokê de cara ewil însanek bi wasiteya fezayê gihîşt Heyvê. Apollo 11 peya bû ser Heyvê. Neil Armstrong bû însanê yekem yê ku gihîşt Heyvê.
- 1973 – Milîtanên filistînî, balafireke rêwiyan ê japonan yê ku ji Amsterdamê diçû Japonyayê revandin û li Dubaiyê peya kirin.
- 1974 – Operasyona Kîprosê: Artêşa tirkan kete Kîprosê.
- 2015 – Komkujiya Pirsûsê: Terorîstên DAÎŞê li qezayê Pirsûs yê Rihayê gava ku Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (bi tirkî Sosyalist Gençlik Dernekleri Federasyonu) der barê bûyerên Kobaniyê de daxuyaniyek dikirin êrîşekî xwekujiyê pêk anîn. Di vê teqînê de 34 kes mirin, ji 100'î zêdetir jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- BZ 356 – Îskenderê Mezin, keyê Makedonyayê
- 1864 – Erik Axel Karlfeldt, helbestvanê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1919 – Sir Edmund Percival Hillary, çiyavan û kaşîf
- 1938 – Deniz Baykal, siyasetmedarê tirk, serokê berê yê partiya CHP
- 1947 – Gerd Binning, fizîknasekî alman, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1937 – Guglielmo Marconi, fîzîknas, elektroendazyar û zanistê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Bruce Lee, aktorê çînî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 356 – Ciwanek bi navê Herostratusê, Peristgeha Artemisê yê li Ephesusê (bi tirkî: Efes) şewitand. Ev peristgeh îro yek ji heft nuwazeyên cîhanê tê qebûlkirin.
- 365 – Li bajarê Îskenderiye yê Misrê erdhejek kir ku tsunamî derkeve û ev tsunamî bajarê Îskenderiyeyê tarûmar kir. Di nav bajarê de 5.000, li derveyî bajarê 45.000 kes jiyana xwe ji dest dan.
- 1774 – Şerê Osmanî-Rûsan (1768-74): Rûsya û Împeratoriya Osmanî di dawiya herbê de Peymana Küçük Kaynarcayê îmze kirin.
- 1930 – Serhildana Oremarê dest pê kir.
- 1944 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Claus von Stauffenberg û şirîkên wî di 20'ê tîrmehê de hewl dan ku ji Adolf Hitlerê re sûîqestek bikin lê bi ser neketin û îro li Berlînê hatin îdamkirin.
- 1946 – Li Tirkiyeyê cara ewil hilbijartinên pirpartîtî hate kirin. CHP 396, DP 65 kursî bi dest xist.
- 1949 – Senatoya Dewletên Yekbûyî Peymana Bakurê Atlantîkê tesdîq kir. Ev peyman, peymana avakar yê rêxistina NATOyê bû.
- 1977 – Herba di navbera Lîbya-Misirê de dest pê kir. Ev şer çar rojan dewam kir.
- 1983 – Li dinyayê germahiya herî kêm li Stasyona Vostokê yê li Antarktîkayê hate pîvandin: -89.2 °C.
Jidayîkbûn
- 1816 – Paul Julius Reuter, karsazekî alman, damezrînera ajansa nûçeyan a Reutersê
- 1899 – Ernest Hemingway, rojnamevan û nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1948 – Cat Stevens (Yûsif Îslam), stranbêj û îlahîbêjekî îngilîz
- 2007 – Benazîr Butto, serokwezîra Pakistanê yê berê ya esilkurd (z. 1953)
- 1977 – Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, lawê Celal Talebanî
Mirin
- 1967 – Albert Lutuli, polîtîker û pêşengê dînî yê ji Afrîkaya Başûr, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1933 – Wiley Post, bû kesê yekem ê ku derdora dinyayê bi tenê geriya. Rêwîtiya xwe ya ku 15.596 mîl girt, di 7 roj, 18 saet, 45 deqeyê de temam kir.
- 1944 – Fona Navneteweyî ya Diravê (bi îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî) ji bo pêşxistina aboriya dinyayê hate damezrandin.
- 1946 – Li Qudsê ôtela bi navê King Davidê hate bombekirin, 90 kes mirin. Ev hotel ji alî îngilîzan ve wek qerargehê dihate bi kar anîn.
- 1974 – Operasyona Kîprosê: Firqeya tirkan yê 39em derketin girava Kîprosê û li wir bi yên ku ji hewayê peya bûn re bûne yek. Di saet 17.00'an de agirbest hate îlan kirin. Hêzên tirkan li benda Hevdîtinên Cinêvê sekinîn.
- 1977 – Serokê çînî Deng Xiaoping vegeriya îqtîdarê.
- 2003 – Li Fransayê di Barûya Eyfelê de agir derket.
- 2003 – Di bombebarana ku hêzên taybet yên Amerîkayê li bajarê Mûsilê li dar xistin de, kurên dîktatorê Iraqê Sedam Huseyn; Uday Huseyn, Kusay Huseyn, kurê Kusay Huseyn û muhafizek hate kuştin.
- 2007 – Li Tirkiyeyê hilbijartina giştî hate kirin. Partiya Dadwerî û Pêşvebirinê bi serokatiya Recep Tayyip Erdoğan, %46,66 ray girt, 341 parlementer derxist û bi tenê bû îqtîdar. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di vê hilbijartinê de tevî partiyên çepgir, ji bo ku benda hilbijartinê derbas bibe Bloka Hezar Hêviyê ava kir. Ev blok, 22 mebûs derxist.
Jidayîkbûn
- 1887 – Gustav Hertz, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1964 – John Leguizamo, aktorê amerîkî-kolombiyayî
- 1992 – Selena Gomez, stranbêj û aktrîsa amerîkan
Mirin
- 1908 – William Randall Cremer, polîtîkerekî brîtanyayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1999 – Hozan Serhad, hunermendê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1894 – Hêzên japonan Seraya Qraliyetê ya Sêûlê îşgal kirin û şahê Koreyê ji textê anîn xwarê.
- 1903 – Şirketa Fordê, yekemîn erebaya xwe ya ku çêkiriye firot.
- 1929 – Hikûmeta faşîst li Îtalyayê bikaranîna peyvên biyanî qedexe kir.
- 1952 – Li Misrê Hereketa Efserên Azad bi serokatiya Cemal Ebdul Nasir, Şah Farûq ji serokatiyê xistin û dawî li monarşiyê danîn.
- 1963 – Fransa red kir ku beşdarê Peymana Qedexekirina Cerribanê ya li Rûsyayê bibe. Ev peyman ji bo ku cerribandinên nukleeran were sînordarkirin hatibû li dar xistin.
- 1967 – Li bajarê Detroit yê girêdayî parêzgeha Michiganê di dîrokê Amerîkayê de serhildana herî mezin dest pê kir. Di van bûyeran de 43 kes mirin, 342 kes birîndar bûn û nêzîkî 1400 xanî şewitîn. 7200 kes hatin binçavkirin.
- 1983 – Li Srî Lankayê piraniya Budîst, nêzîkî 3.000 tamîlan qetil kirin. Nêzî 400.000 tamîl jî reviyan welatên cîran. Ev bûyer ji dîroka Srî Lankayê re wek Tîrmeha Reş hate qeydkirin.
Jidayîkbûn
- 1982 – Paul Wesley, derhêner, fîlmçêker û aktorê amerîkan
Mirin
- 1885 – Ulysses S. Grant, general û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê DYAyê yê 18em
- 1955 – Cordell Hull, dadnas û siyasetmedarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1823 – Li Şîleyê xulamtî hate qedexekirin.
- 1866 – Tennessee, piştî Şerê Navxweyî yê Amerîkî bû parêzgeha yekem yê ku dîsa hate qebûlkirin.
- 1911 – Ji Zanîngeha Yaleyê arkeolog Hiram Bingham III, Machu Picchuyê (bermahiyên bêhempa yên şarezayiya înkayan ya li Perûyê) keşf kir.
- 1915 – Li Chicagoyê keştiya rêwiyan binav bû, 845 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1923 – Ji bo çareserkirina arîşeya li Anadol û parçekirina Împeratoriya Osmanî di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekê û Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê de li bajarê Lozanê hat îmzekirin. Sînora Tirkiyeyê ya îro, bi vê peymana hate tayînkirin.
- 1936 – Hikûmeta Spanyayê ji ber şerê navxweyî (şerê sivîl) ji dinyayê alîkarî xwest.
- 1943 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Balafirên Kanada û Îngilîstanê êvaran, balafirên Amerîkayê jî şeveqan bajarê Hamburgê bombebaran kirin. Di mehê gelavêjê de wextê ku operasyon xilas bû, derket holê ku 9.000 ton teqemenî hatiye bikaranîn, zêdetirî 30.000 kes mirine û 280.000 xanî hilweşiyane.
- 1977 – Şerê Lîbya-Misrê, ku çar rojan berdewam kir bi dawî bû.
- 1982 – Barana dijwar kir ku erd şemîtî, pirrêk li Nagasaki, Japonyayê xira bû û 299 kes mirin.
- 1990 – Iraq, hêzên xwe ber bi sînora Kuweytê ve şand.
Jidayîkbûn
- 1783 – Simón Bolívar, siyasetmedar û fermandarê venezuelayî, Serokê 2'emîn ya Venezuelayê
- 1857 – Henrik Pontoppidan, rojnamevan û nivîskarê danîmarkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1883 – Victor Francis Hess, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1970 – Hozan Serhat, hunermendê kurd
- 1897 – Amelia Earhart, firokevan û nivîskareke amerîkî
Mirin
- 896 – Ebû Henîfe Dînewerî, dîroknas, astronom, erdnîgarînas, matematîkzan û riweknasekî kurd
- 1862 – Martin Van Buren, 8em serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)
- 1974 – James Chadwick, fizîknasekî brîtanyayî
- 1991 – Isaac Bashevis Singer, nivîskarekî bingeh cihû yê polonî-amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1933 – Lev Trotskî wekî penaber çû Fransayê.
- 1934 – Serokwezîrê Awistriyayê Engelbert Dollfuss, ji aliyê Naziyên li welatê wî ve li Viyanayê hate kuştin.
- 1936 – Adolf Hitler, dagirkirina Etiyopyayê yê ji alî Îtalyayê ve nas kir.
- 1943 – Piştî ku dîktatorê Îtalyayê Benito Mussolini ji îqtîdarê ket, li Îtalyayê faşîzm hate qedexekirin.
- 1992 – Li Tirkiye hate ragihandin ku ji serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî re pasaporta Tirkiyeyê ya dîplomatîk hatiye dayîn.
- 1994 – Şahê Urdunê Huseyn û Serokwezîrê Îsraelê Îzhak Rabîn deklarasyona ku dawî li şerê di navbera wan de tîne îmze kirin.
- 2007 – Pratibha Patil wek yekemîn seroka jin ya Hindistanê sond xwar.
- 2009 – Li Kurdistana Başûr hilbijartinên parlamenê û hilbijartinên seroktiya herêman hate kirin.
Jidayîkbûn
- 1905 – Elias Canetti, nivîskar û şanonivîsê bulgaristanî-swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1938 – Thea Bauriedl, psîkolog û psîkoanalîsteka alman
- 1955 – Orhan Dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd
- 1974 – Todd Fuller, basketbolîstê DYAyê
- 1974 – Ceylan Avcı, stranbêja esilkurd
Mirin
- 1931 – Biroyê Heskî Têlî, siyasetmedar û pêşengê kurd
- 2005 – Kazim Koyuncu, stranbêjê laz (z. 1971)
- 2008 – Randy Pausch, perwerdekar û zanistekî kompûterê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1788 – New York destûra bingehîn (makeqanûn) yê Amerîkayê pejirand û bû parêzgeha 11em yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
- 1887 – Avakarê zimanê esperantoyê (zimanek çêkirî ye, ne zimanek tebiî ye) Ludwik Lejzer Zamenhof, kitêba xwe ya der barê zimanê esperentoyê de ya yekem bi zimanê rûsî weşand.
- 1891 – Fransa, Tahitiyê îlheq kir.
- 1914 – Serbistan û Bulgaristan têkiliyên xwe yên dîplomatîk birrîn.
- 1923 – Endezyarê skotî John Logie Baird, patenta televîzyona yekem ya mekanîk wergirt.
- 1930 – Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) li ser efûyekê ku ji bo wî hatibû derxistin çû Îranê û li wir hat kuştin.
- 1934 – Şansolyeya Awistriyayê Engelbert Dollfuss, bi sûîqestek hate kuştin.
- 1944 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Artêşa Yekîtiya Sovyetan kete rojavayê Ûkraynayê û dawî li îşgala Naziyan anî.
- 1951 – Li bakurê Kurdistanê cara yekem li derdora Çiyayê Ramanê (Batman) petrol hat dîtin.
- 1953 – Bi êrîşa baregeha Moncadayê, şoreşa Kûbayê dest pê kir. Serokê şoreşgeran Fidel Castro hate girtin.
Jidayîkbûn
- 1829 – Auguste Beernaert, dadnas û siyasetmedarê belçîkî, serokwezîra Belçîkayê yê 14em, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1855 – Ferdinand Tönnies, civaknas û fîlozofê alman
- 1856 – George Bernard Shaw, şanonivîs û rexnegirê îrlendî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Anna Rita Del Piano, aktrîsa îtalî
- 1967 – Jason Statham, aktor, çêkerê fîlman yê îngilîz
Mirin
- 1930 – Smayîl Axayê Şikakî (Simko), siyasetmedar û pêşengê kurd
- 2005 – Mucteba Mîrzade, hunermendekî kurd
- 2013 – Sung Jae-ki, alakvanekî mafê mirovan yê ji Koreya Başûr
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1794 – Pêşenga Şoreşa Fransayê yê jakobîn Maximilien Robespierre ji îqtîdarê hate xistin û ji alî Meclîsa Millî yê Fransayê ve hate girtin. Robespierre, di 28'ê tîrmehê de hate îdamkirin.
- 1890 – Vincent van Gogh fîşek berda ser xwe û piştî du rojan mir.
- 1921 – Lêkolînerên ji Zanîngeha Torontoyê bi serokatiya biyokîmîst Frederick Bantingê, dan zanîn ku hormona însulînê keşf kirine.
- 1921 – Komeleya xwendekarên kurd "Hêvî" li Stembolê hat avakirin.
- 1953 – Şerê Koreyê ku tê de zêdetirê du milyon kesan mirin bi dawî bû. Peymana agirbestê li Panmunconê hate îmzekirin. Syngman Rhee, serokê Koreya Başûr, red dikir ku were îmzekirin lê di heman demê de soz da ku wê riayeta agirbestê bike.
- 1958 – Abdulkerîm Qasim ku di 14'ê mehê de dest danîbû ser rêveberiya Iraqê bi serokên başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
- 1964 – Şerê Viyetnamê: Amerîka ji pênc hezarê zêdetir şêwirmendên xwe yên leşkerî şand Viyetnama Başûr. Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Viyetnamê bi tevahî gihîşt 21,000 e.
- 1995 – Abîdeya Xaziyên Şerê Koreyê li Washington, D.C.yê hate çêkirin.
- 2000 – Serokê nû yê Sûrî Beşar Esed ragihand ku cezayê girtiyên siyasî, yên mayî hatiye efû kirin.
Jidayîkbûn
- 1835 – Giosuè Carducci, helbestvanê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1878 – August Aichhorn, pedagog û psîkoanalîstek awistriyayî
- 1881 – Rauf Orbay, siyasetmedarê tirk
- 1969 – Triple H, gemşkar û lîstikvanê amerîkî
Mirin
- 1844 – John Dalton, fîzîkzan û kîmyavanek îngilîz
- 1946 – Gertrude Stein, nivîskara amerîkan
- 1970 – Antonio Salazar, dîktatorê Portugalê
- 1980 – Mihemed Reza Pehlevî, şahê Îranê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1299 – Seyyah û kaşîfê îtalî Marco Polo, vegeriya Wênîsê.
- 1794 – Serokê şoreşgerên Şoreşa Fransayê Maximilien Robespierre, bi giyotînê hate kuştin.
- 1808 – Mehmûd II, bû şahê Împeratoriya Osmanî û xelifeya Îslamê.
- 1896 – Bajarê Miamiyê ji eyaleta Floridayê re hate daxilkirin.
- 1914 – Şerê cîhanî yê yekem dest pê kir.
- 1943 – Piştî ku hêzên hewayî yên îngilîzan bajarê Hamburgê bombebaran kirin, di encama şewatê de 42.000 sivîlên alman mirin.
- 1957 – Baranê dijwar û herikîna axê li bajarê Isayaha, rojavaya herêma Kyushu, Japonyayê 992 kesan kuşt.
- 1965 – Şerê Viyetnamê: Serokê Amerîkayê Lyndon B. Johnson xwest ku hejmara eskerên Amerîkayê yên li Viyetnama Başûr ji 75.000'ê derkeve 125.000'ê.
- 1976 – Di erdheja ku li herêma Tangshan yê Çînê bi şîdeta 8,2 pêk hat de, 242.768 kes mirin, 164.851 kes jî birîndar bûn.
- 1993 – Andorra tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1749 – Johann Wolfgang von Goethe, romannivîs, helbestvan, zanistvan, fîlozof û wezîrek alman
- 1904 – Pavel Çerenkov, fîzîknasê rûs
- 1915 – Charles Hard Townes, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1750 – Johann Sebastian Bach, orgjen û komponîstê alman
- 1794 – Maximilien Robespierre, parêzer û siyasetmedarê fransî (z. 1758)
- 2004 – Francis Crick, biyolog û fizîknasê îngilîz
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1830 – Li Fransayê Şoreşa Tîrmehê pêk hat, Charles X ji textê anîn xwar, Louis Philippe anîn şûna wî.
- 1900 – Şahê Îtalyayê Umberto I, ji alî anarşîtek bi navê Gaetano Bresci ve hate kuştin.
- 1921 – Adolf Hitler bû seroka Partiya Karkerên Alman a Nasyonalsosyalîst.
- 1957 – Saziya Navneteweyî ya Atomê (International Atomic Energy Agency - IAEA) hate damezrandin.
- 1958 – NASA (Daîreya Feza û Hewavaniya Neteweyî ya DYAyê) hate damezrandin.
- 1958 – Serokê DYAyê Dwight D. Eisenhower Qanûna Feza û Hewavaniya Neteweyî yê ku ji alî NASAyê ve hate amadekirin da qanûnî kirin.
- 1981 – Li Keyaniya Yekbûyî Prensa Walesê Charles, bi Lady Dianayê re zewicî.
- 1989 – Li Îranê hilbijartina serokatiyê Elî Ekber Haşimî Refsencanî kar kir.
- 1999 – Cara yekemîn bû ku serokek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gava ku li ser karê xwe bû cezayek hilda. Serok Bill Clinton ji sûca îfadeya derew danê ji 90.000 dolar cezayê re hate mehkûmkirin.
- 2005 – Astronom dan zanîn ku ewana gerstêrkek biçûk keşf kirine û jê re navê Erîsê dane.
Jidayîkbûn
- 1883 – Benito Mussolini, pêşengê faşîzmê yê îtalî
- 1898 – Isidor Isaac Rabi, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1900 – Antoine de Saint-Exupéry, firokevan, helbestvan, rojnamevan û nivîskarê fransî
- 1905 – Dag Hammarskjöld, siyasetmedarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1910 – Muzafer Şerif, avakerek psîkolojiya komî yê esilkurd
Mirin
- 1890 – Vincent van Gogh, wênesazê holendî
- 1913 – Tobias Asser, dadnas û polîtîkerê hollandî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1974 – Erich Kästner, nivîskar û helbestvanê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1629 – Li herêma Napolî ya Îtalyayê erdhejek çêbû: 10.000 kes di vê erdhejê de mirin.
- 1688 – Dorpêçkirina Belgradê: Bajarê Belgradê ku di hakimiyeta Osmaniyan de bû, ji aliyê qewetên ku bi serokatiya Împeratoriya Romê ya Pîroz kom bûbûn ve hate dorpêçkirin û di 8'ê îlonê de jî bajarê bi dest xistin.
- 1943 – Bûyêra 33 gule: Bi fermana Mustafa Muglali li Qerqelîyê (Wan) 33 gundî hatin kuştin.
- 1966 – Balafirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê herêma di navbera Viyetnama Bakur û Viyetnama Başûr de yê ku ji eskerên hatiye paqijkirin bombebaran kirin.
- 1971 – Balafirek rêwiyan ya japonan û balafirek herbê yê japonan li ser bajarê Morioko yê Japonyayê li hev ketin: 162 kes mirin.
- 1980 – Vanûatûyê serxwebûna xwe bi dest xist. Vanûatû 1 750 km li rojhilatê Awistralyayê ye, ji giravan pêk tê.
- 1983 – Hêzên rejîma Iraqê ji eşîra Barzanî 8 hezar kes girtin û êdî ti agahî nehat bidestxistin.
- 1995 – Çend peymanên ku dawî li şerê di navbera Rûsya û Çeçenistanê de anî, li Grosniyê hate îmzekirin.
- 2002 – Di navbera Kongo û Rwandayê de ji bo ku Afrikaya Navendî were aramî kirin û şerê ku ji mirina bi milyonan însanan re bû sedem were dawîkirin peymanek aştiyê hate îmzekirin.
Jidayîkbûn
- 1818 – Emily Brontë, nivîskar û helbestvana îngilîz
- 1863 – Henry Ford, endezyar û karsazê amerîkî, hilberînerê otomobîlan Fordan
- 1947 – Arnold Schwarzenegger, lîstikvan, werzîşkar, ramyar û siyasetmedarê amerîkî-awistriyayî
Mirin
- 1898 – Otto von Bismarck, siyassetmedarê alman, Serokwezîra Almanyayê ya 1em
- 2006 – Duygu Asena, ronamevan û nivîskara tirk
- 2006 – Murray Bookchin, nivîskar û filozofê amerîkî
- 2007 – Ingmar Bergman, derhêner, hilberîner û senaryonivîserê swêdî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1904 – Şerê Rûs-Japonan: Herba Hsimuchengê: Yekîneyen Artêşa Împeratoriya Japonan, yekîneyên artêşa Împeratoriya Rûsan di şerrek stratejîk de mexlûb kir.
- 1932 – Partiya Karkerên Alman a Nasyonalsosyalîst (partiya Naziyan) di hilbijarinê de %38 ray girt, 230 kursî bi dest xist û bû partiya yekem. Sosyaldemokratan 133, komunîstan 89 kursî girtin.
- 1936 – Li Spanyayê hêzên faşîst yên General Francoyê bajarê Madrîdê dorpêç kirin.
- 1944 – Nivîskarê û pîlotê navdar yê fransî Antoine de Saint-Exupéry, yê ku bi kitêba xwe ya bi navê Mîrzayê Biçûk hatiye naskirin, gava ku li ser esmana Deryaya Spî bi balafira F-5Byê firrîna keşfê dikir winda bû.
- 1959 – ETA (bi kurdî Nîştîmanê Bask û Azadî) hate damezrandin.
- 1986 – DGM'ê ji ber ku bi kurdî mijûl bûn, li hinek endamên SHP'ê doz vekir.
- 1992 – Nûçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan hate qetilkirin.
- 1992 – Xebatkarê Ozgur Halkê Çetîn Ababay li Êlihê hat kuştin.
- 1999 – Medya TV dest bi weşana xwe kir.
- 2006 – Gurcistan beşdarê Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1912 – Milton Friedman, aborînasê amerîkî, Xelata Nobel a aboriyê li sala 1976'ê (m. 2006)
Mirin
- 1784 – Denis Diderot, nivîskar, fîlozof û ensîklopedîstek fransî
- 1875 – Andrew Johnson, siyasetmedar û generalê amerîkî, serokdewletê 17em ê DYA'yê
- 1886 – Franz Liszt, mûzîkdaner û piyanovanê macaristanî
- 1944 – Antoine de Saint-Exupéry, nivîskar û pîlotê fransî
- 2017 – Chris Kutschera (Paul Maubec), lêkolîner, nivîskar û rojnamevanê fransî
- 2024 – Ismail Heniye, serokê derve yê Hemasê, li Tehranê, Îran, hate kuştin.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn